Kevneşopiya Kurdî bi berhemên destan tên parastin

Cîhan Ebdulxefûr ya bi çêkirina berhemên destan kevneşopiyên Kurdî diparêze û li dikana xwe pêşkêş dike. Cihan dibejê, “Min berê xwe da folklorê weke hermel, şohî, şal û qewlik ên dapîrên me, çiqas ku min çêdikir ewqas kesan jê hez dikir."

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Di demên berê de jinan gelek berhemên destan çêdikirin û ew berhem di destên jinan de reng vedidan. Di kevneşopiya çanda Kurdî de teşî, destar, mîrkut, çunî û tiştên xemilandina  jinan bi destê jinan di hatin çekirin. Taybet ji ew berhem di cejnan de dihatin pêşkêşkirin. Ji wan jinan yek ji Cîhan Ebdulxefûr ya ji bajarê Qamişlo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku bi çêkirina berhemên destan dixwaze kavneşopiyên Kurdî biparêze. Cîhan berhemên xwe, dikana xwe ya bi navê Şahmaran de pêşkêş dike û di heman demê de dêbara xwe pê dike.  

'Min hês dikir ku karê min bala kesê nakişîne’

Cîhan Ebdulxefûr di serî de behsa keşifkirina jêhatîbûna xwe û çawa despê berhemên destan kiriye, kir û got: "Ji 10 saliya xwe ve min ji berhemên destan hez dikir, heta dema ku ez çûm dibistanê di dibistanê de çalakiyên hunerî hebûn ez tevli dibûm heta ez fêr bûm. Piştî ku min dibistanê qedand derbasî qonaxa zanîngehê bûm, min li zanîngeha Şamê beşa hunerê xwend û derçûm. Piştre min bi fermî dest bi çêkirina berhemên destan kir. Di destpêkê de tabloyên tepî min çêdikir piştre ez çûm navenda Xabûr a bajarê Hesekê min zarok fêrî çêkirina berhemên destan dikir. Heta demekê desteya çandê xwest dikaneke ji bo berhemên destan veke, min di wir de cih girt û bi berhemên xwe beşdarî gelek mihrîcanan bûm. Yek ji wan mihrîcana jinan bû. Destpêkê min ne duxwast karê min bala kesê bikşînê, min xwest ez tiştin cuda çêbikim da ku pir balê bikşîne û gel jê hez bike. Min berê xwe da folklorê weke hermel, şohî, şal û qewlik ên dapîrên me, çiqas ku min çêdikir ewqas kesan jê hez dikir."

'Gel pir ji çêkirina Şahmaran hezkir'

Cîhan Ebdulxefûr diyar kir ku ji çêkirina şohî, hermel û şalê veguherand çêkirina tiştên folklorî yên tepî û wiha berdewam kir: "Ji çêkirina şohî, hermel û şal min veguherand tiştên folklor ên tepî, weke demjimêrên tepî dema ku min demjimêrek çêkiribûya min tiştên folklorê tevli dikir ew xweşiktir çêdibû. Şahmaran jî min çêdikir. Bi rastî milet pir jê hez dikir û dihatin dikirîn. Ji ber ku milet pir ji çêkirina Şahmaran hezkir me biryar da ku navê dikanê bikin Şahmaran. Hinek zehmetî me dikişandin ji aliyê çêkirina berhemên dest ve. Amûrên em pê kar dikin peyda nedibûn, dema ku peyde jî dibû nirxê wê buha bû. Ji ber vê yekê jî dema ku em tiştekî hazir dikin nirxê wê buha ye."

'Divê jin xwedî li kevneşopiyên Kurdî derkevin û biparêzin'

Cîhan Ebdulxefûr behsa beşên dikana Şahmaran kir û di her beşekî de çi kar tê meşandin û wiha bi dawî kir: "Di dikanê de du beş hene beşek a textene beşa din jî tiştê ku em amade dikin tê de pêşkêş dikin. Beşeke din heye em wê li malê bi cih dikin. Hinek jin hene dixwazin li malê kar bikin, em texta didin wan û ew li ser kar dikin. Em dixwazin di demên pêş de şaxên dikana Şahmaran li bajarên din jî vekin û ew ê berfirehtir bibe, tiştên cuda çêbikin. Di dema niha de hinek jin tên ku kar bikin ez li malê wan fêrî çêkirina karê dest dikim, ez dixwazim ji hemû jinan re bibêjim ku jin divê xwedî li kevneşopiyên Kurdî derkevin û biparêzin da ku winda nebin."