Li Şengalê Cejna Şêşems hat pîroz kirin

Di baweriya Êzîdiyan de hefteya yekem û duyem a Kanûnê, rojên herî kurt ên salê ne lewma di van hefteyan de 3 rojan, sêşem, çarşem û pênşemê rojî tê girtin. Roja Înê jî roja cejnê ango Cejna Şêşems e.

Şengal-Civaka Êzîdî cejna Şêşems pîroz dike ku di nav Êzîdiyan de cejna herî pîroz tê binavkirin e. Di vê cejnê de destpêkê  Şêxên Şêşems rojî digrin û bi vî awayî cejn destpêdike û pîroz dikin. Di heman demê de Çilegir jî vê rojiyê digrin û pîroz dikin. Li ser Şêxên  Şêşems ê  ferze ku vê rojiyê bigrin. Li gorî awayên Êzîdiyan rojên Sêşem, Çarşem û Pênşemê rojî tê girtin. Di van sê rojan de ne tenê rojî tê girtin, di heman demê de dil pakî tê kirin, her kesê ku ji hev xeyidiye tê gel hev. Her kes bi dilekî pak û paqij li hevdû meyze dikin.

Diayên rojiyê jî wisa ne;

“Ya Şêşems tu rojiya me qebûl bikî û van rojiya ji me re xêr binivîsînî. Tu berê me û mala me bidî îmanê û riya tifaqê û xêrxweziyê li pêşiya me daynî. Tu çi qeda û belayê neynî pêşiya me. Em ê van rojiyan bigrin ji bo xatirê navê te em ê xwe birsî bikin ji bo navê te ey Xwedayê min tu tiştê baş bînî pêşiya me.”

‘Em naxwazin rêwresmên me tune bibin’

Malbata Neyîma Xelef Hecî yek ji wan malbata ye ku rêwresmên cejnê 3 rojan di mala xwe de birêve dibin ji mere behsa birêve çûyina rojên rojiyê û cejnê kir û wiha got: “Di serî de ez vê cejnê li hemû Êzidiyên welat û dervî welat pîroz dikim. Beriya cejnê bi yek hefteyê em şêrînahî, kulîçe û biskewît û hwd çêdikin. Roja duşemê jî em semadê (çeşîtek xwarine) digerînin û em sewikan dipijin. Her mirovekî ku hate gel me di van rojan de birçî ji gel me naçe. Cejna Şêşems sê roj in. Em şêxê şemsane li ser deriyê quba Şêşemis in. Vê cejnê li her kesekî ku li ser deriyê quba Şêşemse pîroz dikim.  Em naxwazin ku rê û resmên me tune bibin.”

‘Cejna Şêşems gelek xweş e’

Neîme Xelef Hecî behsa xweşiya vê cejnê kir û û wiha pê de çû: “Di vê cejnê de her kes tê serdana me û cejna me pîroz dikin. Niha pir kes li vir amade bûne hindek ji wan mirîdin hatine xizmeta cejnê dikin.  Xwedanê vê cejnê her kesî biparêze û mirad û daxwaza her kesî pêk bîne. Rojiyên me Êzidiyan ji niha de destpê dikin. Di serî de em rojî digrin û cejnê çêdikin, piştre Feqîrin. Cejnekî xweş e û tenê sê rojan berdewam dike. Em xwarinên cûda cûda çêdikin. Em kutilk, eprax û hwd çêdikin di vê cejnê de, pir caran bi şev em bangî pir kesan dikin dibêjin werin hûn îşev mêvanên me ne hûnê li gel me şîvê bixwin. Di roja yekem ya cejnê de em taştêya Şêşems datînin ku ew jî serûpê ne. Hêviya me ya îsale ewe ku xwedê hemû Êzidiyan û hemû miletên xêrxwaz biparêze.”

Kurtê Şêx dayika Neime Xelef jî ji mere li ser rêwresmên cejnê axivî û dûa ji hemû mirovên dilfireh re kir û wiha got: “Em 3 rojan rojî digrin û roja çarem jî (Înê) roja cejnê ye.. Xwarinê çêdikin. Rojiyên destpêkê ji Cejna Şêşems destpêdike. Ev rojî Çilegir, Feqîr û Şêxê Şemsa piranî digrin. Hemû kesê têne serdanê û cejnê pîroz dikin. Gunehe ku kesên tê cejnê bê xwarin ji mal derkevin. Hêvî û daxwaziya me ya îsal ewe ku hemû mirovên baş serbikevin. Her kesekî ku piştevaniya Êzidiyan dike biser bikeve û her kesekî ku vê cejnê pîroz dike biserbikeve.”