Lêkolîner bandora krîza Bendava EL-Nahdaayê li ser jinên li Misrê piştrast dikin

Seroka Desteya Rêveberiya Weqfa Qahîreyê ya Pêşketin û Hiqûqê, Întisar Al-Saeed got: "Piraniya nifûsa Misrê gundî ne û bêguman jin dê ji kêmbûna avê zirarê bibînin, nemaze li deverên ku ji kêmbûna avê bi bandor bûne. Di encamê de ji % 40 wê ji cotkar û xebatkarên çandiniyê, çavkaniya xwe ya jiyanê winda bikin. Jixwe piraniya karkerên ku di çandinyê de kar dikin jin in.”

ÎNAS KEMAL
Qahîre- Krîza ku sê welatan, Misir, Sûdan û Etiyopya tê de ne hîn jî didome. Ji ber kêmbûna para Misirê ji ava Nîlê, gelek bandorên neyînî li ser Misrê çêbûne ku ev jî dê bandorê li gelek aliyên jiyanê bikin, di nav de çandinî, pîşesazî, beşên vesazkirinê û hwd. hene.
Lêkolîneran li ser bandora bendava EL-Nahdaa li ser jiyana çandiniyê li Misrê hişyarî dan. Di nav de lêkolînek ku ji hêla lêkolînerên Misrî ve li zanîngehên Emerîkayê hat amadekirin, di Kovara Lêkolînên Zanistî "Environmental Research Letters" hatiye weşandin. Li gorî lêkolînê diyar bûye ku  kêmasiya budçeya ji bo avê li Misrê di dema tijîkirinê de dibe ku salane bigihîje nêzî 31 milyar metrekûpî. Ev jî  sêyeka budçeya giştî ya ava Misrê derbas dike ger ku hewldanên kêmkirinê ji hêla rayedarên pêwendîdar ên Misrê ve neyên kirin.
Her wiha di lêkolînê da hat destnîşankirin ku devera çandiniyê ya li Misrê bi rêjeyek tirsnak kêm dibe, ku dibe bigihîje ji sedî 72. Di heman demê de tê çaverêkirin ku  hilbirerînerên neteweyî ji her endamek re li Misrê ji sedî 8 kêm bibe. Bi vî rengî jî dibe ku rêjeya bêkariyê bigihîje ji sedî 25. 
Gelo bandora bendava EL-Nahdaa li ser jinan çi ye? Ajansa me der barê vê mijarê de bi hin lêkolînerên jin ên Misirê re hevpeyvîn pêk anî.
Dê zirarek mezin bide karkerên çandiniyê
Întisar Al-Saeed da zanîn ku rêjeya bêkariyê li Misrê dê ji % 35 zêdetir bibe di encama van tiştan de û ev yek dê bandorê li ser şansa jinan li bazara kar bike. Her wiha ew bawer dike ku rêjeya kesên hejar dê ji % 25 zêdetir bibe. 
“Bendora krîza bendava El Nahdaayê dê di navbera deh salan de xuya bibe”
Li aliyê din lêkolîner û şîrovekara aborî, Reem Selîm, dibîne ku bandora krîza bendava EL-Nahdaa li ser jinên li Misrê dê di demeke navîn û dirêj de ango ji 5 heya deh salan xuya bibe. Du kanalên veguhestinê yên vê bandorê hene. Ya yekem dê bandora wê di warê kêmbûna avê de li ser hilberîna çandiniyê li Misrê be û ev dê bi piranî bandorê li jinên gundî bike. Ya duyemîn jî dê bandorê li krîza avê ya li ser budceya giştî bike. Bi vî rengî jî dê bandorê li bernameyên piştgiriya civakî yên ji hêla hikûmetê ve tên pêşkêşkirin bike.
Reem Selîm wiha domand: "Krîza bendava EL-Nahdaa dê bandorê li mîqdara hilberîna çandiniyê bike, dê ziwabûnek li erdên çandiniyê çêbibe û hilberîn û çandiniya giştî dê kêm bibe. Bi vî awayî dê jinên gundî di beşa çandiniyê jê pir bi bandor bibin. Jixwe beşek ji mafên jinan wekî karker tune ye, torek wê ya ewlehiya civakî ya taybet nîn e. Her wiha tu bernameyên diravê ji bo wê nîn in. Jixwe beşek ji jinên gundî ji malbatên xwe re çavkaniya jiyanê ne û malbatê xwe xwedî dikin.”
Reem Selîm bal kişand ser van xalan: "Dewlet dê di lêçûnên giştî yên ji bo projeyên avê de rûbirûyê berfirehbûnek mezin bibe û ji ber vê yekê dê pêşbîniyên xwe di budçeya giştî de ji lêçûnên li ser piştgiriya civakî biguherîne û bixe xizmeta projeyên avê û deynan da ku nirxê veberhênanên projeya avê bide. Jin jî dê di projeyên dewletê yên ku ji wan re tên çêkirin de qelsiyê bibînin wekî piştgirî û hevgirtina civakî di bernameya "Piştevanî û Rûmetê de.”
Reem Selim teqez kir ku çareserî peydakirina saziyên darayî ye ku deynê darayî didin jinan. Çi ji bo fînansekirina xerîdar û çi jî ji bo projeyên biçûk. Piştî krîza bendava EL-Nahdaa, jin dê bi hewceyî tevlibûna pirojeyên ku hewcedariya wan bi avê nîn e bimînin. Wekî projeyên, pîşeyên destan û pîşesaziyên biçûk. Her wiha Misir dê bi hewceyî jîngehên karsaziyê yên ku li gorî jinên gundî be. Divê ku dewlet ji bo serfiraziya pirojeyên nû û xebitîna  jinan ya nefermî di hundurê sîstema malbatê de şîretên teknîkî û darayî pêşkêş bike. Ji ber ku torên ewlehiya civakî yên heyî ne li gorî bandorên neyînî yên ku dê di encama krîza bendava EL-Nahdaayê de çêbibin.”
“Ji ber zêdebûna hejariyê hevberdan zêde dibe”
Lêkolîner û aktîvîsta femînîst Dalia Wasfi tevli nêrînên jorê dibe û wiha dibêje: "Ji bo misogerkirina avê ji Misriyan re, li cem Misirê alternatîfên cihêreng hene her wiha li gel hikûmetê planên veguhertinê hene. Lê ger ku tu bandor çêbibin dê jinên gundî di rêza pêşîn de bin ji ber ku ew rasterast bi çandinî û avê re danûstandinê dikin.” 
Dalia Wasfi wiha axaftina xwe domand: "Ger ku jinên gundî ji van faktoran bi bandor bibin dê ev li ser jiyana wan a civakî jî xuya bike. Kêmbûna hilberîna çandiniyê ya malbatê dibe sedema kêmbûna çavkaniyên darayî. Di encama bilindbûna hejariya di hundirê malbatê de, em gelek rewşên hevberdanê dibînin.”
Gelek jinên pêşeng ji bo vê mijarê di nava hewldanan de ne
 Ev yek di demeke wisa de çêdibe ku hejmarek ji jinên pêşeng hewl didin dengê xwe derbixin da ku aloziya bendava EL-Nahdaayê nûjen bikin. Hinek ji wan jina komxebata "Jinên Hewzeya Nîlê" damezrandin wekî yekem koalîsyona jinan li Afrîkayê bi mebesta xurtkirina têkiliyên di navbera welatên Hewzeya Nîlê û aktîfkirina rola hêzên nerm di hevkariya gelêrî ya hevbeş de bû ku pêşî li qeyranê bigrin û di destpêkê de aloziya bendava EL-Nahdaayê bi dawî bikin.