Li Îranê dibistan tên girtin û zarok şerpeze dibin
Girtinên dubare yên dibistanan û destpêkirina fêrbûna di serhêlê (li ser înternetê) de, di mehên dawî de bandorek gelek xirab li xwendekar û malbatan kir.
SOMA KARAMÎ
Ciwanro – Girtinên dubare yên dibistanên ku ji ber qirêjiya hewayê, belavbûna grîbê an krîzên enerjiyê, bi taybetî jî dema ku bêyî plansazî û xurtkirina binesaziyê çêdibin, valahiya çîna perwerdehiyê kûrtir dikin. Heta li bajarokên biçûk ên wekî Ciwanro ku ne bi qirêjiya hewayê û ne jî bi belavbûna nexweşiyên berfireh re rû bi rû ne, perwerdehiya bi şexsî hatiye rawestandin û ders derbasî serhêlê bûne. Xwendekarên ku gihîştina wan bi înterneta sabît, têlefonên jîr, an cîhek guncaw ji bo xwendinê tunene, ji perwerdehiya bi kalîte bêpar in. Endamên parlementoyê û pisporên perwerdehiyê hişyarî dane ku pêkanîna perwerdehiya vîrtual bêyî dabînkirina binesaziya pêwîst dê bibe sedema dûrxistina hêdî hêdî ya hin xwendekaran a ji çerxa perwerdehiyê.
Perwerda serhêl guhertina avahiya fêrbûna zarokan e
Dersên vîrtual ne tenê ekranê bi polê diguhezînin; ew tevahiya şêwaza fêrbûna zarokan diguherînin. Zarok ji bo balkişandin û pêşketina xwe ya ji hêla zanînî ve hewceyî tevger, lîstin û guhertina jîngehê ne, lê perwerdehiya serhêl van hewcedariyên xwezayî sînordar dike. Encamên van sînordarkirinan bi şiklê bêzarî, acizbûn, westandina derûnî û westandina hestyarî têne xuyangkirin. Samîra Xoramî ku dayîka keçek 10 salî ye, dibêje ku keça wê ji bo destpêkirina sala xwendinê bi heyecan bûye, lê girtina dersên serhêl, pirî caran motîvasyon û bala wê kêm kiriye. Li gorî wê, perwerdehiya malê di navbera dê û bavan û zarokan de bûye sedema tengezariyek domdar û zextê li ser atmosfera malbatê kiriye.
Westandina bedenî û derûnî ya di dersên vîrtual de
Di perwerdehiya serhêl de, zarok neçar e ku bi saetan di rewşek sabît de rûne û li ekranê binêre. Ev rewş gera xwînê û dabînkirina oksîjenê kêm dike û zextek zêde li ser çav û mêjî dike. Westandina derûnî û stresa ji ber van mercan çêdibe heta piştî dawiya dersê jî berdewam dike û şiyana zarok a başbûna laşî û derûnî têk dibe.
Ji cîhek bi ewle ber bi dirêjkirina dibistanê ve
Mala ku ji bo zarok cîhek bêhnvedan û lîstikê ye, bi perwerdehiya serhêl dibe hawîrdorek perwerdehî û peywir-navendî. Windabûna sînorê di navbera "mal" û "dibistanê" de dibe sedema tevliheviya derûnî ya zarok, kêmbûna hesta ewlehiyê û bêaramiya psîkolojîk. Dema ku odeya razanê an jî odeya rûniştinê rola dersxaneyê digre ser xwe, zarok êdî cîhek serbixwe ji bo bêhnvedana derûnî nabîne.
Gihîştina tevahî ya zarok a bi telefona destan a ji bo beşdarbûna dersên serhêl, bingeha girêdayîbûna zû bi sîber-cîhanê diafirîne. Bahar Moradî ku dayîka xwendekarek pola 5’emîn e, dibêje ku ji bilî dersên serhêl, zarokê wê bi hêsanî dighîje torên civakî û lîstikên serhêl. Bahar destnîşan kir ku hawîrdorek ku ne tenê giraniya perwerdehiyê kêm dike, di heman demê de zarok bi naveroka ne guncaw re jî rû bi rû dihêle.
Perwerdehiya serhêl ji perspektîfa mamosteyan
Şebnem Mardaî ku mamosteyeke pola yekem û duyem e, bawer dike ku perwerdehiya virtual mamosteyan ji şiyana nirxandina rast a asta fêrbûna xwendekaran bêpar dike. Ew dibêje ku nekarîna dîtina bertek û têgihîştina zarokan a di wextê rast de, kalîteya hînkirinê bi giranî kêm kiriye. Mamoste Şebnem, diyar kir ku balkişandina dirêj li ser ekranê jî westandina derûnî ya mamosteyan zêde kiriye.
Zexta perwerda serhêl li ser derûniya dayîkan
Barê herî mezin ê perwerdehiya vîrtual, dikeve ser milê dayîkan. Jinên ku di heman demê de berpirsiyarê lênêrîna zarokan, şopandina karên malê û birêvebirina malê ne. Lêkolînên tenduristiya derûnî li Dewletên Yekbûyî û Ewropayê nîşan didin ku perwerdehiya dûr bi zêdebûna ji sedî 25 heta 30 di fikar û depresyona dêûbavan de ve girêdayî ye. Donya Zareî ku dayîka xwendekarek û zarokek biçûk, vê zextê wekî "kronîk û westiyayî" bi nav dike. Ew dibêje ku nebûna piştgiriya saziyî û veguheztina rola mamoste bo malbatê bûye sedema hestên sûcdariyê, westandina zêde û tengezariya domdar a di jiyana jinan de. Li gorî wê, perwerdehiya serhêl bêyî perwerde û amûrên guncaw ên dêûbavan herî zêde tenduristiya derûnî ya dayîkan hedef girtiye.
Girtinên berdewam û perspektîfek xemgîn
Li gorî îstatîstîkan, ji destpêka sala 2023’yan heta sala 2024’an, dibistanên li welêt bi qasî ji 260 heta 300 rojan, bi awayekî negirêdayî xebitîne. Di heman heyamê de, hejmara xwendekarên ku ji dibistanê bêpar mane 911 hezar zêde bûye û gihîştiye nêzîkî 950 hezarî; zêdebûnek ku bi piranî ji ber sedemên kêmdahat e. Bi krîza enerjiyê ya berdewam re, kêmbûna av û elektrîkê re, îhtîmala berfirehbûna girtinan di sala pêş de zêde bûye. Rewşek ku dikare valahiya perwerdehiyê, stresa psîkolojîk li ser malbatan û hilweşîna pergala perwerdehiyê hîn xirabtir bike, heye.