Koçberên kampa Waşûkanî: Qutkirina avê şerekî qirkirinê ye

Bi derbasbûna demsala havînê re koçberên kampa Waşûkanî ji ber qutkirina av, cereyan û paşguhkirina rêxistinên mirovî jiyana wan ber bi xeterê ve diçe. Koçberên ku bi van zehmetiyan re rû bi rû dimînin dibêjin qutkirina avê şerekî qirkirinê ye, jiyana koçberan hedef digre.

 
RONÎDA HACΠ
Hesekê- Piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin, bi hezaran sivîl ber bi bajarê Hesekê ve koçber bûn. Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina şêniyan, kampa Waşûkanî li Rojavayê bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir, hejmara koçberên li kampê dijîn 5 hezar û 700 malbat in. Piştî dagirkirina stasyona Elok Kantona Hesekê krîzeke avê dijî, di vê dema dawiyê de jî ava çemê Firatê ji aliyê dewleta tirk ve hate qutkirin vê yekê bandoreke neyînî li ser şêniyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kir û bi taybetî lli ser koçberên di Kampê de dijîn. Koçberên kampa Waşûkanî paşguhkirina rêxistinên mirovî şermezar kirin û banga alîkariya lezgîn kirin.
Rewşa koçberan û qutkirina ava stasyona Elok
Koçbera bi nav Wefa Himêdî 48 salî da zanîn ku dagirkirina dewleta tirk ji bajarê Serêkaniyê re sûcekî li dijî mirovahiyê ye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dema ku em li bajarê serêkaniyê bûn, jiyana me pir xweş bû, hemû xizmetên jiyanî ji bo me bi rehetî hatibûn peydakirin. Bi êrîşên dewleta tirk re em neçarî koçberiyê bûn, me nedizanî em ê berê xwe bidin ku derê.
Rêveberiya Xweser Kampa Waşûkanî ava kir, em lê bi cih bûn. Dewleta tirk dagirkirina stasyona Elok wekî çekekî li dijî gelê herêmê bi kar tîne û her dem avê li ser Kantona Hesekê qut dike. Bi vî rengî  em weke koçber pir zehmetiyan dikşînin, tevî  paşguhkirina rêxistinên mirovî me debara xwe dikir lê qutkirina avê û miçiqîna çemê Firatê bandoreke neyînî bi xwe re anî û rewşa koçberên kampa Waşûkanî ber bi xeterê ve diçe. Banga me ji bo tevahî rêxistinên mirovî ew e ku rê li ber kiryarên dewleta tirk bigre û bihêlin em aram bijîn.”
‘Li hemberî kiryarên qirkirinê em li ber xwe didin’
Koçbera bi navê Meysa Harûn kiryarên dewleta tirk bi tundî şermezar kir û wiha nêrîna xwe bi me re parve kir: ”Kampa Waşûkanî ji aliyê rêxistinên mirovahî ve paşguhkirî ye, bi hatina demsala havînê re pêwîstiya koçberan bi gelek tiştan çêdibe weke guhertina çadiran ku ev du sal in çadir neguhertine her wiha reşandina dermanên li dijî heywanên pêvedan. Bi êşa koçberiyê re em êşa qutkirina avê jî dijîn. Ger îro rêxistinên mirovahî dibêjin em ji bo mirovan kar dikin çima bi karê xwe ranabin lê mixabin bêdengiya wan siyaseta wan a qirêj dide diyarkirin. Dewleta tirk bi hemû rêbazan dixwaze me qir bike, destpêkê êrîşên leşkerî, psîkojîk û niha jî avê li ser me qut dike. Ev sûcekî li dijî exlaqê mirovahiyê ye. Pêwîst e her kes dengê xwe bilind bike û li hemberî van kiryaran helwestên xwe nîşan bide. Îro em weke koçber, bi derfetên kêm di kampa waşûkanî de li ber xwe didin.”