Koçberên li Yemenê ji ber lehiyê neçar in
Ji ber her baranek ku tê, wargehên koçberan ên li Yemenê vediguherin qadên xedar ku hêmanên herî bingehîn ên ewlehiyê tê de winda dibin. Jin û zarok bi lehiyên ku stargehên wan ên bo demkî tê de ne, şerpeze dibin.
REHMA ŞANZÛR
Yemen — Bi sed hezaran koçberên li Yemenê, di çadirên demkî yên li ber lehiyê liberxwe nadin de dijîn. Bi her baranek re, êş û azara wan nû dibe. Ji nîvê meha Adarê ve, gelek bajarên Yemenê bûn şahidê baranên dijwar û lehiyên xedar. Her wiha ev lehî û baranên dijwar bûn sedema mirina gelek kesan, windabûn û birîndarbûna gelek kesên din. Her wiha bi sedan çadir hatin hilweşandin û bi dehan malbatên ku ew çadir ango stargehên wan ên dawî jî ji destê wan çû, bê cih û war man.
Bandora lehiyê tenê bi xerakirina xanî û tiştên nav malê re sînordar namîne. Her wiha azara jinên koçber ku bi her baranek re rûbirûyî astengiyên nû dibin, duqatîn dike. Piştî ku pevçûnan ew neçar kirin ku malên xwe biterikînin, niha jî lehî tê û hesta ewlehî û aramiya wan a li nav wargehan ji wan dibe.
Êşa rojane ya li aliyê çalên lehiyê
Li wargeha “El-Sayîle” ya li Bajarê Teizê, Emel Seîd a 30 salî ku dayîka 5 zarokan e, ji dema ku ji ber pevçûnên zêdetirî deh salan li Yemenê berdewam dikin koçber bûye, di mercên mirovî yên gelekî dijwar de dijî. Ew dibêje ku êş û azara wê bi barana dijwar û lehiya ku mehên dawî li welat rabûye kûrtir bûye. Emel dema ku ji nûçegîhana ajansa me re axivî, wiha got: “Ji bo em ji şer birevin em koçberî vê wargehê bûn, lê em li ser kersaxa rûbara lehiyê dijîn. Bi her barîna baranê re jiyana me dikeve xetereyê. Gava baran dibare, ava lehiyê dikeve nav wargehê, çadiran di bin avê de dihêle û tiştên me yên kêm xirab dike. Cihê ku em xwe lê biparêzin namîne. Wargeh ji hêmanên herî bingehîn ên jiyanê bêpar e û piraniya malbatan di çadirên peritî de dijîn, lê hinekên din di nav nebûna alîkariyên pêwendîdar û çareseriyên ewle de neçar mane ji zibil û bermayiyan stargehên demkî ava bikin.”
Bi her dilopa baranê re tirs di dilê zarokan de ye
Keça biçûk a 12 salî Besma Elî hûrgiliyên tiştên ku malbata wê di dema barînê de dijîn wiha vedibêje: “Gava baran dest pê dike, em zûzûka tişt û cilên xwe radikin da ku şil nebin û di bin ava baran û lehiyê de neçin. Ji ber ku lehî dikeve nav wargehê. Paşê em hewl didin avê derxin û serê sibê jî betanî û doşekan di bin rojê de radixînin da ku ziwa bibin.”
Ew dibêje ku tirs bi her baranê re bûye beşek ji jiyana wê û wiha berdewam dike:“Ez ditirsim ku lehî min bibe. Berî demekê ava lehiyê zarokek ji ber wargehê bir, lê gel karî wî rizgar bike.”
Di nebûna xizmeta bijîşkî de qeyrana tenduristiyê kûr dibe
Jina 45 salî Xedîce Sêf jî yek ji wan kesan e ku ji ber baran û lehiyê êş û azar dîtîye. Ew ligel ku ji ber herikîna avê ya nav wargehê gelek tiştên xwe ji dest dane, di nav nebûna xizmetên bingehîn de bi tengasiyên tenduristiyê yên ku her ku diçin zêdetir dibin re rûbirû dimîne.
Xedîce dibêje ku êşa wê ne tenê ji destdana tiştan e, belkî digehêje aliyê tenduristiyê jî, ku li wargehan yekîneya Bijîşkî yan lênihêrîna tenduristiyê tune ye û ev yek jî êşa xelkê girantir kiriye. Xedîce wiha bilêv dike: “Ji ber baran û lehiyê zarokên me bi zekem û tayê ketine. Ji ber nebûna tu yekîneyên tenduristiyê li nav wargehê, nexweşî xedartir dibin. Piştî barîna baranê, mêş û kermêş gelek belav dibin û ev jî tirsa nexweşiyan li nav wargehê zêdetir dike.”
Xedîce Sêf tekez dike ku êş û azara jinên koçber û zarokan gelekî mezin e û wiha didomîne: “Bi taybetî jî, jinên ducanî û yên ku nû pitikên xwe anîne. Ji ber ku di nav nebûna lênihêrîna bijîşkî de rûbirûyî xetereyên mezin ên tenduristiyê dibin. Ev yek her werzê baranê dike dijwariyeke nû ya ji bo jiyanê.”
Hejmarên ku mezinahiya felaketê nîşan didin
Gotinên koçberan mezinahiya wê felaketa ku baran û lehiyê li pey xwe hiştiye nîşan didin ku ev êş di raporên rêxistinên mirovî de jî tê tekezkirin.
Li gorî rapora Yekîtiya Navdewletî ya Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor ku di 8’ê Nîsana 2026’an de hatiye weşandin, baranên dijwar û lehiyên ku ji 27’ê Adarê ve girtine ser Yemenê, bûn sedema mirina herî kêm 30 kesî û birîndarbûna 47 kesên din. Her wiha zarar gihîştiye 11hezar û 959 malbatan (ku hevseng e bi nêzîkî 83 hezar û 713 kesan).
Herî zêde malbatên ku zirar dîtine li Bajarê Teizê bûn ku gihîşt 4 hezar û 513 malbatan, li pey wê Ma'rib bi 2 hezar û 27 malbatan, paşê El-Cewf bi hezar û 876 malbatan, Ebîn bi hezar malbatî, Aden bi 800 malbatan, Hadramawt bi 585 malbatan, El-Beydaa bi 506 malbatan, El-Dali bi 271 malbatan û Ibb bi 212 malbatan.