Leyla û Gur... Çîroka jinên ku li kar digerin
Li cihên kar mijara serdestiya pergalê û bêdengkirina jinan bi şert û mercên giran ên cur bi cur pêk tê. Ev rewş, gihîştiye asteke wisa ku jin neçar dimînin xwe isbat bikin û li hemberî kêmasiyên der barê wan de tên kirin, bêdeng bimînin.
EMANÎ EL-MANÎ
Dîmeşq – Wekî werîseke ji agir lê hatiye pêçandin wê dixe nav sînorên mecbûriyetê. Wekî mînak kar bi fonên erzan, ketina bin tecrubeya demkî, demdirêjiya kar her wisa erkdarkirina karmendan bi riya nasan. Ev yek jî bandorê li ser kesên ku bawernameyên zanîngehê wergirtine jî dikin. Belavbûn şêweya karkerên jinên temenê wan ciwan di warê bazirganiya nav malan de wan dixe rewşeke metirsî û xerab. Di vê mijarê de em ê çend serpêhatiyan bînin ziman.
'Asta jinan di kar de weke bêexlaqî dinirxînin'
Jina bi navê A.X peymengeha bazirganiyê xilas kiriye. Jineke berdayî ye û du zarokên wê hene. Beriya 5 salan koçberî Dîmeşqê kiriye, A.X dibêje: "Piştî demek dirêj û derewên ragihandina kar, min di saziyek ku xwediyên wê li jinên berdayî li kar digerin kar kir. Her wiha bi navê piştgiriya hestiyarî û carna li rex wan dima. Ji bo pêkanîna pêdiviyên malbata wan kar dikir. Rêveberê kar me dişandin cihên dûr û em demijmêrên dirêj diman, ji bo karên pêşengeh û bazaran jî bi seyareya taybet me dibirin. Her wiha soz didan me ku dereng bimînin ew ê me bibin malê. Lê ev yek bi cih nedianî û me li nîvê rê dihişt û digot 'Xwe îdare bikin.' Mixabin piştî kar jî diqediya, yan me bi zorê fona xwe jê digirt an me dev ji mafên xwe berdida."
Dema me ji A.X pirsa çima te gilî nekir kir, wiha bersiv da. "Ji ber tirsa feraseta civakê lewre civak, asta jinan a di kar de bêexlaqî dinirxîne û tirsa ku gotinên derew der bare hestên me de bibêjin em bêdeng diman. Her wiha em baş dizanin ku em gilî bikin jî nagihêjin tu encamê. Mînak bêyî ku fona xwe bigirim, min dev ji kar berdida, gelek jinan wisa dikir."
'Gelek caran ez rastî şîdetê hatime'
Keça ciwan S.A ya 24 salî ji ber debara jiyanê xwendina xwe ya amadeyî temam nekiriye. S.A wiha ji me re behsa serpêkhatiya xwe kir: "Ji bo peydakirina kar, ez li gelek cihan geriyam. Min li xwaringeh û dikana cilan kar kir lê mixabin pirî caran rastî şîdetê hatim, çi ji gotinên rêveberên kar be, çi ji kesên ku dihatin pêdiviyên xwe dikirîn. Ez mecbûr dimam ku bêdeng bimînim ji bo karê ji kar neyêm avêtin, min dengê xwe nedikir. Ez baş dizanim bersiv bidim lê xwediyê kar ji min re digot 'Berjewendiya kar pêwîstir e.' Carna min bersiv dida, ew jî dibû sedema derxistina ji kar.
Wekî her kesê xwedî kesayatiya bi xwe bawer, Xeydai Şahîn jî keçeke xwedî enerjiyek domdar e, ji kar hez dike, çalak e, serbilindî û rûmet çend ji taybetmendiyên wê ne. Ew ji bo pêkanîna xeyalên xwe ji bajarê Tertûsê ber bi Dîmeşqê (Şam) ve diçe. Ew di medya, reklam û weşanxaneyan de dixebite. Serî li gelek deriyan dide ji bo kar. Gelek derfetên kar ji wê re çêbûne, wek şanogerî, cihê cilan. Her wiha rastî bêbawerî, xapînokî û bêwefabûnê hatiye her cara ku ji bo kar serlêdan kiriye bersiva neyînî girtiye.
'Divê cihên taybet ji bo giliyan werin vekirin'
Xeydai Şahîn ne keçek bi tenê ye ku rastî şîdet û neqebûlikirinê tê. Lê belê dengê wê li hemberî mêtingeran bilind bûye. Bi sekna xwe ya bi hêz bi riya medyayan rewşa xwe ragihand. Weke bersiveke li hemberî wan 'Ji destwedan û destdirêjiya li ser jinan re na’ û jinên ciwan ên di temenê wê de rastî tecawizê hatine hişyar dike. Her wiha serpêkhatiya hin keçên ku rastî tecawiza zayendî hatine vedibêje: "Nêrîna civakê dihêle ku jin ji bo mafên xwe bêdeng bimînin. Çima û heya kengî wê ev rewş bidome? Gelo hewcedariya me bi zagonên ku mafên jinan ên kar biparêze heye. Ji bo giliyên wan ji rêveberên febrîqeyan re divê cihên taybet bên avakirin da ku her kes bê cezakirin.