Komele bûye navnîşana her jin û malbatê

Rêvebera komeleya jinên Filistînê Zihûr Ebû Meyala diyar ku mala wê hatiye hedefgirtin û belgeya binçavkirinê radestî wê kirine lê tevî vê yekê jî wê çalakiyên xwe yên komeleyê berdewam kirine

TEHRÎR BENÎ SEXIR
Ramellah- Wekî hemû jinên cîhanê, mafê jinên Filistînê jî heye ku jiyana bi rûmet bijîn û hebûna xwe li ser axa xwe isbat bikin. Her jina xwedî hemû mafên jiyanê ne û divê li gorî normên hiqûqa mirovahiyê bijîn da ku hemû cîhan bizanibe jin xwedî îrade ne û dikarin bi azadî û rûmeta xwe bijîn. Rêvebera komleya jinên Filistînê ji bo jiyan, hevsengî û demokrasiyê Zihûr Ebû Meyala ku di dema xwendinê de li gundê Siwar Behêr ê bi ser bajarê Qudisê dijî, dibêje ku ew niha karên civakî dike. Bi armanca dayîn û standina bi jin, zarok û malbatan re her wiha ji bo bilindkirina asta jinan di civakê de û alîkariya wan bike ji bo xwe bi pêş bixin komeleya jinan a ji bo jiyan, hevsengî û demokrasiyê li bajarê Qodisê di sala 2015 an de ava kiriye. Zihûr wiha behsa wê pêvajoyê dike: “Min ev komele bi komeke ji jinên ku niha bi min re di rêveberiyê de ne saz kir. Komele niha hejmarek mezin ji jinên Qodisê hembêz dike û bû navnîşana her jin û malbatê, em destên alîkariyê ji her jin, malbat û zarokî re pêşkêş dikin.”
Tevî zehmetiyan jî em karê xwe dikin
Zihûr da zanîn ku komele gelek çalakiyan li dar dixe, ji nav wan jî lidarxistina semîner, bernameyên çandî, pêşkêşkirina alîkariyan, projeyên biçûk û pîrozbahî bi munasebetên civakî û olî hene.
Zihûr axaftina xwe wiha domand: “Em rastî gelek astengiyan tên ku yek ji wan jî pirsgirêka darayî yan jî fînansî ye ku ew jî ji aliyê îstixabaratên Israîlê ve tê kirin. Her wiha em pirsgirêka binçavkirinê jî dijîn lê tevî van hemû zehmetiyan jî em li ber xwe didin û di karê xwe de bi biryar in.”
Zihûr ragihand ku gelek caran ji aliyê rayedarên Israîlê ve hatiye binçavkirin û pêkanîna hin çalakiyan ji bo wê hatiye qedexekirin her wiha mala wê hatiye hedefgirtin lê tevî vê yekê wê çalakiyên xwe yên komeleyê berdewam kirine.
“Qudis a me ye” 
Zihûr aşkere kir ku rayadarên Israîlê naxwazin tu çalakî li bajarê Qodisê werin lidarxistin û tu jin civakê aktîf bikin û got: “Li hemberî van hemû kiryaran ez jinek bi hêz im û komeleya min heye li bajarê Qodisê, xwedî hêz in û komele xizmetî jinan dike.”
Zihûr Ebû Meyala di dawiya axaftina xwe de peyamek ji jinan re şand û got: “Qudis a me ye û divê di riya yekitiyê de em hebûna xwe isbat bikin û hemû astengiyan derbas bikin.”