Li Şehbayê pergala netewa demokratîk jiyanî dibe

Bi tevlikirina kar û xebatên meclis û komunên herdu kantonên Efrîn-Şehbayê projeya netewa demokratîk bi jiyanî dibe.

HESNA MIHEMED

Şehba - Piştî koçberbûna gelê Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de ji warê xwe û li kantona Şehbayê bi cih bûn, bi gelê resen ê Şehbayê re berxwedana xwe ji bo têkbirina dagirkeriyê domandin. Nêzî 6 meh in komîn, meclis û desteyên Efrîn û Şehbayê kar û xebatên xwe di bin sîwana projeya netewa demokratîk de didin meşandin. Der barê biryara tevlikrina saziyan de endam û hevserokên meclis û komînan nêrînên xwe anîn ziman.

Me projeya Netewa Demokratîk pêk anî

Hevseroka Meclisa navçeya Fafîna Şehbayê Fikret Abdelo ku ji koçberên Efrînê ye der barê armanca tevlîkirina saziyan de got: "Yekbûna gelê Efrîn û Şehbayê, mijarek gelek girîng bû, wê ev gav ji zû ve bihata avêtin lê ji ber êrîşên dagirkeriyê li ser herêmê ev biryar demeke hat rawestandin. Diviyabû beriya du salan tevlikirina saziyên Efrîn û Şehbayê bihata pêkanîn. Ji bo pêkanîna projeya Netewa Demokratîk û yekitiya gelan a ku Rêber Apo pêşkêş kiriye li ser rûyê erdê pêk bînin em gihîştin biryarekê ku saziyên Şehba û Efrînê tevlihev bikin û xebat bi hev re bidin meşandin. Bi vê tevlibûnê kêfxweşiyek li gel herdu kantonan çêbû ji ber em û gelê resen ê Şehbayê ji hev qut bibûn lê bi vê tevlibûnê  ev qutbûn hat telafîkirin. Yekbûn û wekhevî di nava civakê de pêk hat."

Cudahiya di navbera gelê Efrîn û Şehbayê de hat rakirin

Fikret Abdelo teqez kir ku bi biryara tevlikirina karên herdu kantonan, cudahî ji nava gel hatiye rakirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Bi vê tevlibûnê cudahiya di navbera Efrîn û Şehbayê de hat rakirin. Komîte ji pêkhateyên Ereb û Kurd hatin avakirin, di heman demê de kar hat parvekirin di nava hev de. Bi vê yekê re zimanê Erebî û Kurdî di nava civakê de xurtir bû gelê ereb fêrî Kurdî bû Kurd jî fêrî Erebî dibin yanî hevsengiyek hat avakirin. Her wiha bi biryara tevlkirinê jî gel ji pişaftinê hat parastin ji ber ku Şehba piraniya wan Kurd in ji Kurdîtiyê hatine dûrxistin. Perwerde, civîn û tekmîlên xwe em bi hev re li dar dixin. Me perwerde li ser rêvebertiya rast dît, armanca me ji dayînê vê perwerdeyê ew e ku hundirê meclis û komînan de em bikaribin karek hevbeş di nava gel de bidin meşandin."

Di bin sîwana netewa demokratîk de xebatan didin meşandin

Endama komîteya Jin a meclisa navçeya Fafînê Yesmîn Muslim ku ji Şehbayê ye diyar kir ku bi tevlikirina kantonên Efrîn û Şehbayê kar baştir tê meşandin û ev tişt anî ziman: "Piştî tevlikirina meclis û komînên herdu kantonên Efrîn û Şehbayê kar berfirehtir bû, em bi vê yekê gelek kêfxweş in ji ber em û Efrîniyan zêdetir nêzî hev bûn. Em û Efrînî ji hev gelek sûd digrin û karê xwe bi tensîqên navbera xwe de didin meşandin. Bi saya projeya netewa demokratîk îro em û koçberên Efrînê xebatên xwe didin meşandin. Bi taybetî jinên Şehbayê hêzê ji jinên Efrînê girtin û berê xwe dan saziyan, cih di nav wan de girtin. Di nava meclisan de em bi hev re dibin alîkar."

Bi hevdu re dibin alîkar

Endama komîteya Hêza Cewherî ya komîna navçeya Fafînê ku ji Şehbayê ye Cemîla Hisên der barê meşandina kar û xebatên komînê di bin sîwana projeya netewa demokratîk de wiha got: "Beriya biryara tevlibûna herdu kantonan, karê gelê Şehba û Efrînê ji hev cudatir bû lê piştî tevlibûn çêbû karê me û gelê Efrînê bi hevbeş hat meşandin. Di hundirê komînê de Efrîn û Şehba cih digrin û dibin alîkarên hev di warê serdanên malan û belavkirina pêdiviyên gel de."