Li Îdlibê pirsgirêkên aboriyê

Sûmeya El-Kenco ya ji bajarê Sermedê, dibêje; “Pere ji bo min ne girîng e, kêfxweşiya mirov bi pereyan nayê muqayesekirin. Qelen tenê ji bo adetên civakî ye. Ger bi destên min bûya min qelen nedixwest. Gelo zêdebûna qelen girêdayî serkeftina zewacê ye?”

SUHÊR EL-ÎDLIBÎ
Îdlib - Gelek ciwan li Îdlibê ji ber zêdebûna qelen ku niha bi dolarê Amerîkayê yan lîreyê Tirkiyeyê tê diyarkirin gilî dikin. Ji ber vê yekê ew ji cîwarbûn, derfetên darayî yên nebaş û nebûna derfetên kar êşê dikşînin. Vê mijarê hişt ku heta niha tevî temenê mezin gelek keç û xort nezewicin. 
Sûmeya El-Kenco ya 25 salî ji xortê ku di kar de hev nas kirine hez dike û dixwaze pê re bizewice. Her du ji hev hez dikin lê ji ber qelenê zêde nikarin bizewicin. Li ser vê yekê dibêje ku yên naxwazin keçên xwe bizewicînin qelen buha dikin û dibêje; “Malbata min qebûl nake ez bizewicim heya ku qelenê wê temam bibe. Ev yek jî xortê hevalê min dike tengasiyê û nikare peyda bike.”
Tê zanîn ku qelen di zewacê de girîng e, bi qelen amadekariyên bûkê ku dikeve ser milên zava tê kirin, ji ber vê zêdebûna van mesrefan jî xortên ku dixwazin bizewicin zêdetir xemgîn dibin.
Pêwîst e malbat di mijara zewaca zarokên xwe de dilnizm bin
Sûmeya El-Kenco ya ji bajarê Sermedê, dibêje; “Pere ji bo min ne girîng e, kêfxweşiya mirov bi pereyan re nayê muqayesekirin. Qelen tenê ji bo adetên civakî ye. Ger bi destê min bûya min qelen nedixwest. Gelo zêdebûna qelen girêdayî serkeftina zewacê ye? Bi rastî ne girêdayî ye, ji ber ku me gelek êş ji rewşên zewacê yên binkeftî kişandin, di dawiyê de bi teleqê bi dawî dibû.”
Sûmeya El-Kenco pêşniyar li hemû malbatan de ku di zewacê de dilnizim bin û rewşa xortan di ber çavan re derbas bikin. 
Salî Yûsif a 20 salî ji bajarê Helebê ye û koçberî Îdlibê bûye. Ew tevli nêrîna Sûmeya El-Kenco nabe û wiha dibêje; “Qelen ji keçikan re pêwîst e û di pêşerojê de mafên wan dabîn dike, her ku qelen zêde dibe, ewqas jin di çavên hevjînê xwe de mezin dibe. Dema ku zilam bifikire li hevjîna xwe xiyanetê bike yan bi rêbazeke nebaş pê re danûstandinê bike, neçar e ji ber buhayê qelenê ku girtiye sed caran bifikire. Ji ber vê Salî Yûsif di buhakirina nirxê qelen de  piştgiriyê dide malbata xwe, çi bi dolarê Amerîkayê yan lîrayê Tirkiyeyê be ji ber ku lîreyê Sûriyeyê qîmeta wî gelekî daketiye û li bakurê Sûriyeyê êdî kes bi kar nayne. Ew dibîne ku 1000 an 1500 dolar mîqdarek meqbûl e. 
Divê qelen kêm be
Sebah El-Hirakî ya 50 salî ku ji bajarê Miaret Numan e, dibîne ku pirsgirêk ne girêdayî zêdebûna buhayê qelen e lê belê bêtir bi mercên dijwar ên jiyanê û mûçeyên kêm ên ciwanan ve girêdayî ye ku bi zor têra wan û malbata wan dike.
Ew axaftina xwe wiha berdewam dike; “Qelenê min berê 50 hezar lîrayên Sûriyeyê bû û heke em wê bi buhayê dolarê berê re hevber bikin, ew bi 1200 dolaran bû. Îro pêncî hezar lîreyên Sûriyeyê ne 15 dolar e û ne mantiqî ye ku qelen ewqas kêm be.” 
Sebah El-Hirakî dibîne ku çareserî ew e buhayê qelen dakeve û bi wî rengî xort jî karibin bizewicin û malek xwe saz bikin.
Bilindbûna qelen li Îdlibê ji bo piraniya ciwanan bûye zehmetî nemaze ji ber ku mûçeyên wan bi zor têra wan dike. 
Divê zewac ji bo ciwanan rehet be
Lûbana El-Mustafa ya 35 salî ku dîplomaya zanîngehê di qanûna îslamî de dewergirtiye, dibêje ku qanûnên îslamî li ser bingeha hêsanî û rizgarbûna ji şermê hatiye sazkirin. Ji vê nerînê, Lûbana banga hêsanbûna mijarên zewacê dike bi teybetî ji ber zehmetiyên jiyanî yên ku ciwanên Sûriyeyê pê re rû bi rû ne.
Di dawiya axaftina xwe de dibêje: “Di rastiyê de qelen sembolek e ji bo hezkirina mêr ji hevjîna xwe re, ew projeye mirovî ye ku li ser hestên mirov nikare wan bi pereyan re muqayese bike tê avakirin.”