Li Şehbayê ji bo xwendekaran perwerdeyên havînê tê dayîn

Rûxmê êrişên dewleta Tirk û rêgiriya hikûmeta Şamê ya li ser Şehbayê berxwedana gel didome. Desteya Perwerde û Hîndekariyê dest bi perwerdeyên xurtkirina xwendekaran di warê materyalên xwendinê de kir.

HESNA MIHEMED

Şehba – Rûxmê êrişên dewleta Tirk ê di sala 2018’an Efrînê dagir kir û gel neçar ma berê xwe bide herema Şehbayê û rêgiriya hikûmeta Şamê ya li ser herema Şehbayê dimeşîne di hemû qadên jiyanê de berxwedan bi biryardarî didome.

Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Efrîn-Şehbayê ji bo pêşxistina asta xwendekarên xwe di warê xwendinê de dest bi perwerdeya xurtkirina ziman kir. Perwerdeyan li hemû dibistanên kantona Şehbayê di 15'ê Tîrmehê de dest pê kirin û wê mehekê berdewam bikin. Di perwerdeyê de babetên bingehîn ên wek waneyên zanistî û wêjeyî, bîrkarî, zanyarî, zimanê Kurdî, zimanê Erebî, fîzîk û kîmya û zimanê Îngilîzî tên dayîn.

13 hezar û 622 xwendekar bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin

Li ser asta kantona Şehbayê 13 hezar û 622 xwendekar li 68 dibistanan bi zimanê dayikê dixwînin. Xwendekarên ku lawaziyên wan di xwendinê de hene û yên ku pêdiviyên wan bi van waneyan hene tevli vê perwerdeyê dibin. Ev dewreyên perwerdeyê ji xwendekarên navîn û amadehî yên beşên zanistî û wêjeyî re hatine vekirin û 600 xwendevan beşdarî dibin. Der barê perwerdeyê û armanca wê de mamoste û xwendekarên Efrînê nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Rûxmê êriş û rêgiriyê perwerde didome

Mamoste Teniya Memo ya ku zimanê Erebî hînî xwendekaran dike wiha armancên xwe ji bo vekirina dewreyan ani ziman: "Daxwaza me û xwendekaran bi vekirina perwerdeya bi vê rengî hebû. Ji ber ku me dît pêwîstiyên xwendevanan bi dayîna babetên bingehîn ên xwendinê heye. Piştî qedandina dibistanan biryara vekirina perwerdeyên xurtkirina materyalan hat girtin.”

Teniya Memo bal kişand li ser êrişên dewleta Tirk û rêgiriya ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve li ser heremê tê meşandin û got: “Ji ber rewşa erdhejê û êrîşên ku li ser me rojane tên kirin hin xwendekar ji xwendinê mecbûr man qut bibin, ji ber vê yekê ev derfet ji wan re hat vekirin ku asta xwendina xwe bi pêş bixin. Ev rewş jî dihêle ku xwendekar ji xwendinê dûr bikevin lewre hewldanên me ew in ku girêdanek di navbera xwendekaran û xwendinê de çêbikin. Xwendekar ji deverên dûr bi daxwazên mezin hatin dibistanan û li asta pêşketinên xwe digerin. Deriyên me ji hemû xwendekaran re vekirîne.”

Teniya Memo bang li xwendekarên ku tevli vê perwerdeyê nebûne kir ku tevli perwerdeyan bibin, bal kişand ku ji ber rêgirî û ambargoya hikûmeta Şamê li heremê êvaran kerabe nîne û got: “Di zivistanê de ji ber roj kurt in û elektrîk tune ye, di demsala havînê de ev dewreyên perwerdeyê hatin vekirin."

'Bi xwendinê em ê serkeftinê bi dest bixin'

Xwendekar Darîn Memo a ku refa dehemîn dixwîne û di perwerdeyên xurtkirina materyalê de cih digre wiha dibêje: "Daxwaza me bû ku ev perwerde bên vekirin û em beşdar bibin. Mamosteyên me jî daxwaza me bi cih anîn û waneyan didin me ji bo ku em xwe zêdetir bi pêş bixin di warê xwendinê de. Her wiha dema em derbasî sala xwendinê ya fermî bibin agahiyên nû li gel me hebin. Babetên ku em dibînin ên bingehîn û girîng in. Mamosteyên me xwe bi me re diwestînin tenê ji bo em bi awayê serkeftî derkevin û em ê jî xwedî li keda wan derkevin."

'Perwerde asta xwendina me bi pêş dixe'

Sendî Hibo ya ku tevli perwerdeyên bihêzkirina xendinê dibe kêfxweşiya xwe ya ji bo vê yekê anî ziman û got: "Em spasiya Desteya Perwerde û Hîndekariyê dikin ku derfet ji me re ava kir da em xwe bêhtir di asta zanistê de bi pêş bixin. Di heman demê de em ji waneyên ku dibînin gelek sûd digrin û fêrî agahiyên nû dibin ku wê di demên pêş de me bi pêş bixin. Ev perwerde dihêle ku asta xwendina me bi pêş bikeve û em zanatir bibin."