Komeleya Behrên a jinê BWA û geşedanên dawî

Tê zanîn ku têkoşîna jinan bi israra parastina mafên xwe di dîrokê de her domiyaye. Bi vê hewldanê bi riya lidarxistina kongreyan, dayîna semîneran û avakirina komelayên mafên jin û zarokan xwe bi rêxistin kiriye.

 
Navenda Nûçeyan - Komeleya Behrên a Jinê ji bo Geşepêdana Mirovahiyê xwe bi rêxistin dike, plansazî û bernameyên xwe der barê rola jinan di nava civakê de û li gel wê jî çareseriya şîdeta li ser tê meşandin dide têgihîştin. Komele, weke rêveberiya çanda civakî hatiye sazkirin. Piştî guhertina destûra Behrên a sala 2001’an weke yekemîn komeleya kapasîteya şêwirmendiyê di meclisa aborî û civakî ku ji peyweriya komeleya Neteweyên Yekbûyî  "ECOSOC" a sala 2007’an wergirtiye.
Tê gotin ku ev komele bi kurtenavê "BWA" tê nasîn. Xwe di bin pergaleke ku armancên wê yek e, giştî ye, nayê guhertin xwe bi sazmûn dike û bi aliyên derve re hevkariyê dike. Tê diyarkirin ku ev komeleya "BWA" ji bo  pêşxistina rola jinan û guhertina nêrîna civakê, xebatên berfereh dide meşandin. Di heman demê de kadroyan dide avakirin ku bikare xebatên komeleya geşepêdayînê li ser asta yekitiya komeleyên giştî ya jinan di her herêm, kanton û dewletan de baş birêve bibe.
Armanca vê komeleyê ew e ku hêviyên mirovahî û pêşxistina wekheviyê di pratîkê de têxe meriyetê. Divê her endamek xwedî kesayeteke hişmendî û zanînê be, ji bo geşepêşdana mirovahiyê bê sazmûnkirin. Avakirina zanistên civakî ku bi wekheviya  civakî û hilbijartina kesên xwedî kêrhateyên cuda û pispor bê pêşvebirin. Hewl tê dayîn ku komeleya BWA a jinan, armancê sereke yên daye pêşiya xwe xurtkirina hişmendiya kozmolojî, ango pêşvebirina zanîna civakî di her warê beşên jiyanê de ye. Bi riya xurtkirina hevkariyê di navbera sazî û desteyên ku di aliyên herêmî û dewletan de hevkariyê dikin peywirdar bin.
Jin dayîgehên aştiyê ne
Wekî hatiye ragihandin komeleya BWA li ser rêziknameyeke ku bingeha xwe ji proje û bernameyên pêşvebirina çanda aştiyê ava kiriye digire. Yek ji bernameyên herî girîng "Jin Dayîgehên Aşîtiyê ne" xwe bi rê ve dibe. Ango belavkirina zanista ku aştiyeke di nava civaka hundirîn de bê rûniştandin û avakirina malbata li ser bingehên exlaqîye. Her wiha têgihîştina jinan ji hêza xwe ya zanistî û xebatên wê di nav civakê de bê teqezkirin. 
Ji bo zarok û ciwan azad bin
Li gorî nûçeyên hatine diyarkirin komeleya BWA li ba doza jinan balê dikşîne ser mijarên zarok, ciwan û avabûna kesayetên dirust û bi nirx. Yek ji armancên komeleyê jî di navbera kesên civakê de avakirina têkiliyên li ser bingeheke bi hêz e. Bi riya bernameyeke serenavê wê "AZAD BIN" û bi dirûşma “bi hev re em jiyana wekhev û xurt” bidin avakirin, zarok û ciwanan ji zordestiyê biparêzin. Ji bo vê jî avakirina keseyatek zana ku bikaribe xwe bi rêve bibe, aramiyê û nirxên mirovî bi derdorê bide naskirin û rêxistinkirin. Bi vê şêwazê pêşxistina kesayetên civakî yên bi nirx ava dibe. 
Bi vê şêwazê bernameya "AZAD BIN" radigîhîne û pêşvebirina nêrînên xwediyên pêdiviyên taybet û rola wan a mirovî di nav civakê de bên pêşxistin. Ev jî bi alîkariya malbat û kesên pispor di mijarên zarok û ciwanan de bi bernameyekê plansazî dane kirin. Ev bername di rêza duyemîn a karên xweberî de bi ser dikeve û xelata Simo Alşêx Îsa Bin Alî Al Xelîfe ya dozên xweberî ku komeleya KELÎMÊ bi alîkariya Yekityia Ereban bi rêve dibe girtiye.
Ji çalakiyên vê komeleyê û bernameya (AZAD BIN) çalakiyeke li ser asta ciwanan bi navê (Rêberên Aştiyê Ciwan in) dan avakirin. Ev çalakî ji ciwanên temenê wan di navbera 14 heya 17 salî pêk tê. Bingeha vê tevgerê,  rêxistinkirina ciwanan li ser nirxên civakî, mirovî û keseyateke bi aştiya civakê bawer ava bike. Ji bo pratîka xwe di nav civakê de bidin parvekirin; ango danîna çareseriya bingehîn li ser nirxên mirovî bên sazkirin. 
Tê gotin ku ev komele herî zêde balê dikşîne ser uslob û xîtaba ku endamên wê pê radibin, ji bo xwe bi civakê bidin qebûlkirin tên perwerdekirin. Her wiha bi nûkirina zagonên ku jin û zarok bi awayek baş bên şopandin û sererastkirin, ango rêxistina wê li ser nirxên mirovî hatiye sazkirin. Tê teqezkirin ku komeleya BWA di rêziknameya xwe de li ser bingeheke exlaqî rêzgirtinê dide avakirin. Weke lêvegerekê bi berpisiyarî, dirustî, rêberiya rast, hevkarî û qalîte ye. 
Jîngeh 
Weke hatiye desnîşankirin, komeleya BWA a jinan tenê di pirsgirêkên zarok, ciwan û jinan de xwe bes nedîtiye ji bo wê jî mijara jîngehê jî wekî mijareke bingehîn a civakê girtiye dest û berpirsyariya xwe daye nîşandan. Bi riya helwest û erkên wan zanistan  girîngiya xwezayê li ser civakê dane ravekirin. Bi wî awayî jî hin projeyên mîna “destpêkirina jinan, pêşkêşiya geşepêdanê, hemwelatiya jîngehê" daye avakirin.
Hevkariya BWA’yê bi saziyên navneteweyî re
Yek ji nirxên Komeleya Geşepêdanê, hevkariya bi saziyên cuda re ye, hem li ser asta herêmî hem jî li ser asta dewletan xwe bi rêxistin kiriye. Ji bo xurtkirina komeleyê û xizmeta civakê çalakî û hevkariyan çêdike. Helbet ji bo pêşxistina civakê di warê rêveçûnên bi nirx û jiyana xwedî exlaq, wekhev û dadmendî de bêyî ku xalên rêziknameyê derbas bike bi pêş dixe.
Li gorî jêdera nûçeya saziyên ku komeleya geşepêdanê a Behrîn ên weke "Tora Erebî ya rêxistina NGO ya Misirê, Meclisên neteweyî yên civakî û Angoyê" li Dewletên Yekbûyî, Rêxistina Kongreya Meclisên Civakî ku xebatên şêwermendiyê di rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya CONGO yê de dike, Tora Erebî ya jîngeh û geşepêdanê RAID a Misirê û Desteya Erebî ya Nîşaniya Bê Sînor a Urdnê hevkarî  kiriye. 
Her wiha li kêleka hevkariya bi saziyên taybet re hevkariya komeleya BWA’yê bi sazî û rêxistinên fermî yên weke “bernameyên Neteweyên Yekbûyî ya jîngehê (jîngeh UN) -Weqfa Zarokan a Neteweyên Yekbûyî- (UNICEF), Navenda lêkolîn û perwerdeya pirsgirêkên pêşveçûnê ya Lubnanê (CRTD), Civaka Navneteweyî ya Parastina Zarokan ji tundîbûnê (ISPCAN) û Civaka (ECPAT), Fona Piştgiriya Cîhanî ya Jinan a Maf û Pêşveçûna Aştiyê (WLP) û bernameya Navneteweyî ya Pêşveçûnê (UNDP) bûne.
Li ser keda Komeleya Jinan a Geşepêdana Mirovî (BWA) û serkeftinên ku bi dest xistine di projeyên xwe de, xelatên bi nirx girtine. Di îlona 2005’an de Xelata Ciwanan ji bo pêşveçûna Jîngeh û Aştiyê, di çileya 2010’an de jî xelata UNICEF a ragihandina mafên zarokan bi dest xistiye.