'Kincên Meryem El-Ezra sembola aştî û baweriyê ne'

Edîba Dawûd da zanîn ku meha Gulanê bi navê meha Meryem El-Ezra ya xwedî cihekî giyanî tê nasîn, jin di vê mehê de kincên Meryem El-Ezra li xwe dikin û dilsoziya xwe pê re nîşan didin her wiha daxwaz dikin ku hêviyên wan pêk werin.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê-Meha Gulanê weke meha Meryem El-Ezra tê nasîn, li cem gelê xirîstiyan cihekî xwe yê girîng û giyanî heye. Di vê mehê de jinên hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane û zarokên keç ku nezewicîne, kincên Meryem El-Ezra li xwe dikin. Kincên Meryem El-Ezra ji fîstanekî ji rengê şîn ê asîmanî û dirêj, şaleke spî û qayîşeke spî û dirêj, pêk tê. Derketina vê mehê di despêkê de ji aliyê Tobawî Henerî ve hatiye vegotin. Her wiha yekem kesê banga pêkanîna vê rêûresm û pîrozkirina meha Meryem El-Ezra kir Liwîs Rêşolî yê di sala 1784'an de li Îtalyayê bû. Paşê êdî li hemû welatên Ewropa, Emerîka û hemû cîhanê belav bû.  
Ji bo ku em bêtir girîngiya van kinc rê û resmên wiha bizanibin, me serdana mala dayika Aşûrî Edîba Dawûd kir û ev mijar bi berfirehî vegot. 
'Kincên Meryem El-Ezra sembola aştiyê ye' 
Edîba behsa çawanî û sedema lixwekirina kincên Meryem El-Ezra kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Meha Gulanê bi nave meha Meryem El-Ezra tê nasîn. Niha di vê demsalê de ji bo zîpik neyên û zeviyên genim û ceh zirarê nebînin, em cilan li xwe dikin û dua dikin ku Xwedê û Meryem van zeviyan biparêzin. Di salê de tenê du meh hene em dikarin van cilan li xwe bikin, di Gulan û Tebaxê de. Di salên berê de bijîşk tune bûn, jinên zarokên wan nexweş diketin, kincên Meryem li xwe dikirin û dua dikirin zarokên wan baş bibûn, di rastî de jî baş dibûn. Ev yek ji ber dilsozî û dilpaqijiyê her wiha ji bîr û baweriya wan, dihat. Di heman wextê de jî jinên zarok ji wan re çênedibûn, kincan li xwe dikirin û daxwaz ji Meryem El-Ezra dikirin ku li wan were rehmê û zarokek wan çêbibe û navê Meryem lê bikin. Kincên Meryem El-Ezra sembola aştiyê nîşan didin."
Kîjan jin dikare kincên Meryem El-Ezra li xwe bike?
Edîba di berdewamiya axaftina xwe de kesên ku dikarin van kincan li xwe bikin, diyar kir û wiha domand: "Her kes nikare kincên Meryem El-Ezra li xwe bike, ji ber guneh e. Zarokên temenê wan nêzî 18 salî û jinên hevjînê wan jiyana xwe ji dest dane, tenê dikarin van kincan li xwe bikin. Jinên ku hevjînê wan hebin û zarokên wan jî hebin, nabe li xwe bikin. Ev yek ji şertên ku divê kî van kincan li xwe bike ye. Dapîr dikarin li xwe bikin, ji derveyî wê nabe kes li xwe bike."
“Girêka daxwaz û hêviyan”
Edîba behsa girêdana qayîşê ji aliyê jin, zarok û kalûpîran ve kir û ev tişt got: "Dema em qayîşa spî li ser kincê şîn li xwe dikin, kî û di kîjan temenî de dibe bila bibe dikare girêkekê çêbike. Di kêliyên çêkirina wê girêkê de, ji xwe re dua dikin û daxwaz ji Meryem dikin. Paşê Meryem li wan guhdar dike û hemû daxwazên wan pêk tînin. Li mal û li kolanê jî be ferq nake ya girîng dilpaqijiya wan e."
“Kurd û ereb jî dikarin li xwe bikin, lê bi şert” 
Edîba da zanîn ku ne tenê jinên Aşûrî, Suryanî, Ermenî û Keldanî dikarin li xwe bikin lê belê Ereb û Kurd jî li xwe dikin û wiha domand: "Ne tenê Aşûrî hemû xirîstiyan dikarin, kincên Meryem li xwe bikin. Ferq nake, Kurd û Ereb jî dikarin li xwe bikin lê divê destpêkê baweriya wan bi Meryem were. Meryem El-Ezra bêyî cudahî bixe navbera neteweyan, daxwazên wan pêk tîne. Lê divê kesa dua kiriye, duayê xwe bi kesê re parve neke, ger parve bike nayê pêkanîn û qebûlkirin."
'Ya kincan li xwe bike divê rê û resmên wê jî pêk bîne'
Edîba got ku ya kincan li xwe bike divê hemû rê û resmên wê pêk bîne û wiha pêde çû: "Ya ku kincên Meryem li xwe bike divê her roja Şemiyê bi rojî be. Divê tenê li ser xwarina zeytê be, çênabe goşt, mast û penêr jî bixwe. Divê niyet û dilê min paqij be, ji bo bikaribim kincên Meryem li xwe bikim her wiha divê ez dilê tu kesî nehêlim. Di heman wextê de jî divê derew, dizî û tiştên xirab nekin û kesekê/î xizan jî ji devê deriyê malê destvala venegerînin."
“Ji salên 90'î ve van kincan li xwe dike”
Edîba behsa sedema lixwekirina van kincan dike û wiha bi dawî kir: "Ez ji salên 90'î e van kincan li xwe dikim, ji ber ku her zarokek min çêdibû, jiyana xwe ji dest dida. Piştî min li xwe kir êdî Xwedê 2 lawik dan min û niha mezin bûne. Fîstan destpêkê em parçe dikin, piştre didirûn û dibin dêrê, şevekê li wir dimîne heya keşeyê dêrê li ser nimêj dike, piştre em tînin û li xwe dikin. Ji hefteyekê heta 15 roj û mehekê jî dibe kinc werin lixwekirin. Ez ji her kesê re hezkirin, aştî û saxlemiyê hêvî dikim."