Komeleya Dengê Zarok ji bo rûmetkirina nifşên pêşerojê ye
Bi armanca piştgirîdayîna zarokan di warê perwerdeyê de, Nelly Chidiac di sala 2008'an de komeleya "Dengê Zarok" damezrand lê qeyranên li dû hev ên ku ji şoreşa Cotmeha 2019'an vir ve rastî Lubnanê hatin, armancên komeleyê guhert û pêşkêşiyên wê cihêreng kir.
CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Seroka komeleya "Dengê Zarok" Nelly Chidiac destnîşan kir ku tevî kêmasiya darayî jî ew hewl dide hemû pêdiviyên kesên ku serî li komeleyê didin li gorî derfetên komeleyê dabîn bike.
"Çalakiyên me niha li ser ewlekariya madeyên xwarinê ne"
Berpirsa komeleya "Dengê Zarok" Nelly Chidiac ji ajansa me re wiha got: "Min di sala 2008'an de Komeleya Dengê Zarok ava kir ji bo rûmetkirina zarokan û li kêleka wan bisekinim û piştgirî dibim wan ji ber ku ew nifşên pêşerojê ne ku dê neteweyan ava bikin û ya ku em herî zêde di komeleyê de li ser disekinin mijara perwerdeyê ye.”
Nelly Chidiac di berdewamiya axaftina xwe de wiha tîne ziman: "Guman tune ye ku dayik zarokan mezin dikin lê zarok bingeha civakê ne, dema ku zarok di jîngeheke saxlem de mezin bibin, lênêrîn û perwerdeya guncaw bigrin û mafên xwe yên zarokatiyê bi dest bixin, em ê li pêş nifşek afrîner bin. Em hêvîdar in ku Lubnana me di çend salên borî de ji dest da, vegerînin, nemaze ji destpêka şoreşa 17’ê Cotmehê ve heya teqîna bendera Beyrûdê di Tebaxa 2020'an de. Heya belavbûna nexweşiya koronayê û hilweşîna aborî ya ku em tê de dijîn. Ez hêvî dikim ku Lubnan vegere û em çalakiyên xwe vejînin, ji ber ku çalakiyên me niha girîngî didin peydakirina xwarinên ku hewcedariya mirovan pê heye ji ber rewşa xirab a aborî û rêjeya bilind a xizaniyê li Lubnanê.”
Nelly Chidiac ronahiyê dide ser pêwîstiyên din ên ku Lubnanî pêdiviya wan bi wan heye, wek nekarîna wan ji dayîna kirêya xaniyên xwe û wiha didomîne: "Komeleya "Dengê Zarok" hewl dide bi awayên curbecur alîkariyê bike da ku hin kes bêmal nemînin. Zêdebarî dabînkirina germahî û cil û bergan jî em hewl didin bi qasî ku ji destên me tê van pêdiviyên xwe jî peyda bikin.”
"Jiyana bi rûmet mafê herî hêsan ê zarokan e"
Têkildarî armancên komeleyê Nelly Chidiac dibêje: "Armancên komeleyê destpêkî ne, ango her malbatek bi pirsgirêkek taybetî re rû bi rû ye û serî li me dide. Em li kêleka wan disekinin û piştgiriyê didin wan. Ger xwendin be, em hewl didin di warê perwerdeyê de alîkariyê bikin, em bi dayîna prîman alîkariya xwendekarên zanîngehê dikin, carna jî em alîkariyên xwemalî yên wekî derman, an jî dermankirina nexweşan pêşkêş dikin. Em bi dibistanan re hevkariyê dikin û me soz dabû ku em alîkariya xwendekarên ku di xwendina xwe de dereng mane bi riya kursên perwerde û rahênana hişyariyê bikin. Ji bilî çalakiyên werzîş û bêhnvedanê, van çalakiyan berpirsyariyeke mezin li ser milê me girtibû lê em bi qasî vê berpirsyariyê bûn. Mafên herî bingehîn ên zarokan fêrbûn, wergirtina lênihêrîna tenduristî û jiyana bi rûmet e, çi li dibistanê çi li malê be.”
“Em çalakiyan ji koçberên Iraq û Sûryayê re jî organîz dikin”
Nelly Chidiac diyar dike ku di komeleyê de ji aliyekî ve bi dibistan û dê û bavan re, li aliyê din jî bi xwendekaran re kursên perwerdeyê li dar dixin. Çalakiyên xwe ji bo her demsalê terxan dikin, çi di havînê de çi di zivistanê de û heta di werzên cejnê de jî komeleyê çendîn çalakiyan li dar dixist.
Der barê çalakiyên Komeleya Dengê Zarok ku ne tenê ji zarokên Lubnanî re, bandorê li zarokên niştecihan jî dike, wek zarokên Iraqî, Sûriyeyî û yên din de Nelly Chidiac wiha dibêje: "Em çalakiyan ji bo penaberên Iraqî û Sûriyeyî jî pêk tînin. Em jî wek wan ji cih û warên xwe hatin koçberkirin û me gelek êş kişandin tevî ku em ji welatê xwe derneketin jî. Dema em ji herêmek derbasî herêmeke din dibûn, bi êş û azarê dihesiyan, îcar yekî ku mal, milk û welatê xwe terikand û koçî welatekî din bû nikaribe vegere mal û jîngeha xwe çawa dibe, ji ber vê em li kêleka wan sekinîn.”
Nelly Chidiac eşkere dike ku bi têkçûna aborî re, armancên Komeleya Dengê Zarok jî mîna hemû komeleyên din ji hev cuda bûn û wiha berdewam dike: "Armanc û xebatên komeleyê ji hev cuda bûn û rêjeya pêwendiyan zêde bû lewma me alîkariya darayî û xwarinê pêşkêş dikir. Me xwarin ji supermarketên ku danûstandinên baş didan digirt lê teqîna bendergehê em wêran kirin, gavên me bêtir asteng kirin û mebestên me guherand. Ji ber vê yekê me xwarinên hazir anîn, min û endamên komeleyê ew firaq xistin nav wesayîdên xwe û em çûn Gemeyza li Beyrûdê ku yek ji deverên Beyrûdê ye di dema teqînê de zirareke mezin dîtiye û me xwarin li xelkê belav dikir.”
"Çavkaniyek derve tune ye ku armancên komeleyê fînanse bike"
Nelly Chidiac piştrast dike ku heta îro hewl didin alîkariyê bidin lê bi pirsa heta kengê û wiha berdewam dike: "Em wek komele hemû bi dilekî dixebitin û bi pereyên xwe alîkariyê didin. Çavkaniyên me yên ji derve yên fînansê nîn in, xebatên me yên li ser erdê bi rêveberiyên fermî û şaredariyan re tên meşandin lê ji saziyên navneteweyî û saziyên piştgiriyê em tu alîkariyê nagirin.”
Der barê girîngiya hişyarkirina tundûtûjiya nava malê, nemaze ligel zêdebûna hejmara bûyeran ji ber xirabûna rewşa aborî û belavbûna nexweşiya Koronayê li Lubnanê Nelly Chidiac wiha behs dike: "Piraniya semînerên ku ji aliyê komeleyê ve hatine organîzekirin, kursên perwerde û hîndekariyê bûn lê vê carê li ser tundûtûjiya nava malê û haydariya civaka sivîl ji mafên wê rawestiyan û teqez kir ku her kes xwedî maf e û divê her kes mafên xwe bizane.”
Nelly Chidiac destnîşan dike ku armancên komeleyê gelek in û wiha got: "Em naxwazin xwe di kategoriyek diyar de bixin nava rêzek, em nikarin ji kesê re bibêjin em naxwazin alîkariya wan bikin lê bi qasî îmkanên komeleyê yan jî bi riya hevalên xwe yên jêhatî em alîkariyê dikin. Em tu daxwaz û hewcedariyê red nakin lê em li bendê ne ku rewş baş bibe û çalakiya xwe ya berê vegerînin.”