Li Şerîda Xezayê ji bo jinan xebat didomin

Divê keda jinan û rêxistinên hawarçûnê bi awayekî giştî û temamker xizmeta jinên paşguhxistî bikin ji bo ku hawirdoreke bi ewle û jiyanek bi rûmet bijîn.

NAGHAN KARAJEH

Xeza-  Kedek ji bo pêşxistina rewşa jinên li herêmên paşguhistî li Xezayê dimînin tê dayîn lê ew têrê nake di siya rewşên civakî, aborî, zagonî û tendirustî yên gelekî xirab de. Di civakeke xwedî çanda kevneşopiyên jinan de jin bi zehmetî dijîn.

Rêvebera navenda bernameyên jinan Refeh Nejah Ayash di karê xwe de bi jinên paşguhistî re teqez dike ku rewşa wan trajîk e bê ewlekarî û pêdiviyên jiyanê yên sereke dijîn, rastî hemû cureyên tundîtûjî û zordariyê tên, hemû barê malê û malbatan li ser milên wan e.

Piraniya jinên ku alîkariyê dixwazin jinên hevberdayî yan hevjinê wan jiyana xwe ji dest daye û nexweşên penceşêrê ne. Refeh Nejah Ayash dide zanîn ku navend xizmetguzariyên piştgiriya derûnî, civakî û aborî ji jinan re pêşkêş dike. Ligel wê jî xebatên hişyarî û perwerdeyên pîşesazî ji wan re pêşkêş dike da ku li şûna ku saetên dirêj li benda alîkariyên hawarçûnî bimînin derbasî bazara kar bibin û dahata wan peyda bibe.

Navend xwe digihîjîne hemû jinên hejar

Xizmetên ku navend pêşkêş dike ne tenê ji bo jinên tên navendê ne, navend xwe digihîjîne hemû jinên hejar ji ber rewşa aborî ya nebaş gelek jin hene nikarin bên navendê û alîkariyê bixwazin. Bi taybetî herêmên El-Nihar El-Barêd û Xerbiye ew hejartirîn herêm in.

Refeh Nejah Ayash di axaftina xwe de de behsa projeyên herî dawî yên navendê vekirine kir û weke projeya piştgiriya tendirustiya malbatî bi armanca hişyarkirina malbatan bi taybetî li dijî koronayê û awayê parastina ji nexweşiyan bû, got: "Me broşurên tendirustiyê li ser hemû beşên paşguhxistî belav kir ji bo pêşkêşkirina xizmetê û belavkirina dermanên pêwîst û alavên parastinê."

Ji bo nexweşên penceşêrê xizmetên cur be cur tên kirin

Xizmetên ku ji bo jinan tên kirin hene û beşek mezin ji wan sûdê digrin bi taybetî jinên temenê wan mezin ku nikarin biçin her derê. Li ser wê wiha dibêje: “Em nexweşên pençeşêrê derdixin seyranan ji bo êşa wan hinekê sivik bikin li gel hişyarî û piştgiriya wan a derûnî lê ji ber rewşa aborî ya xirab hinek kêmasî hene ji ber tunebûna bingeha tendirustiya bi ewle û kêmasiyên xwarinê û xirabûna rewşa derûnî, pêdiviya jinan bi xizmetên baş heye. Weke bicihkirina wan û rewşa wan a civakî û derûnî ji ber ku xizmetên heyî ne giştî ne di warekî taybet de ne.”

Jinên xwedî projeyên aborî yên biçûk bi ser nakevin ji ber ku projeyên wan li herêmên dûr in û rêbazên bazaran jî nizanin lewre ew sermayeya karê xwe jî xerc dikin ji bo jiyana xwe ya rojane û wisa proje têk diçin. Li gel tundiya aborî piralî weke serweriya mêr a ku dixwaze nasnameya jinan binax bike heye. Ji ber ku mafên jinan tune ye xwediyên projeya xwe yan tiştekî din bin mulkiyet ji mafên mêran tenê ye.

Gelek jin nikarin ji malê derbikevin û bixebitin

Urf û adetên civakê jî karînên jinan asteng dikin û kesayetên wan jinan nahêlin mafên wan ji dest digrin. Gelek jin nikarin ji malê derkevin û kar bikin. Dema ku dijberî adetên civakî jî derdikevin jî sûcdar tên dîtin û rastî cezayan tên.

Pêdiviya jinên paşguhxistî bi gelek ked û kar heye. Ew dixwazin di hawirdoreke baş û ewle de bijîn tevli civakên xwe bibin û di warê aborî de xurt bibin ji bo jêdera dahata wan çêbibe.

‘Divê projeyên taybet ji bo jinên ku hatine paşguhxistin ava bikin’

 Refeh Nejah Ayaş ji saziyên jinan xwest projeyên taybet ji bo jinên paşguhxistî ava bikin û xizmetên temam û giştî ji wan re pêşkêş bikin ji bo rewşa wan bi pêş bikeve bê hejarî û tundî û zordarî bijîn.

Nadiya Mad a 38 salî li herêma Xirbit Adas dijî. Ew jî behsa tundiya ku rast hatiye dike û dibêje: "Piştî mirina hevjînê min ez rastî gelek astengî û rexneyan hatim. Carna ez di bin çavdêriya hemûyan de bûm lê teslîm nebûm ji ber ku rewşa min a aborî ya xirab û tunebûna dahata ji bo zarokên min, ez di saziyên jinan de li derfeteke kar geriyam"

Tevî bertekên ji civakê jî wê têkoşîna xwe domand

Nadiya Mad astengiyên li pêşiya jiyana xwe wiha tîne ziman: "Dema min biryar de ez şitlên çandiniyê bifroşim rastî bertekan hatim, ji ber ku ez jin bûm li gorî civakê ev karê mêran bû nedibû ez bikim." Tevî bertekan jî ew têkoşîna xwe didomîne û carna li benda benda alîkariyên demkî jî dimîne."