Komîn di avakirina civakeke wekhev de xwedî roleke girîng in

Komîn civakê digihîjîne hev û jiyana komînal bi xwe bi pêş dixe. Bi avakirina komînan re civakê xwe birêxistin kir, pirsgirêkên xwe çareser kirin û bi ruhê wekheviya jiyanê bi hev re kar û xebatê dikin.

 
FERÎDA ZADE
Şehba- Bi despêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pergala Xweseriya demokratîk li ser bingeha avakirina komînan civakê bi rêxistin kir. Ev pergal di tevahî gund, navçe û bajarên Efrînê de hat rûnişkandin. Di nava pergala komînan de komîte hatin avakirin, her komîteyek bi beşeke civakê re xebat dide meşandin. Piştî avakirina komînan meclis hatin avakirin û gihîşt asta avakirina sazî û meclisên Xweseriya Demokratîk a herêmê.
Bi dagirkirina Efrîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re di 18'ê Adara 2018'an de şêniyên Efrînê neçarî koçberiya Şehbayê bûn, careke din pergala komînan ji nû ve ava kirin. Der barê avakirina komînan û rola wan a di civakê de Hevseroka Komîna Şehîd Egîd a dikeve navçeya Ehdas a Şehbayê Emîne Mihemed ji me re axivî. 
Komîna Şehîd Egîd 260 malbatê bi rê ve dibe
Emîne behsa xebata xwe ya di nava komînan de li navçeya Şiyê ya Efrînê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di gundê Anqelê yê navçeya Şiyê ya Efrînê de weke rêvebera komînê bûm, heya derketina me ji Efrînê bi dagirkeriyê re me xebatên xwe dida meşandin. Piştî koçkirina şêniyên Efrînê ji Şehbayê re, gel dikaribû careke din xwe komî ser hev bikin û ji nû de pergala xwe ya komînan ava bike. Li hemû deverên şêniyên Efrînê lê bi cih bûn komînên xwe ava kirin. Piştî avakirina komînan û rûniştandina pergala wê êdî meclisên navçe, kanton û herêman giştî hatin avakirin. Li navenda navçeya Ehdasê 8 komîn hatin avakirin û di her komînek de 11 endamên jin, 11 endamên mêr û du hevserok hene. Komîna Şehîd Egîd nêzî 260 malbatê bi rê ve dibe û pêwîstiyên wan bi cih tîne."
Rihê komînalbûnê yê di hundirê komînan de
Emîne bal kişand ser rihê komînalbûnê di nava komînan de û wiha domand: "Ji bo pêkanîna hemû pêdiviyên gel komîte di komînan de hatin avakirin û her komîteyek bi erkên xwe radibe. Rihê komînalbûnê di hundirê komînan de pir xurt e û bi hev re xebat tê meşandin. Komîteya xizmetguzeriyê herî zêde erkên wê giran in, ji ber ew pêwîstiyên gel di aliyê xwarin û vexwarinê de pêk tîne. Me êşên şer, koçberiyê û barê jiyanê bi hev re rakir, jixwe ya girîng jî ew e û komîn jî di bingeha xwe de vê yekê pênase dike. Li aliyê din jî me gelek pirsgirêkên gel çareser kirin û em dikaribûn bibin bersiv ji hemû zehmetiyên jiyanê re."
Gel êdî pergala komînê nas kiriye
Emîne erkên komîteyên din di hundirê  komînan de hatine avakirin anî ziman û wiha bi dawî kir: "Komîteya Çandê ji bo parastina çanda şêniyên Efrînê roleke sereke dilîze her wiha komîteya kar û barên civakî mehê carekê alîkariyê li gel belav dike. Gel êdî fêrî pergala komînê bûye her roj sibehê pêwîstiya kîjan malê bi avê hebe ji wan re tê peydakirin. Jiyana ku hemû mirov tê de bi hev re alîkar bin pir xweş e. Li Şehbayê bi qasî giraniya dorpêçê û ambargoyan, gel helwesta berxwedanê nîşan dide. Divê hemû dewlet êdî bikevin pratîkê û alîkariya gelê Efrînê bikin da ku karibin vegerin cih û warên xwe."