‘Kesên xwedî pêwîstiyên taybet rastî astengiyan tên’

Ji ber nehişyariya civakê kesên xwedî pêwîstiyên taybet rastî astengiyan tên.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Kesên xwedî pêdawistiyên taybet li ruxmê rewşa jiyanê û astengiyên civakê, guhên xwe nadin astengiyan, kêrhatiyên xwe derdixin û dikarin di jiyanê de xwe li ser lingên xwe bigrin lê belê hinek caran ji aliyê civakê ve ji bo berjewendiyên aborî tên bikaranîn û ev jî bandorê li ser derûniya kesên xwedî pêwîstiyên taybet dike.

‘Gelek karên ku em dikin kesên normal nikarin bikin’

Endama desteya bilind a Komeleya Roja ya ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet Esmer Star ku bi xwe jî xwedî pêdawistiyê taybet e diyar kir ku tu cudahî di navbera wan û kesên din de nîn e, tenî di aliyê fizîkî de cuda ne û got: “Gelek caran ew karên ku kesên xwedî pêwîstiyên taybet dikin, kesên din nikarin bikin. Gelek kesên wisa hene xwedî kêrhatiyên taybet in lê belê ji ber xirabiya rê û çend sedemên din nikarin karê xwe bikin. Ev jî wisa dike ku pêwîstiya me bi alîkariya kesên derdora me hebe. Bi vê ve jî girêdayî me her dem daxwaza mafên xwe kiriye û em dikaribûne pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

‘Em di navbera xwe de alîkariya hev dikin’ 

Esmer Star bi bîr xist ku heta niha civak li hemberî kesên wisa şiyar nîn e û weke kesên xwe nabîne û wiha domand: “Nabe em wan kiryarên ku li hemberî me tên kirin qebûl bikin. Rast e pêwîstiyên me zêdetir in lê belê nabe em rê bidin hinek qenalên medyayê me bi kar bînin, ji bo tevgerkirina hestên bîneran da ku alîkariya me bikin, di demek ku alîkariya darayî heye, bila em di nava xwe de alîkariya hev bikin. Ji ber hinek ji xwedî pêwîstiyên taybet pêwîstiyên wan bi alîkariyê nîn e û hinek jî pêwîstiya wan bi alîkariyek zêde heye.”

‘Zagonek ji bo wan kesan tune ye’

Esmer Star da zanîn ku heta niha zagonek taybet ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet tune bûye û got: “Divê em kesên civakê li hemberî kesên xwedî pêwîstiyên taybet hişyar bikin. Ji ber karê herî baş ji bo me hişyarkirina kesan e. Ji ber wê dema ku ez hişyar bûm û ez hînî maf û erkên xwe bûm, êdî rê nadim mafên min werin binpêkirin.”

‘Min her dem xwe weke pêşeng dîtiye’

Esmer Star di dawiyê de wiha got: “Weke kesek wisa, min her dem xwe di nava civak û malbatê de weke pêşeng dîtiye. Ji ber ez xwedî pêwîstiyên taybet im ez kêfxweş im. Li gelek cihan bi awayekî din li me dinêrin û nafikirin ku em aciz dibin. Ji ber wê di dema ku em rastî nêzîkahiyên wisa tên, ger malbat li pişta me be, derbaskirina hemû êşan ji bo me dê hêsan bibe.”