Li Êlihê ciwan ber bi narkotîk û fuhûşê de tên kişandin

Endama TJA’yê Şukran Çelebî diyar kir ku li Êlihê ciwan ber bi narkotîk û fuhûşê ve tên kişanandin û wiha got; “Ji taxên Mobîl, Petrolkent û Seyîtlerê giliyên tund tên. Malbat êdî nikarin zarokên xwe derxin derve. Polîtîkaya ku li wir tê meşandin, ciwanên ku siberoja me ne, dikşîne nava kemînan.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Elih- Li herêma ku temenê bikaranîna narkotîkê li gorî salên berê kêm bûye, li gel narkotîkê zêdebûna bûyerên fuhûş û tacîza zayendî jî balê dikşînin. Bi taybetî li bajarên wekî Şirnex, Êlih, Sêrt û Amedê, ji ber zêdebûna bikaranînê gelek kes pê mirin. Li Êlihê ku yek ji bajarên ev yek lê zêde bûye, me bi şêniyên taxê yên ku ji bûyeran bêzar bûne re hevdîtin kir.
Welatiyên ku diyar kirin zarokên wan danê êvarê ji ber narkotîkfiroşan nikarin bi tena serê xwe derkevin derve, banga çareseriya rewşê kirin.
"Em bi fikar in" 
Hat diyarkirin ku bi taybetî li taxên Petrolkent, Seyîtler û Mobîl ên navenda bajêr fuhûş û narkotîk zêde dibe û ji dikandaran heta ciwanên ku diçin parka li taxan her kes ji mijarê agahdar e. Ji şêniyên taxê Ayşe Çetîn jî diyar kir ku bikaranîna narkotîkê li parkan li ber çavên her kesê tê kirin û anî ziman ku ji ber vê rewşê danê êvarê bi keçên xwe re nikarin bi rehetî biçin parkan.
"Em ji tirsê nikarin derkevin derve" 
Ayşe Çetîn da zanîn ku li Pertrolkentê hejmara kesên biyanî yên ku diyar e ne ji taxê ne zêde bûye û wiha got: “Ev rewş çend sal in wiha ye. Li ber mala min parkek heye. Her êvar çi dibe ez dibînim. Ez dibînim ku ne ciwanên li vir in. Jinên biyanî yên berê li vê texê nebûn niha li vir dijîn. Tê gotin ku van jinan ji Sêrt û Wanê anîne. Li taxê her kes wan dibîne lê ji destên kesê tiştek nayê. Ez êvarê ji tirsan nikarim keçên xwe derxim derve. Bikaranîna narkotîk û fuhûşê zêde bûye û ev hemû bi awayekî vekirî tên kirin. Ji ber ku tu ceza nayê dayîn, bi rehetî tiştê ku dixwazin dikin.”
“Ciwan dikevin nava kemînê”
Ayşe Çetîn diyar kir ku zêdebûna kesên li taxan ne asayî ye û diyar kir ku ew ji ber rewşên muhtemel ên werin jiyîn bi fikar in. Jinên endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) ku li ser giliyên malbatan li taxan lêkolîn kirin, bal kişandin ser ku bi taybetî ciwanên bê mal û malbat li taxan dikevin nava vê kemînê. Berdevka TJA'yê ya Êlihê Şukran Çelebî ku der barê mijarê de agahî da, diyar kir ku piştî giliyên şêniyên taxê agahiya wan ji tiştên hatine jiyîn çêbûyê.
“Bi awayekî vekirî fuhûş tê kirin”
Şukran Çelebî, anî ziman ku li ser Êlihê polîtîkayeke taybet tê meşandin û wiha axivî; “Ji taxên Mobîl, Petrolkent û Seyîtlerê giliyên tund tên. Malbat êdî nikarin zarokên xwe derxin derve. Polîtîkaya ku li wir tê meşandin, ciwanên ku siberoja me ne, dikişîne nava kemînên qirêj. Di pêvajoya dawî de, em dibînin ku ev yek di nav taxan de pir zêde bûye. Tevî tê dîtin, tê bihîstin û bertekên malbatan jî tu mudaxele ji bûyerên tên jiyîn re nayê kirin. Hemû dê û bavên ku li vir dijîn niha bi fikar in. Li taxan bi awayekî vekirî fuhûş tê kirin. Em naxwazin bûyerên ku berê qewimîn careke din biqewimin.”
"Ji derve mirovan tînin taxê" 
Şukran Çelebî da zanîn ku tevî ev rewş diyar bûye jî tu gav nehatiye avêtin û got; “Li gel ku evqas tişt diqewimin, çima rayedar der barê wan de tu gavan navêjin? Van polîtîkayan bi hinceta pandemiyê tên meşandin. Ciwanên ku rewşa wan a aborî tune ye, hem ber bi bikaranîna narkotîk û hem jî fuhûşê ve tên ajotin. Ji derve mirov û jinan tînin taxan. Em niha ji rewşa zarokên xwe ditirsin.”