Li Îranê dibistan vebûn lê pol dibin xetera şewbê de ne
Li Îranê di vê serdema ku perwerdeya rû bi rû dest pê kiriye, li aliyekî xwendekar û mamoste dibêjin ew kêfxweş in, li aliyê din jî dixwazin kêmasiyên binesaziyê bên çareserkirin.
HÎMA RAD
Mahabad – Îran yek ji wan welatan e ku nexweşiya şewba koronayê ya ku tevahiya cîhanê jê bi bandor bû, bi tundî lê derbas bû. Li welat dibistan ji nû ve vebûn lê ji bo parastina mamoste û zarokan a ji şewbê hîn tedbîr nehatin girtin; pirsgirêkên binesaziyê nehatin çareserkirin. Li dibistanan pandemî jî di nav de nexweşiyên şewbê xeterê belav dikin.
Me di nûçeyên xwe de cih da nêrînên mamoste û xwendekarên ku li dibistanan perwerdeya xwe didomînin, ji ber ewlehiya wan me navê wan ê rast bi kar neanî. Hem daxwazên mamosteyan hem jî yên xwendekaran hevpar in.
Endama Yekitiya Mamosteyan Sarah jî diyar kir ku ew hê rast nabînin dibistanan rû bi rû werin vekirin û got: “Vekirina dibistanan ne biryareke rast e. Bi rastî metirsî heye ku hawirdora ne hîjyenîk û nexweşiyên serpêhatî yên ji ber binesaziyê çêdibin zêdetir belav bibin. Tu biryareke meclisê nîn e ku hem kêmasiya tenduristî hem jî perwerdekar ji holê rabike." Sarah wiha diaxive: “Li Îranê hejmara kesên ku di heyama pandemiyê de jiyana xwe ji dest dane, nehat eşkerekirin û hejmarên ku hatine ragihandin teqez ne rast in. Aşîkirin ji hê neqediyaye. Ji dema ku dibistan vebûn heta niha ji ber ku tedbîr û binesaziyek tune ye, rêjeya nexweşiya koronayê li ser zarokan zêdetir bûye."
Di bin zexta pandemî û darayî de ne
Xwendekara wêjeyê Maryam dibêje ku ji meha Nîsanê û vir ve xwendina xwe ya zanîngehê didomîne. Meryem wiha axivî: "Ders serhêl in lê îmtîhan rû bi rû ne. Bi rastî pir bêwate ye. Kapasîteya odeyên li yûrde bi giştî tijî ye, em di odeyên piçûk de asê dimînin. Ne tenê pandemî, bihayê her tişt pir zêde bûye. Bihayê her tiştî pir zêde ye, pirtûkên zanîngehê pir buha ne. Em gelek di bin zexta darayî de dijîn.”
"Derfeta min a perwerdeya ji dûr ve tune ye"
Sehera ku xwendekara pola 11’emîn e, dibêje ku ew sê sal in nikare biçe dibistanê. Seher wiha rewşê vedibêje: “Me perwerdeya serhêl dît, bi rastî em qet ji îmtîhanên rû bi rû re amade nebûn. Ji ber ku ez aşî nebûm û nexweşê nexweşiya dil im ditirsim. Pol heta dawiyê tije ne, mesafeya civakî nîn e ji ber ku cihek wisa ji we re namîne. Rewşa me ya aborî nîn e, telefona min nîn e û derfeta min tune ye ez ji tablet an jî telefona bi aqil perwerdeyê ji dûr ve bigrim êdî qet nemaye.
Zarokên ji 12 salî biçûktir nehatin aşîkirin
Xwendekar û mamoste dixwazin di rewşa qeyrana heyî de mafên wan bên parastin. Ji ber ku ji bo mesafe were parastin li yûrdan cih tune ye, heta polan divê binesaziyek li gorî vê rewşê çêbibe.
Li gorî agahiyan, li Îranê ji bo xwendekarên di bin 12 saliyê de aşiya vîrusa koronayê nayê kirin. Xwendekar hem dixwazin bê perwerde nemînin hem jî tenduristiya xwe biparêzin û pandemî ji malên xwe dûr bixin.