Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 17 jin hatine kuştin

Li gorî daneyên Mafê Mirovan di meha Hezîranê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 17 jin hatine kuştin, ji wan 7 jin hatine kuştin û 10 jinan jî ji ber sedemên nayê zanîn xwe kuştine.

Navenda Nuçeyan - Di meha hezîranê de li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê Tahran, Kirmanşah, Saqiz, Îlam, Darşahir û Dehdeşt 7 jin hatine kuştin û 10 jinan jî ji ber sedemên nayên zanîn xwe kuştine, bi giştî 17 jin hatine kuştin. Bi giştî sedema kuştina van jinan nayê zanîn, yan ji aliyê endamên malbata xwe yan jî ji aliyê kesê nêzî xwe ve di bin navê namusê, pirsgirêkên malbatê, xizanî û pirsgirêkên aborî de hatine kuştin. Beşek ji sedemên van xwekuştinan zewaca bi zorê ye, cudahiya zeyendî, pirsgirêkên malbatê, hejarî û bêkariye.
Hinek ji sedemê kuştin û xwekuştina jinan; 
Di roja 30’ê Gulanê de jinek ciwan li bajarê Tahranê ji ber sedema namusê ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê hat kuştin û piştre jî di balkonê de avêt xwarê.
Di roja 5’ê Hezîranê de li Îlam jinek ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê hate kuştin, pîştî ku sucbar hate girtin weke hincet pirsgirêkên malbatê da nîşandan.
Roja 6’ê Hezîranê du xuşk ji aliyê hevjinên xwe ve li Kirmanşah bi guleyê hatin kuştin, sedemê vê kuştinê jî pirsgirêkên malbatî hate nîşandan.
7’ê Hezîranê li bajarê Darşehir jinek ciwan a bi navê Humîre Bazgir Xurmabadî li gora belegenameyên fermî yê jimara 1 a bajarê Darşehir ji aliyê hevjinê xwe ve bi çekê hatiye kuştin, sedemê vê jî pirsgirêkên malbatî hate nîşandan.
8’ê Hezîranê jinek ciwan a bi navê Gulele Şêxî ya ji Seqîzê ji aliyê dezgirtê xwe ve hatiye kuştin, cenazeyê wê li gundê Çapan sifle hate veşartin. Piştî vê du heftiyan jinek din jî ji aliyê destgirtiyê xwe yê karmendê Banqa Supay bû ve hate kuştin û piştre jî agir berdayê.
20’ê Hezîranê jinek ciwan û birayê xwe ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve li Dêhdeştê bi guleyê hate kuştin. Sedemê vê jî ji ber nakokiyên malbatê ev suce kiriye û piştre ji bi heman çekê hewil daye xwe jî bikuje.
Sedemê xwe kuştina jinan;
3’ê Hezîrana jina binavê Ceylan Ebdî Kurî Mistefa xelkê gundê Wawan dawî li jiyana xwe anî. Li gora raporan sedemê xwekuştina vê jina ciwan pirsgirêkên malbatê hate nişandan.
Di 5’ê Hezîranê de jina binavê Nesrîn Miradî xelkê Silas Babcane dawî li jiyana xwe anî.
21’ê Hezîranê jina ciwan a binavê Faze Mihemed xelkê gundê pêsawî ya girêdayî Piranşarê xwe darve kir û dawî li jiyana xwe anî. 
Di nava mehekê de gelek buyerên xwekuştina jinan li Îranê derket holê, li gora daneyên ne fermî ji ber sedemên namusê jin tên kuştin yan jî xwe dikujin. Heta niha 10 buyerên xwekuştina jinan hatiye aşkere kirin ku ji vana sê buyer diyarin, sedemên xwekuştinên dinê ji hemû hatine veşartin.