Lêkolînera Filistînî: Têkoşîna hevpar bi jinên Kurd re girîng e

Lêkolîner Dounia El-Emel Îsmaîl teqez dike ku dîroka jinên Kurd kevnar e, ew beşek girîng di civaka xwe de ne. Her wiha dibêje ku herî zêde bi berxwedana li dijî rêxistinên tundrew û xebatên di warê siyasî û leşkerî de navdar bûne.

RAFIF ESSLEEM

Xeza- Jin bi giştî û jinên Kurd bi taybetî rastî gelek astengiyan tên li pêş xurtkirina wan di civakê de gelek astengî çêdibin, ji ber kevneşopiyên civakî û nêrîna baviksalarî. Hinek jinan xwe bi xwe afirandine tevî hemû astengiyan dikarin daxwaza mafên xwe bikin.

Lêkolîner û nivîskar Dounia El-Emel Îsmaîl dibêje ku pisgirêka zanînê yek ji yên herî zêde li pêş jinên Ereb e, bi taybetî di mijarên niha de lê ew pirgirêk bi kokên dîrokî ve girêdayî ye.

‘Nêrîna civakê ya li jinan wan dixe nava qaliban’

Li gorî Dounia El-Emel Îsmaîl, nêrîna civakê ji jinan re wan dixe nava qaliban. Her wiha astengiyên girêdayî têkiliya jinan bi xwe re jî hene ku jin xwe weke hemwelatî temam nabînin. Wekî ku piraniya civakê wan dibîne, li ber xwe nade li gorî wan diçe ji baweriya wê ku wisa ew xwe dûrî pirsgirêkan diparêze.

Jinên Kurd bi nêrîna Dounia Îsmaîl xwedî heman rewşa jinên Rojhilata Navîn bi giştî ne. Pirsgirêkên wan ên ne dadwer û newekheviyê hene û zêdebûna rêjeya tundûtujiyê û zordariya li dijî jinan ji ber van zêde dibe. Tevî hin cudabûnên di ezmûna jinên Kurd a taybet de ku di gelek şer û pevçûnan de rûdane lê pirsgirêk heman in.

‘Jinên Kurd xwedî dîrokeke kevnar in’

Dounia Îsmayîl axaftina xwe didomîne û dibêje: “Dema em behsa jinên Kurd dikin divê em destnîşan bikin ku ew jin dabeşî çar dewletan bûne di navbera Sûriye, Iraq, Îran û Turkiyeyê û bi rêjeyên kêmtir li dewletên din jî hene. Hebûna wan rasterast li hemberî rêxistinên tundrew wan xist nava şerê hebûnî, jiyanî, çandî, civakî û siyasî di gelek astên di nava hev de. Jinên Kurd herî zêde bi berxwedana li dijî rêxistinên tundrew û ketina nava pêvajoya siyasî û leşkerî navdar bûn lê divê were zanîn ku jinên Kurd xwedî dîrokek kevnar in û parçeyekî girîng di civakên xwe de ne. Ango em nikarin rewşên jinên Kurd ji civakên ku di nav de dijîn qut bikin. Gelek caran rastî piştgiriyek xurt dihatin ku nimûneyên Tevgera Femînîst a Kurd derketin pêş.”

‘Pêwîst e hemû aliyên civakî û femînîst li ser mijara jinan baş rawestin û destekê bidin’

Dounia Îsmaîl dide zanîn ku tundiyê di warê siyasî de dest pê kiriye, piştre li nava hemû beşên civakê belav bûye, bûye çandek û got: “Pêwîst e aliyên fermî û ne fermî û saziyên civaka sivîl û femînîst jî destwerdana mijarê bikin ji bo tundiyê tune bikin û rewşa jinan a jiyanî baştir bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Dounia Îsmayîl dibêje ku hêviya hemû dewletên cîhanê ew e ku aramiya civakî pêk bînin û dibêje: “Ev jî armancek dûr û dirêj e di roj û şevekê de pêk nayê dibe ku piştî gelek nifşan em bibînin jin bêhtir xwedî taybetmendiyên dadwer û wekhev bin bêyî cudakarî di mafan û erkan de di navbera jin û mêran de hebe.”