Koçberên Filistînê ji ber krîza li Lubnanê êşên giran dikşînin

Nehiştin ku ew vegerin ser axa xwe, malên pîr û kalên xwe û heta nehiştin vegerin pîşeyên ku dibe tê de daxwaz û pêşeroja xwe bibînin. Jiyana Filistîniyan veguheriye penaberiya li kampên ku tu pêdiviyên jiyanê lê tune ne û ya ku rastiya trajîk hîn girantir kiriye, rewşa xirab aborî ye.

 
CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Hanan Saadeh ku di Komeleya Zaytouna ya ji bo Pêşketina Civakî de dixebite, der barê êşên herî berbiçav ên gelê Filistînê de ji ber şert û mercên aborî yên dijwar li Lubnanê dibêje: "Li gorî rastiya ku em li kampa Eyn El-Hilweh û li kampên penaberan bi gelemperî dijîn, em dikarin bihesibînin ku ji ber krîzê, mirov li du çînan dabeş bûne, yek çîna navîn û ya din jî ya ku tune ye. Em nikarin înkar bikin ku hin kes mehaneya xwe bi dolarê Amerîkayê distînin di encama diravê ku digihîje Rêxistina Rizgariya Filistînê yan UNRWA’yê de û ji ber vê yekê bihayê bilind hîn jî ji bo kesên ku dolar distînin guncan e lê rêjeya herî zêde dolar jê re nayê dayîn û ev êşek mezin dide jiyîn.”
Hanan Saadeh axaftina xwe wiha domand: "Zêdebûna bihayê xwarin, penîr û şîraniyê bihayê taştêya rojane zêde kir û ji ber vê yekê ez êdî nikarim kesek ji bo taştê vexwînim mala xwe. Mînak, goşt êdî rojane li ser sifreya me tune ye lê em hefteyê carekê yan du caran dikarin bxixwin. Goşt bi awayekî xwezayî wekî berê nayê peydakirin û ger hebe jî em 200 gram dikrin û bi şermokî daxwaz dikin.”
"Tunebûn bûye diyardeyeke rastîn"
Jiyana Hanan Saadeh, mîna malbatên cihêreng ên Filistînî yên li kampa Eyn El-Hilweh, guherî. Ew dibêje: "Me awayê jiyana ku em fêr bûne guhert. Me berê her hefte pîjemayê raketinê dikirî, yan jî perçeyek kincê ku me jê hez dikir lê bihayên ku me berê pê dikirî nêzî 30 hezar lîre bû, niha tune ye. Ger jinek çar zarokên wê hebin û zarokek wê pêlava wî çirandî be, wê çawa pêlavek din bide wî? Der barê jiyana me ya rojane de gelek hûrguliyên ku hatine guherîn hene û tunebûn jî êdî rengê xwe li ser hin malbatan dide xuyakirin.” 
Sala nû ya xwendinê niha tê amadekirin û Wezareta Perwerdeyê ya Lubnanê israr dike ku her roj li dibistanan amade bin. Hanan Saadeh vê yekê wekî bûyerek karesatbar dibîne. Ew wiha tîne ziman: "Hatina rojane ya dibistanan ne tiştekî hêsan e. Werin em meseleya sotemenî û veguhastinê deynin aliyekî. Pirsgirêkên din ên girîng ên wekî pêdiviyên xwendekaran ên dibistanê û lêçûnên rojane yên xwendekaran hene. Ger xwendekar hewceyê mamosteyek taybet an kincê dibistanê ku bihayê wê pir zêde bûye bin dê çawa be? Gelek hûrgulî hene û ez nafikirim ku beşdarbûna îsal hêsan be.” 
Li ser karta fînansê ya ku dewleta Lubnanê ji bo malbatên herî feqîr pejirandiye jî dibêje: "Karta fînansekirinê nagihîje penaberan û heta hin komên Lubnanê jî wê nastînin. Ez bi nijadperestî li meseleyê nanihêrim. Dewleta Lubnanê nikare hemû kategoriyên gelên Lubnanê vebigire, ji ber ku dizane ji sedî 70 Lubnanî di binê xeta hejariyê de ne. Ew bi xizanan ve girêdayî ne, nemaze xwendekarên dibistanên fermî. Der barê me penaberan de, dewleta Lubnanê ji me ne berpirsiyar e lê ew berpirsiyariya Rêxistina Rizgariya Filistînê û UNRWA’yê ye ku berpirsiyar in di van şert û mercan de hin hewcedariyên jiyanê bi cih bînin.” 
"Mûçeyê hevserê min têra deynên me nake"
Nadia Al-Awad, dayika du zarokan e, dibêje: "Em ji ber gelek krîzan êşê dikşînin. Em ji pêşerojê û qeyranên din ditirsin. Em nikarin barê wan hilgirin, ji ber ku we westiyayî hîs dikin û nikarin bêhnê bigrin. Hevserê min karmend e û meaşê mehane distîne lê meaşê wî têrê nake. Keça min tenê ji ber dermanê fizîkî mehane hewceyî nêzî 800 hezar lîre ye, ji ber ku ew ji 12 rojiya xwe û vir ve tê dermankirin, ew  niha sêsalî ye. Ji bilî xerckirina xwarin û vexwarinê û pêdiviyên din. Tiştê ku hevserê min mehane distîne têrê nake ku deynên mehane bidin. Em meaş digrin û deynan didin. Em  ji tu aliyan alîkariyê nagirin, nemaze di nava rqeyranan de, her çendî hin komele alîkariya xêrxwazî yan xwarinê didin hin malbatan jî."
"Krîza aborî jinên Filistînê xist bazara kar"
Mîrna Mearî çar zarokên wê hene û endama komîteya jinan a li kampa Eyn El-Hilweh e û li ser projeya derzîlêdana Welch li dijî koronayê dixebite. Ew balê dikşîne ser pirsgirêkên herî berbiçav ên ku jinên Filistînê û penaberên Filistînî bi gelemperî ji ber wan êşê dikişînin û wiha dibêje: "Gava ku kesek bi vîrusa koronayê dikeve, ew nikare derman peyda bike û carna jî cihê dermankirnê li nexweşxaneyan tune ye.” 
Tevî atmosfera tarî, Mîrna Mearî dît ku daxwazek mezin a jinan li bazara kar heye, ji ber ku ew û gelek jin li pîşeyan digerin ku di bin şert û mercên dijwar de alîkariya hevserên xwe bikin. Ew dibêje: "Ez beşdarî piraniya projeyan dibim, heta beşek ji wan projeyên dilxwazî ne  jî. Ez hewl didim beşdarî wan bibim da ku piçek xwarinê peyda bikim û alîkariya hevjînê xwe bikim. Em dikevin sala xwendinê, ya ku herî zêde serê me mijûl dike ev e. Em ê çawa ji bo zarokên xwe yên ku li derveyî kampê li zanîngeh an enstîtuyan dixwînin lênûs û pirtûkan heta ji bo çûnhatina wan pere peyda bikin?” 
Mîrna Mearî dewleta Lubnanê sûcdar nake ku karta darayî ya ji bo penaberên Filistînî misoger nekiriye. Ew diyar dike ku divê rêxistinên navneteweyî yên wekî UNRWA û yên din, berpirsyariya peydakirina karta xwarinê û heta derman jî bigrin ser xwe.
"Pêdiviyên bingehîn bûn hêvî"
Fatima Asaad, dayika şeş zarokan e, qeyrana aborî ya ku ew li Lubnanê dijîn û penaberên Filistînî li kampa Eyn El-Hilweh û wargehên cihêreng dijîn wekî şerekî bi nav dike û dibêje: 
"Em ji her alî ve şerekî pir dijwar dijîn.”
Fatima Asaad ji UNRWA’yê daxwaz dike ku berpirsyariya xwe ya li hemberî gelê Filistînê bi cih bîne û hewcedariya wan peyda bike. Ew di heman demê de balê dikşîne ser rola komên Filistînî jî û dipirse; "Fraksiyonên Filistînî di êşên gelê xwe de li ku derê ne? Em ji bilî dirûşm, civîn û wêneyên li ser medyaya civakî tiştekî din nabînin. Em, wekî gelê Filistînê, gelek êşê dikşînin, sebir û bêhnfirehiya me heye û ev ji bo me ne nû ye lê ji aliyek din ve, em dibin şahidên xemsariya aliyên Filistînî, UNRWA û hemû rêxistinan û heta komîteyên Filistînî di aliyê mafê gelê Filistînî de ne berpisyar in. Îro zarok jî şer dikin ji ber ku ew nikarin şîrê ku ji hêla bazirganên bazara reş ve yekdest in vexwin.” 
Jiyana Fatima Asaad pir guherî û pêdiviyên bingehîn bûn xewn û hêvî. Ew dibêje: "Em nema dikarin mafên xwe yên herî bingehîn bistînin. Mînak, malbata ku rewşa wan navîn e, rojan e sê caran xwarin dixwarin, îro ew rojê yek xwarinê tenê dixwin. Me berê fêkî dikrîn lê îro bihayên fêkiyan pir zêde ne.”
Fatima Asaad dibîne ku mebesta wê ya îroyîn vegera dibistanê ye û wiha dibêje: "Digel nivîsgeh, pirtûk û peywirên xwendekaran, pirsgirêka veguhestinê jî heye, nemaze ku zarok li derveyî kampê dixwîne. Di heman demê de em nêzî demsala zivistanê dibin ku ji me re pêdivî heye ku em pêwîstiyên zivistanê û alavên germkirinê wek beta û arvanê salê misoger bikin lê peydakirina van tiştan dijwar e.”
Hevserê Fatima Asaad pirsgirêkên tenduristiyê dikşîne. Fatima jî nikare karekî bibîne ku alîkariya malbata xwe bike ji ber ku xwendina wê ya zanîngehê tune ye, ji ber vê yekê ew di dîtina karekî de dijwariyê dibîne.