Komeleya Amal di her warî de piştgiriyê dide jinan

Komeleya Amal a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar û xebatên xwe ve hem ji jinan re derfetê kar ava dike hem jî ji bo mafê jin û zarokan têdikoşe.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Komaleya Amal a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di sala 2020’an de ava bûye, di her warê de parastina mafên jin û zarokan dike.

Rêvebera komeleya Amal Lîlav Hisên diyar dike ku ev komeleyek serbixwe ye, girîngiyê dide karê komînal û jiyana hevpar. Her wiha destnîşan kir ku komele xizmetguzariyên hawarçûnî ji penaberan re pêşkêş dike derfetên aborî û makînezmayên pêwîst peyda dike.

Kar û xebatên Komeleya Amal

Lîlav Hisên di destpêka axaftina xwe de komele wiha dide nasîn: “Komeleya Amal sala 2020’an li bajarê Qamişlo  li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê avabûye, şaxekî komeleyê dîtir li bajarê Reqayê jî heye. Komele ji bo zarokan xebatên xwendin û perwerdehiyê ji bo jinan jî proje û perwerdeyên pîşeyî yên weke dirûn, rês û hemşîretî pêşkeş dike. Me kargehek dirûnî ji jinan re li taxa Xerbî ya li bajarê Qamişlo vekir. Niha komek jinên penaber ji Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê kar dikin. Em hewil didin karê komeleyê berfireh bikin bighêje temamiya herêmên Bakûr û Rojhilatî Sûriyê.”

Armanca sereke xurtkirina aboriya jinan e

Lîlav Hisên di berdevamiya axaftina xwe de armanca komeleyê wiha bilêv kir: “Xurtkirina jinê di ware aborî û civakî de girîng e. Komale sereke vê armancê dide pêşiya xwe. Her wiha komele girîngiyê dide zarokan û pêşxistina kêrhatiyên wan û zirarên derûnî yên ji ber şer bi wan re rû dide. Komaley di warê dadmendiya civakî de ji bo hemû pêkhateyan û beşên civakê di nav hewldanan de ye.”

‘Derîyê komeleyê ji hemû jinan re vekiriye’

Lîlav Hisên a anî ziman ku deriyê komaleyê ji hemu jinan re vekirî ye bang li jinan kir û got: “Em hêvî dikin hemû jin xwe pêşbixin û armancên xwe pêkbînin, deriyên komeleyê li hemû jinan vekirî ne.”

‘Em dikarin bixwe aboriya xwe pêş bixin’

Rûken Tahir terziya di kargeha Manîsa de perwerde ditiye û der barê ezmûna xwe ya 6 mehan de axivî û got: "Divê hemû jin di warê aborî de xwe bi xwe pêşbixin, bi karê xwe em dikarin alîkariya hemû jinan bikin û aboriyek taybet bi xwe avabikin. Zarokekî min heye, divê ez ji bo pêşeroja wî bixebitim, her wiha kar û barên malê û derveyî malê jî li ser milê min e. Lewra ez ji bo hemû jinan dibêjim xwe bi karê malê tenê sînordar nekin, parastin, ewlekarî, aborî û jiyana civakî jî ji erkên me ne.”

‘Beriya şoreşa rojava jin nekaribûn li derve kar bikin’

Raşa EL-Elî ya piştî êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a di sala 2019’an de neçar ma bajar biterikîne û niha di kargeha Manîsa ya girêdayî komaleya Amal de dirûniyê dike jî wiha axivî:  “Ji 15 salan ve ez fêrî karê dirûtinê bûme di mal de min kar dikir, berî şoreşa Rojava jinan nikarîn derveyî mal kar bikirana, lê niha jin li her derê kar dikin. Ez bi xwe şanaz im ji ber ku karê ez jê hezdikim dikim. Her wiha îro ez aboriya xwe taybet bi tenê ava dikim. Em nirxên xwe pêktînin û rola xwe di civakê de diyar dikin. Ev kar derfetek e ji bo em xwe bi pêş bixin.”