Leşkeriya zarokan, li bakurê Sûriyeyê bê kontrol zêde dibe

Têkçûna zagonên navneteweyî di parastina sivîlan de li bakurê Sûriyeyê cesaret da fraksiyonên leşkerî û bû sedem ku zagonên navneteweyî binpê bikin. Ji wan binpêkirinan yek jî leşkeriya zarokan e. Ji ber rewşa şer, koçberî û xizaniyê, ev diyarde her diçe zêde dibe.

 
SUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Zarokên ku ji ber şer û pevçûnan barê malbatê ketiye ser milên wan, ji mafên xwe bêpar dimînin, nizanin ku tiştên pergal li ser wan ferz dike ne meşrû û rewa ne. Ji bo zarokê piçûk ê bi navê Xalid El-Xetîb ku temenê wî 15 salî ye û ji hevalên xwe bihîstibû ku fraksiyonên Sûrşyeyê yên alîgerên dewleta Tirk, bi leşkerkirina kesan radibin da ku li Lîbyayê şer bikin. Ev zarok ji bo ku pere qezenc bike û bi îhtîmala ku dê jiyana wî biguhere û ji xizaniya ku  malbata wî li kampên koçberiyê dijî xelas bike, tenê tiştê li ser milê wî ku ew bê dudilî dest bi qeydkirinê li gel fraksiyonên Sûriyeyê yên girêdayî Tirkiyeyê bike.
Xalid El-Xetîb ê ku bi malbata xwe re li kampa Kifr Losîn dijiya, piştî ku ji hevalekî xwe bi leşkerkirina fraksiyonên Sûriyeyê yên aligirên Tirkiyeyê ku li Lîbyayê şer dikin bihîst, berê xwe da gundewarê bakurê helebê, bi taybetî bajarê Efrînê yê dagirkirî. Tevî ku malbata wî çûyîna wê qebûl ndikir jî bi hinceta ku wê li wir bixebete çû wê derê. 
Bi 500 lîreyên Tirkiyeyê leşkeriyê dikin
Her wiha li Efrînê ew demeke kurt tevli kampeke perwerdeyê bû ji bo ku biçe Lîbyayê li kêleka (hikumeta El-wefaq) şer bike, mehên ku li wir derbas dikir ên herî dijwar û zehmet bûn di jiyana wî de. 
Xalid El- Xetîb dibêje: "Min mirin dît, gelek caran min hîs dikir ku ev dawiya min e û her carê ez bi zehmetiyek mezin sax dimam."
Şert û mercên ku dibin sedem zarok tevli şer bibin ji hev cuda ne û ew bi gelemperî bertekên ku li hemberî bûyerên taybet ên trajîk an jî ji ber mirina dê û bav berê xwe didin riyên wiha. Her wiha zarok bi gelek kampanyayan re rû bi rû dimînin ji bo ku wan bixin nava şer, zarok ji şervanên mezin cuda, bi bihayê kêm û leşkeriya giran dikevin bin kontrolê.
Zarokê bi navê Mihemed El-Mensûr ê 13 salî, ji ber zilma hevjîna bavê xwe reviya û berê xwe da nava Heyet Tehrîr El-Şam da ku tevli nava refên artêşa wan bibe. Heyet Tehrîr El-Şam ew pêşwazî kir û wî xistin kampeke perwerdeya şer û leşkerî ku du mehan dirêj dike da ku bi dehan şervanên zarok re perwerdeyê bibîne, dawiyê wî deynin ser yek ji bendên kontrolên xwe yên li İdlib û gundewarên wê. Tenê bi fonê mehane 500 lîreyên Tirkiyeyê ku dibe 60 dolarên Emerîkî, tên peywirdarkirin.
Bi kampanyayan berê zarokan didin nava şer
Her wiha Heyet Tahrîr El-Şam bi sedan ji zarokan tevli nava artêşa xwe kir, ev jî piştî ku gelek kampanya dan destpêkirin ji bo tevlibûna nava artêşa xwe ji wan kampanyayan jî "mucahid ew e ku bi nefsa xwe re-bi xwe re- şer bike" û "birevin sivik û giran." Van kampanyayan di serî de niştecihên kampan bi taybetî zarok hedef digirtin. Gelek ji wan zarokan di operasyonen leşkerî de ji ber ku temenê wan biçûk bû û nikaribûn xwe biparêzin û haya wan ji wan tunebû di eniyên şer de jiyana xwe ji dest dan.
Jina çil salî ya bi navê Xedîca El-Şewaf koçbera gundê Kensefûra ye û li kampa Hirbenûş li Rojavayê Idlibê dijî. Kurê xwe Ûsama El-Cabir ê 16 salî piştî ku tevli nava fraksiyonên leşkerî yên alîgerên Tirkiyeyê bû winda kir û Xedîca El-Şawaf dibêje: "Piştî ku em ji gundê xwe hatin koçberkirin, kurê min Ûsama El-Cabir ji ber şer û koçberiyê dev ji xwendinê berda û min bala wî ya mezin li ser şer û cengan dît." Lê tişta ku dayikê hêvî nedikir ew bû ku ew rojekê serê sibehê şiyar bibe û kurê xwe di konê de nebîne lê ev bû. Piştî lêgerînek dirêj hat zanîn ku Ûsama El-Cabir çûye Ezazê û li wir ew ji bo biçe Lîbyayê leşkeriyê hatiye şandin, piştî vê yekê tu agahî ji Ûsama El-Cabir nehat girtin.
Dayika dilşikestî li ser kurê xwe Ûsama El-Cabir ê windayî dibêje: "Kurê min pir biçûk e û ji tevgera xwe ya bêhemdî û îradî ne berpirsyar e.”  
“Zarokên me bi pere dixapînin”
Dayika şikestî Osama kurê xwe tewanbar nake û dilê dişewite ji ber ku ew ciwan e û ji tevgera xwe ya bêhemdî ne berpirsyar e. Dibêje: “Ez hemû tewanbariyê dixim stuyê rêveberên wan fraksiyonên leşkerî yên sûcdar ên ku dixwazin zarokan bi pereyan bixapînin û wan tevli artêşa xwe bikin. Bêyî ku şerm bikin dawî li jiyana xwe û zarokan bi awayekî xirab tînin ji bo alîgiriya Tirkiyeyê bikin sûcên gelek mezin li dijî me û zarokên me dikin."
Çavdêriya  Sûriyeyê ya Mafên Mirovan der barê leşkerkiriya zarokên Sûriyeyê di nav fraksiyonên çekdar de û şandina wan ji bo şerê li Lîbyayê de eşkere kir ku 16 ji nav 150 zarokên Sûriyeyê yên ku bûbûn leşker hatine kuştin û temenê wan di navbera 16 heya 18'an de ye.
Her wiha çavdêriyê destnîşan kir ku hejmara zarokên Sûriyeyê yên ku li Lîbyayê ne nêzî 8400 e di nav de komeke ne ji Sûriyeyê jî heye. Her wiha hejmara çekdarên ku gihîştine kampên perwerdeyê yên leşkerî yên Tirkiyeyê ji bo perwerdeya leşkerî bibînin gihîştiye 3550 leşkerên temenê wan biçûk.