‘Komîteya Şilêr ji bo parastina mafê zarokan dixebite’

Berdevka Komîteya Şilêr a herêma Efrîn-Şehba Bedîa Muslim derbarê xebatên navenda komîteya Şilêr a Şehbayê de axivî.

HESNA MIHEMED

Şehba - Di nav şer û pevçûnên ku diqewimin û seranerî aloziya Sûriyê yê ku herî zêde bandor bûne, zarok in. Piştî 18'ê Adara 2018'an ku herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wî ve hat dagirkirin, gel neçar man ji warên xwe koçber bibin û li Şehbayê bi cih bûn. Komîteya Şilêr a Şehbayê ji bo parastina mafê zarokan hat avakirin, li dijî bandorên neyînî yê şer ya li ser zarokan xebatên xwe didomîne. Berdevka komîteya Şilêr herêma Efrîn-Şehba Bedîa Mislim derbarê Komîteya Şilêr de axivî.

Li dijî bandorên şer li ser zarokan

Ji bo parastina zarokan komîteya Şilêr Bedîa Muslim bal kişand li ser armancên avakirina komîteyê û wiha got: "Ev komîte tenê ji bo zarokan hatiye avakirin, bû salek kar û xebatên xwe li Şehbayê didin meşandin. Ji bo zaroakn em ê komîn û navendên xwe ava bikin. Armanca me ji vekirina navenda komîteya Şilêr li Şehbayê ew e ku parastina mafê zarokan di hundir şeran de bikin. Koçberbûn gelek bandorên neynî li ser zarokên Efrînê bi taybet, kir. Li seranserî şerê ku li Sûriyê qewimiye û bi taybet şerê li Efrînê qewimîn e, zarok in. Li Şehbayê piştî koçberiyê zarok rastî komkujî û êrîşên dagirkeriya dewleta tirk hatin komkujiya Til Rifet jî şahidê vê yekê bû ku zarok hatin hedef girtin. Ne tenê êrîş, rêgiriya Hikumeta Şamê ser herêmê û tunebûna pêdîviyên zaroktiyê jî bandorê ser derûniya wan dike. Dewleta tirk bi êrîşên xwe re sînordar namîne heta ku li Efrînê zarok ji aliyê çeteyên wê ve tên hedef girtin û destdirêjî li ser wan tên kirin."

‘Em ê mafê zarokatiyê di nava şer de biparêzin’

Bedîa Muslim di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser kar û xebatên wan weke komîte li herêmê û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di nava rewşa koçberî û dorpêçiyê de perwerdekirina zarokan gelek girîng û pêwîst e. Ji ber vê yekê me girîngî bi vekirina navendek ji zarokan re dît. Daxwaza me jî ku projeya me yê parastina mafê zarokan bê berdewamkirin û girîngî jê re bê dayîn ji hêla rêxistinên mafê zarokan ên cîhanî ve. Em bi xebatên xwe dixwazin zarok bi xewin û xeyalên xwe yên zaroktî re mezin bibin. Di heman demê de di warê tendirustî jî em bi zarokan re dibin alîkar û piştgiriya wan dikin. Di demên pêş de em ê şaxên xwe li seranserî herêma Şehba ava bikin bi taybet li wargehên koçberiyê û em ê ji wan re çalakiyên hunerî, çandî, sporî pêşkêş bikin. Em niha nêzî 60 zarokan pêşwazî dikin û hejmar hîna zêdetir dibe. Ji pêkhateyên Ereb, Tirkman û Kurd li hev dicivin û waneyên xwe bi hezkirin dibînin."

Bedîa Muslim wiha dawî li gotinên xwe anî: "Weke komîteya Şilêr bang li tevahî rêxistinên parastina mafê zarokan ên cîhanî dikin ku xwedî li rewşa zarokên Sûriyê bi taybet herêma Efrîn derkevin û erkên xwe beramberî wan rast pêk bînin. Ji ber ew niha di rewşên gelek xirab di encam şer û pevçûnên ku tên kirin re derbas dibin. Divê em mafê zaroktiyên wan biparêzin û nehêlin bên çewisandin. Weke zarokên cîhanê bi xeyalên xwe re mezin bibin dûrî şer û tundiyê."