Li Şengalê bi gorên komî re cîrantî

Li Şengalê dema salvegera êrîşa qirkirinê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li dijî civaka Êzidî nêzîk dibe, gel neçar tê hiştin bi gorên re dijîn. Jinên ku dixwazin gorên komî bên vekirin, di fikra ku divê di darizandinên DAIŞ'ê de cih bigrin de ne.

SITÎ ROZ

Şengal- Gorên komî yên piştî qirkirina li dijî civaka Êzidî pêkhat mane, 9 sal in li benda vekirinê ne. Gorên komî yên li nava gundan hatine çêkirin, hema bêje ji gelê gund re cîrantî û di guzergahên derbas dibe de hevaltî dikin. Ev rewş di gel de travmayeke kûr çêdike.

Di Tebaxa 2014’an de li dijî civaka Êzidî ya xwedî baweriya Êzdayetiyê komkujiya 74’an pêk hat. Şopên qirkirina ku 9 sal li pey xwe hişt, hêj li Şengal û gundên wê pir zindî ye. Gorên komî jî şopa herî mezin e. Jinên Êzidî yên ku dixwazin gor bên vekirin bi van gotinan bertekên xwe anîn li ser ziman: “Bi venekirina gorên komî yên cîranên me re, me neçar dikin ku em 24 saetan bi mirî û êşên xwe re bijîn. Divê ev ferman bi dawî bibe."

Piştî qirkirina li Şengalê hat jiyîn re, civaka Êzidî bi avakirina pergala Xweseriya Demokratîk ya Şengalê û hêzên parastinê hewl da li ser piyan bimîne. Di encama îradeya bi bedelên mezin û bi berxwedanê hat afirandin de xwe li jiyanê girtin. Bi hêviyê li pêşerojê nêrtin, bû gava herî girîng ku civaka Êzidî li ser piyan girt. Ji bo vegera gundan, nûkirina xaniyên hilweşiyan, avakirina gundên nû ya li kêleka hemû rêyên ber bi çiyayan ve diçe, keskkirina xwezayê û tevahiya rojê kênîna tijî dev, 9 salan têkoşînek mezin hat dayîn. Armanca ew kesên ku fermanê bi rê ve birin jî ji bilî hînkirina civaka Êzidî ya ku bi hêviyê dijî, bi mirinê û bi êşê ve jiyankirine nebû. Hêj nîvê gorên komî yên ku 9 sal in li benda vekirinê ne, nehatine vekirin. Bi îtîfaqa 9’ê Cotmehê re her roj pêşengek tê qetilkirin, ji nû ve tê xwetin ji dilê civakê re xençereya îxanetê bêxistin û hewl tê dayîn bi gelek mînakên din re  civaka Êzidî ya ku tovên hêviyê di dilê xwe de çandiye were paşve kişandin.

Sêdar û gorên komî

Gelê Gundê Siba Şêx Xidir piranî ji eşîra Qiranî ne. Qiraniyan wek mirovên tijî jiyan û keyfxweş tên naskirin. Di fermanê de jî aliyên wan ên berxwedanî derket holê, gundê Siba Şêx Xidir li ber xwe da û zanî gundê xwe biparêze. Wek encam pir kêm gelê Sibayê ketin destê DAIŞ’ê. Yên di berxwedanê de bûm heta guleyên xwe yên dawî şerkir, dema ji bo xwe bigihînin malbatên xwe derketin ser rê bêparastin man û li nîvê gund hatin qetilkirin. DAIŞ’ê li tam nîvê gundê Siba ji bo 3 ketîn û derketina wê re gorek komî çêkir. Her wiha bi dehan jî gorên yekane çêkir. 3 gorên komî yên mezin û sêdara li kêleka wê, di nîvê gund de mîna wêneyek Fermanê radiwest e.

Em bi lorîna dayikek re ber bi gorên komî ve rêwîtî dikin. Li ser banê mala xwe ya du qatî, berê xwe dayê gund û ji dûr ve bi çavên xwe gorên komî dipaland û ev tişt dilorîn e: "Sibaya min Sibaya min", Siba hêlîna qehremanan, egît û lehengan bû."

Ji bo Siba û yên li berxwe didin re lorîn

Me got em bêyî lorîna dayê Şemê neçîn li ser gorên komî. Dayê Şeme ku sembola Şengalê ye û di heman demê de dayika berxwedêr a Sîba ye, li ser navê hemû dayikan lorandî bû û gorên komî wiha pênase kiribû û lorînek wiha dîrej lorandî bû: “Yên ku çûbûn seferê nikarin vegerin, ji gorên komî yên li nîvê gund re asê mabûn û nikarîbûn rêyên xwe bibînin. Li ber xwe da bû, bi vî awayî serî li ber dijmîn netewandin, xwe neavêtin û li dijî van çalan li ber xwe dabûn. Ji bo hemû Siba heta hemû Şengal rizgar bibe, bi saetan li ber xwe dan û heta teqeta wan nema li ber DAIŞ'ê rawestiya bû. Dema bedenê van vestiyayî hiştî bû û guleyên bi tenêbûnê şikestin di bêdengiyê de xeniqandî bû. li nîvê gund gulebaran kirin. Destpêke ev gorên komî salvegera fermanê tîne bîra me. Oyy hawar.” Dayê Şemê lorîna xwe ya dirêj bi awayekî ji her derê gund were bihîstin diqêrî ya. Bi tiştên dît, jiyan û hîs kir re dîrokek dinivîsand.

9 salên derbasbûyî, 89 gorên komî û bi hezaran windayî

Li Şengalê 89 gorên komî yên bi destê DAIŞ’ê hatine çêkirin hene. Tevî ku li ser qirkirinê 9 sal derbas bû jî, ji wan tenê 39 hatin vekirin û hêj 50 gorên komî jî li benda vekirinê ne. Cenaze û perçeyên cenazeyan ya 700 kesan hat dîtin. Tesbîta nasnameya 201’an hat kirin û piraniya wan hêj li Bexdayê li benda testa DNA'yê ne. Gelo li hemberî êşa civak, bawerî, gund, dayikekê nêzîkatiyeke wiha bêperwa tê kirin? Di rastiyê de divê wijdan, edalet û samimiyeta cihanê li Şengalê bipîvin û ji nû ve pênase bikin.

Piraniya gorên komî yan di ketin yan jî li nîvê gundan e, carna di baxçeyên xaniyan de û hinej ji wan jî di hundirê xaniyan de hatine şewitandin. Ev şopan hêj li gelek deverên Şengalê bi zindî dimîn e. Her gundê ku tu diçî, pêşî tê bi gorên xwe yên komî pêşwazî dike. Ne mimkûn e ku vê yekê nebînî û hîs nekî. Deriyên gelek malan ji van gorên komî re derdikeve. Ya rastî bi gorên komî re cîrantî dikin.

Di gera xwe ya gundê Siba Şêx Xidir de, dema em digihêjin nîvê gund ango dema em tên herêma ku gorên komî hene, em dayikek li kêleka dîwer bi gorên komî re diaxivê dibînin. Em nikarin ji vê yekê re xemsar bimînin, dema em diçin li gel wê axaftina xwe ya bi gorên komî re qedandibû û bi rûyekî xemgîn berê xwe da kamerayên me û got: “Êzidî belangaz kirin, tenê û bêçek hatin hiştin û me tiştekî nabînin. Lê ger di destê me de çekên giran hebûya, tu kesî nedikarî van tiştan li me bike.

'Hestiyên miriyên xistin torbeyên çopê û dan destê me‘

Dayê Wethe Mirad ji me re qala gorên komî yên li Siba hatine çêkirin dike: “Li ser fermanê re 9 sal derbas bûn. Lê şopa fermanê li hemû gundên me hîn zindî ye. Kes ji bo me tiştek nekir. Malbatên gelek kesên ku di gorên komî de hatine definkirin, hêj jî ji ber êş û azarên xwe nikarin vegerin Şengalê. Ji bo vekirina gorên komî pere ji hin malbatan tê xwestin û derfetên malbatan jî têra vê yekê nakin. Gorên me yên komî wek qedera me hatin hiştin. Bi taybetî jî li Sîbayê kes ji bo vekirina gorên komî hewil nade. Her dema ku em ji vir derbas dibin, ji nû ve ev roj tên bîra me. Em travmaya ku 9 sal berê jiyan kir, ji nû ve dijîn.

Li Şengalê hin gorên komî vekirin û hestiyên hatin dîtin birin Bexdayê. Piştre bang li malbatan kirin û gotin, ji bo hestiyên miriyên xwe tabûtek bînin û werin hestiyên miriyên xwe bigirin. Gelek malbat di rewşeke ewqas xirab de bûn ku nikaribûn tabût bikirin. Dewlet jî hestiyên aîdê kesên ku tabût nebirin, xist nava torbeya çopê û radestî malbatê kir. Kîjan wijdan vê yekê qebûl bike? Reba ku em pê bawer dikin, vê yekê qebûl nake, bi her awayî Xwedayê wan jî vê yekê qebûl nake. Me vê yekê heq nekir. Divê mafên şehîdên me yên di gorên komî de hatine veşartin, hatiba radest kirin.”

'Dewletên bê wijdan û edalet ên ku di mirovahiyê de bin ketine ne’

Hewl tê dayîn ku qirkirin ji bo Kurdan û civaka Êzidî wek çarenûsekê ferz bikin. Me ji malbatan re radest kirina hestiyên zarokên wan ya di tûrikê kargoyan de li Tirkiyeyê dît û rûye rast ya qirkirinê xwe bi vî awayî zelal dike. Qirkirin di navbera dewletan de mîna nexweşiye weba ye. Belê, hestiyên bi dehan an jî bi sedan zarokên ku li ser dilê dayikên xwe wek kêvirek rûniştine û li ser destek axê belav bûne, xistin nav tûrikên çopê û dane wan. Lê mixabin dewleta Iraqê, wekî ku di vekirina gorên komî de dereng ma, dema dayîna cenazeyan jî bêhurmetiyeke mezin li malbatên êşen wan mezin û civaka Êzidî kir. Bi gotina dayîkan; "Dewletên bê wijdan û edalet ên ku di mirovahiyê de bin ketine ne.”

Dayê Wethe vegotina şahidiya dişibe wehşeta Serdema Navîn berdewam dike;

“Me şahidiya gorên komî yên hatin çêkirin kir. Zarok û hevjînên me li çeperan li ber xwe dan. Wan di tevahiya rê de kirin rêz, piştre pişta wan dan dîwaran gulebaran kirin û ev jî têr nekir sêdar danîn. Werîsa ku ji bo sêdarê daleqandin, hêj jî li cihê xwe ye. 3 darvekiribûn, lê di salên ewil de 2 ji wan rakirin, lê hêj yek di cihê xwe de ye. Piştî ku mirovê bi sêdarê ve daliqandin qetilkirin, danîn devê kemçeyê û diavêtin çalên ku kolandin e. Li Şengalê di hin gorên komî de mirov bi saxî hatin definkirin.

Em ê vê fermanê ji bîr nekin, lê pêwist nake bi berdewamî hûrguliyên fermanê û êşên ku hatine jiyîn bînin bîra me. Ev gorên komî bûn cîranên me. Ev ji bo me pir giran e. Ji bo dayika ku zarokê xwe winda kiriye çiqas zehmet e. Hestek pir giran e ku her roj li ber mala xwe rûne û bifikire di gora komî de li ber wê raweste dibe ku kurê wê heye. Ez hîna jî fêm nakim ku me çawa heta niha karîbû wiha biseknîn. Em her tim bi miriyan re dijîn. Em dixwazin xwe li ser jiyanê bigrin, lê dema ku miriyên cîranên me bin, ev yek pir zehmet e. Em nizanin di gorên komî de çend kes û kî heye. Lê ya ku em dibînin û pêşbînî dikin dibe ku 150 kes bin.

'Em dixwazin gorên komî bên vekirin'

Yekane tişta ku em dixwazin vekirina van gorên komî ye ku 9 sal in li pêşiya me ne. Iraq dibêje li hemberî me berpirsyar e, lê berpirsyartiya li dijî Şengalê beriya her tiştî vekirina gorên komî ye. Di vê mijarê de hertim me dixapînin. Bila ji bo me gorên me yên komî vekin, em tiştekî din naxwazin. Ji xeynî vê em dikarin li ser piran biseknîn, pêwistiya me bi kesî nîne.

Em her sal, di salvegera fermanê de li dora gorên komî yek dibin, çîra pêdixin û kulîlkan datînin. Em dua dikin û ji cîhanê dixwazin ku van gorên komî veke. Em bi salan e van rîtûelan dikin.”

‘Divê jinên Êzidî beşdarî dadgehên ku dê ji bo DAIŞ’ê bên avakirin bibin’

Dayê Wethe ya dibêje, “Divê DAIŞ û hevkarên wî yên sûcên li dijî mirovahiyê kirine, hesab bidin” behsa çeteyên DAIŞ’ê dike, dibêje bila ew bidin me, em sed qatî tiştên ku li me kirine li wan bikin û bi van gotinan hêrsa xwe bêdeng nake û tiştên ji hundirê wê derbas dike rêz dike; “Bila wan bidin me, ya rast divê em wan darizînin, divê ji berê vê hatiban darizandin. Tişta ku hat serê me nehat jibîrkirin û divê hesab bê pirsîn. Em gihîştin hêzê ku li dijî DAIŞ’ê şer bikin. Berê jinan şer nedikirin, lê niha jinên Êzidî jî dikarin şer bikin. YJŞ’ê me heye. Gelek jin fêrî bikaranîna çekan bûn. Em gihiştine wê hêza ku li her qadê li dijî DAIŞ'ê şer bikin. Em dayikên Êzidî dixwazin beşdarî darizandina DAIŞ'ê bibin. Divê ev hesabê sûcên pêkanîn bidin. Divê ew tiştên ku li me dan jiyîn, sed qatî bijîn.”

'Ne hêsane ku tiştên qewîmine bi gotinan bê vegotin‘

Ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate ragihand ku dê çeteyên DAIŞ’ê yên girtî bên darizandin. Dayê Wethe û bi dehan jinên Êzidî li benda vê darizandinê ne. Herî dawî em bi Dayê Wethe re bi gotina “Divê tiştên li me hatiye kirin, li gel kesî nemîne û em jî ferî nehişte bûn“ re ber bi gorên komî ve diçin. Ji rûyê wê diyar re ku tiştên axivî wê westand. Bê guman, hêsan e ku tiştên qewîmîne bi gotinan bê vegotin.