Komeleya USPEaK bi armancên nû gav bi gav bi pêş dikeve

Rawan Yaghî bal kişand ku wekî tîm û komên xwedî armanc, ew ê têkoşîna xwe ji bo mafên jinan bidomînin, tevî bernameyên tevlibûnê di navbera penaberan û civakê de, avakirina aştiyê di navbera kesên ji pêkhateyên cuda de çêbikin.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd- Rêxistina USPEaK hebûna xwe li Lubnanê, bi rêwîtiyek tijî çalakî û destkeftî damezrand û di qada giştî de cihek ji xwe re veqetand. Li ser bingeha têgînên ku beşdarî damezrandina nirxên demokrasî û wekhevî bûye, bi awayekî ku rastiya jinan di qadeke mirovî ya giştî de derbas dike, li gorî nêrîneke ku tenê bi pîvana zayendî ve sînordar nabe ye. Di heman demê de ji ber ku jinên Lubnanî ji mafên xwe bêpar in bi riya sîstemeke raman û pîvanên civakê yên ku giraniya xwe dide ser hemwelatîbûyînê hewl didin tiştek bikin.

Ev rêgez hemû di USPEaK’ê de diyar bûn ku armanca wan pejirandina nenavendîbûna îdarî ye wekî riyek ji bo pira valahiya di navbera bajar û deverên gundewarî de. Nemaze di asta xizmetguzarî û derfetên wekhev di nav gelên heman welatî de di warên jiyana giştî de, wê bi hêzên veguherîner ên ku dixwazin dewletek nûjen ava bikin re li hev kir û dikaribû di warên cihêreng de rûpelên ronî binivîsîne. Nemaze di civakên dûrî desthilatdarên navendî de, bi taybetî ji navenda wê li bajarê Baalbek li bakurê Bekaayê û 86 kîlometre dûrî paytexta Lubnan, Beyrûdê. Ji bo ku bikaribe çalakî û xizmetên xwe ji bo hemû herêmên li qada mala xwe ya biçûk, Lubnanê, giştî bike.

Bihêzkirina rewşa aborî

Damezrîner û Rêvebera Desteya Rêveber a Komeleyê Rawan Yaghî ji ajansa me re axivî û got: "Ji destpêka damezrandina USPEaK’ê, di sala 2009'an de ve, weke komeke ciwanan ku bi perwerdeyê re mijûl dibe, me nizanibû ku em ê bigihîjin tiştên asta niha. Me ji bo peydakirina hewcedariyên lezgîn ên civakê berdewam kir da ku bi riya Komeleya USPEaK’ê û bi însiyatîf, çalakî û projeyan hewl bidin bingehên demokrasiyê ava bikin. Ew jî bi riya pêşvebirina mafên wekhev ji bo hemû kesan e. Komeleyê xebatên xwe ji bo piştgirî û bihêzkirina jin û ciwanan, bi bernameyên cur be cur ên perwerdeyê û li hemû herêmên Lubnanê, ji bo avakirina jiyana civakî ya nû ku hemû beşên civakê beşdar dibin, terxan kiriye.

Rawan Yaghî di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em ne tenê li ser jinan bi taybetî kar dikin lê di heman demê de bi riya perwerdeyê û bihêzkirina wan û di hemû astên xwendinê de, bi riya karsazî û baştirkirina jiyan û jêhatîbûnê jî kar dikin. Em bi şiyana diyalogê ji bo rêgirtina li tundiyê bawer dikin. Bihêzkirina aborî ya herî girîng e ji bo jinan, bi taybetî ji bo bidestxistina xewn û armancên xwe.”

Wekî tîmeke xwedî armanc dê têkoşîna xwe bidomînin

Rawan Yaghî bal kişand ku wekî tîm û komên xwedî armanc, ew ê têkoşîna xwe ji bo mafên jinan bidomînin, zêdebarî bernameyên tevlibûnê di navbera penaberan û civakê de, avakirina aştiyê di navbera kesên ji pêkhateyên cuda de çêbikin û bilindkirina hişmendiya mafan û asta beşdariya civakî û daxwaza destkeftiyên giştî di nav ciwan û jinan de bi riya înîsiyatîfên herêmî yên piştgirîkirî yên wekî kursên zimanê îngilîzî yên erzan, pêşkêşkirina perwerdeya baş jî hene. Rawan Yaghî wiha got: “Bi rastî, me dikaribû zêdetirî 2,500 jinan, zêdetirî 10,000 zarokan û 1,000 xort û keçên ku li Lubnanê dijîn re di pênc salên borî de kir bikira. Xebatên me dirêj bûn ku 54 herêm girt nav xwe. Di nav de hemû parêzgarî hene her wiha destwerdanên me di warê jin û ciwanan de, perwerde, xwendin û nivîsandina bingehîn, hişmendiya mafên mirovan, çareserî û avakirina aştiyê, ewlehiya mirovî û kampanyayên cihêreng ên ku di nav ên din de debara jiyanê, bihêzkirina aborî, karsazî û darayî vedihewîne girt nava xwe.”

Armanc û hêvî

Der barê armanc û daxwazên Komeleya USPEaK’ê de, Rawan Yaghî ev yek diyar kir: "Di dema navîn û dirêj de em li hêviya dewletek aştiyane ne ku li ser bingehên demokratîk ên hemwelatî bi wekheviya zayendî tê de beşdar bibin rabe. Ji bo bidestxistina destkeftiyên giştî û bilindkirina çand, aborî û asta civakî ya welat. USPEaK hewl dide şiyanan bi pêş bixe, bingeha wê ya zanistî û çandî çi dibe bila bibe. Em bi şiyana jinan bawer in ku bigihîjin her xeyalê. Hin jinên ku beşdarî bernameyên me bûn, di warê dahêneriyê bi pêş ketin û cihê kar ji xwe re vekirin. Qalibê ku li ser wan hatiye ferzkirin şikandin. Mînakek heye ku ez dixwazim li vir ji aliyê jîngehê ve behsa wê bikim, nemaze ji ber ku slogana îsal a roja jinan domdariyê dihewîne. Ji ber ku yek ji jinan kargehek damezrand da ku bermahiyên xwaringehê ji madeyên organîk veguherîne kompost.”

Rawan Yaghî da zanîn ku pêngava ji bo pêşxistina civakê û şikandina qalib û pêşdaraziyan pêwîstî bi hewleke mezin heye, ji ber ku li hemberî gelek astengiyan hewl didin wekheviya zayendî ava bikin.

Roja jinên cîhanê

Rawan Yaghî diyar dike ku her sal ew dihesibînin pêngaveke nû li pêş wan heye û karên nû li benda wan in û wiha domand: “Roja jinên cîhanê ji pîrozbahiyê wêdetir, platformeke têkoşînê ya rojane ye. Ji bo me xebatek berdewam e ji bo bihêzkirina jinan di hemû astan de. Ev roj ji bo komeleya me girîng û diyarker tê dîtin û ji bo ku jin bi bîr bînin ew rojek e ku ew dikarin bêhna xwe bigrin, ber bi civakê ve bimeşin. Di her warî de nûjeniyê bikin û bi zanebûna maf û îmkanan prensîbên jîyana munasib terxan bikin. Ya ku em ji kampanyayên di roja jinên cîhanê de ji bo xurtkirina mafên jinan û xebatên xurtkirina wan di gelek waran de didin destpêkirin ev e.”

Rawan Yaghî wiha got: "Îsal em ê kampanyaya xwe ya li ser mafê mîrasgirtinê bidomînin, ji bo ku zêdetirî 5000 kes beşdar bibin û ji bo şikandina qalib, pêşdîtin û pêşdaraziyên serdest û zêdebarî xebata dijwar a li ser dirûşmek bingehîn ku ew jî wekheviya zayenda civakî ji bo pêşerojek domdar e. Bi beşdariya jinên ji hemû herêmên Lubnanê û balkişandina ser bihêzkirina jinan a aborî û çawaniya parastina wan ji neheqî û tundrewiyê her wiha parastina mafên wan.”

Zêdetirî 120 komele û şaredariyên hevkar hene

Der barê kêşe û astengiyan de jî Rawan Yaghî got: "Girîngtirîn kêşeyên li pêşiya me şiyanên madî û aborî û beşdariya civakê li gel me ne. Bi kêmanî di belavkirina van kampanyayên ku me dane destpêkirin de her wiha ji bo me danûstandina bi hemû alî û hevkaran re girîng e. Ji ber ku zêdetirî 120 komele û şaredariyên me yên hevkar li Lubnanê hene, em hêvîdar in ew ê di kampanyayên me de zêdetir alîkariya me bikin. Bi armanca bihêzkirina şiyanên jinan, çi bi beşdarbûna di bernameyên curbecur ên wekî bernameya perwerdeya jinan a zimanê Îngilîzî ya pêşketî, çi jî bi hêzkirina jinan bi riya karsazî û avakirina prensîbên demokratîk. Beşdarbûna jinan di kampanyayên sivîl û hawirdorê de, ji ber ku van bernameyan bûne alîkar jin li gelek herêman gelek projeyên pêşeng, jîngeh û civakî yên navdar pêk bînin.”

Di dawiya axaftina xwe de, Rawan Yaghî spasî ji her kesê ku alîkarî daye Komeleya USPEaK’ê di kampanyayan de û berfirehkirina wan de kir ku hejmareke zêde ya sûdmendên jin û mêr ji hemû beşên civakê, bi taybetî jinan, bihewîne. Her wiha peyama piştevaniyê ji hemû komele û dezgehên ku kampanya û pêngavên ji bo bihêzkirina jinan li Lubnan, welatên Ereb û hemû cîhanê organîze dikin, ji her kesê ku di bihêzkirina jinan de beşdar dibe re sand.