Koçer Hisên: Armanca sereke ji van êrîşan qirkirina gelê Kurd e

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Rêxistina Kongreya Star a Kantona Hesekê Koçer Hisên diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê dîlgirtî be dê dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd bidomîne.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Rêxistina Kongreya Star a Kantona Hesekê Koçer Hisên diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan li Îmraliyê dîlgirtî be dê dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd bidomîne.
RONÎDA HACÎ
Hesekê-Dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê ango ji roja salvegera komkujiya li dijî Ermeniyan ku Osmaniyan pêk aniye ve êrîşî axa Başûrê Kurdistanê kir. Li hemberî êrîşên dewleta tirk li dijî axa Başûrê Kurdistanê berxwedana dîrokî ya zarokên Kurdan berdewam dike. Endama Komîteya Perwerdeyê ya Rêxistina Kongreya Star a Kantona Hesekê Koçer Hisên êrîş şermezar kir.
"Êrîş berdewamiya komploya navneteweyî ye"
Koçer diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ne li dijî hêz û partiyekê ye, di heman demê de li dijî hêzên demokratîk û parêzvanên azadiyê ye û wiha domand: “Armanca sereke ji van êrîşan qirkirina gelê Kurd e. Nîşaneya vê yekê ew e ku êrîş di salvegera komkujiya li dijî Ermeniyan de pêk hat. Divê hemû gel li dijî vê qirkirin û êrîşên Osmaniya nû bibin xwedî helwesteke hevpar. Em hemû baş dizanin ku êrîşên dewleta tirk li dijî axa Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamiya komploya navneteweyî ye. Ev komplo heya roja îro bi van êrîşan berdewam dike û armanc jê şikandina îradeya gel û bi taybetî qirkirina gelê Kurd hedef digre."
"Lihevkirin ji bo qirkirina gelan pêk tên"
Koçer bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dema dewleta tirk êrîş dike, çekên qedexekirî li dijî hêz û gelê wê heremê bi kar tîne. Li Serêkanî, Efrîn û îro jî li dijî axa Bakurê Kurdistanê bi kar tîne. Bikaranîna çekên kîmyewî tê wateya ku dewleta tirk di aliyê leşkerî de bi bin ketiye. Li hember îradeya şervanan û gel dikeve lewma çekên qedexekrî li dijî gelan bi kar tîne. Li hemberî sûcên ku dewleta tirk li dijî gelan pêk tîne dewletên navneteweyî bêdeng in. Ev jî cihê şermê ye û lihevkirinek li ser qirkirina gelê Kurd pêk tînin." 
"Em berxwedana şervanan pîroz dikin"
Koçer di domandina gotina xwe de diyar kir ku jin bi rêxistinbûna xwe dibin bersiv ji kiryarên qirkirinê re û wiha pê de çû: "Jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo re girêdayî ne û li ser wê bingehî xwe bi rêxistin dikin ji bo azadiya hemû civakê misoger bikin. Kiryarên ku îro li dijî gelan pêk tên li dijî derkeftî û nirxên şoreşa jinan in. Ji bo wê îro li axa Başûrê Kurdistanê şervanên jin bi îradeya xwe dibin bersiv ji tevahî êrîşan re. Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê – Rojava berxwedana şervanan pîroz dikin û piştevaniya wan dikin. Em di wê baweriyê de ne ku çawa şervanên me li Garê bi ser ketin wê li axa Başûrê Kurdistanê jî bi ser bikevin. Em herî dawî diyar dikin ku heta Rêber Apo ji Îmraliyê rizgar nebe êrîş li ser hemû kesên azadîxwaz wê pêk were. Em ê bi fikir û felsefeya RêberApo bibin bersiv ji van êrîşan re."