Kampanye ya jinên Cezayirê ya bi navê “Ez nexweşim lê kêfxweşim”

Li çîrokên jinên ku ji penceşêra pêsîrê xelas bûne, guhdarkirin û parvekirina tekoşîna wan bi nexweşiya penceşêra pêsîrê û tecrûbeya wan, yek ji rêbazên herî girîng û bi bandor ji bo hişmendiya civakê ji penceşêra pêsîrê ye.

NECWA RAHİM
Cezayir - Ji bo belavkirina hişmendiya nexweşiya penceşêra pêsîrê, tecrûbeyên jinên ku li himberî nexweşiyê tekoşîn kirin cesaretekê di nava civakê de dide avakirin.
jina binavê Sabrîna Abdelî 36 salî ji beriya 4 salan, bi nexweşiya penceşêrê ketibû, di demê serlêdana dektor dike, hin test û ceribandijnên bi aşiyê dike ew ji dektor dibihîze ku nexweşiya penceşêra pêsîrê pêre ye. Sabrîn wiha qala tecrûbeya xwe dike: "Ji beriya 3'ê salan ez hînbûm ku bi nexweşiya penceşêra pêsîrê ketime. Piştî girtina hin têstên taybe û dîtina dermanên girêdayî vê nexweşiyê, di ber de jî min nerînên dektora digirtin, ji bo ku ez bi awayekî giştî ji vê nexweşiyê xelas bibim çî pêwîst bû min kir. Dawiyê min biryar da ku ez pêsîra xwe bi awayekî giştî qut bikim. Ev biryar jî bi rêka emeliyatên taybet li gel dektorên ku bi vê nexweşiyê mejûl dibin hat girtin. Ji bo ku carek din mecbûr nebim ji bo dermankirinê rastî dermanên kîmyawî werim, min bi baldarî li dektoran guhdarî kir û ya pêwstbû bi cîh anî."
"Pêşîlêgirtina nexweşiyê ji dermankirinê çêtire"
Sabrîn Abdelî diyar dike ku niha ew bi awayekî yekser ji nexweşiya penceşêra pêsîra xelas bûye û wiha didomîne: “Piştî dermankirina bi rêka dermanên kîmyawî û dermankirina bi aşiyê, ez vegeriyame jiyana xwe ya xwezayî. Ez hemû jina şîret dikim ku xwe li malê mûayene bikin û bi awayekî rêk û pêk kontrolê bikin. Div dem de testan çêbikin bi taybet di demên ku  hindek gomanên wan çêbibin, ji ber ku pêşî lêgirtina nexweşiyê ji dermankirinê çêtire."
"Bi têkoşînê û piştgiriya malbata xwe ez li himber penceşêrê biser ketim"
Her wiha jina bi navê Esmehan Makawî ku tecrûbeya xwe ya nexweşiya penceşêra pêsîrê bi mere parve kir û wiha got: Di sala 2018'an de min zanî ku ez bi penceşêra pêsîrê ketime, min hîs dikir ku di pêsîra min de girêkek heye, min li gel dektor mûayene kir û test çêkirin. Di wê demê de min zanî ku nexweşiya penceşêra pêsîra bi min re heye, vê yekê tirsek di dilê min de da çêkirin. Ez pir tirsiyam û ew hêza min tunebû ku ez vê yekê ji malbata xwe re bibêjim, bi taybet ji ber ku ez bi tenê çûm serlêdana dektor ji bo mûayenê." 
Malbata Esmehan Makawî di rojên wê yên zehmet de piştgirî danê û jêre bûn destek. Esmehan pitevaniya maltaba xwe wiha tîne ziman: “Hemû endamê malbata min li kêleka min sekinîn û piştgiriyek derûnî û madî dan min. Di dema nexweşiya min ji ber dermanên kîmyawî porê min hemû weşiya û ji bo dermankirinê bi rêka emeliyatekê pêsîrek min hat qutkirin da ku ez ji vê nexweşiyê xelas bibim. Her wiha hemû endamên malê porê xwe qut kirin da ku ez bi cûdahiyê hîs nekim û ev ji bo min wekî piştgiriyek herî bi bandor bû. Piştî têkoşînek mezin bi nexweşiya penceşêrê re ez biserketim û bi awaykî giştî jê xels bûm." 
“Piştî nexweşiyê bihêzbûn” 
Her wiha piştî xelaskirina Esmehan Makawî ji nexweşiya penceşêra pêsîdrê pêngavek wekî kampanya bi navê "Erê nexweşim lê kêfxweşim" despêkiribû ku vê yekê ji aliyê gelek nexweşên penceşêrê ve gelek bertekên erêniyên mezin dît. 
Gelek jin bi tecrubeyên xwe û qonax û pêşketina nexweşiyê di cand de bi pêşkêşkirina şîret û rêbazên cûr be cûr  ji bo hişmendî û  perwerdekirina jinan li ser xeteriya penceşêrê û pêwîstiya ku her kes xwe qontirol bike û mûayeneya zû li gel dektoran beşdarî pêngavê bûn.
Derbarê girîngiya kontirolkirin û mûayeneya zû ji bo keşfkirina nexweşiya penceşêrê de Esmehan Makawî got ku piştî despêkirina pêngava "erê nexweşim lê kêfxweşim" min alîkarî bi gelek nexweşên penceşêra pêsîra re kir.” û wih hişyariyên wiha li nexweşan kir: "Pêwîste hemû jin bi awayekî domdar xwe mûayene bikin û hemû jinên ku bi nexweşiya penceşêra pêsîrê ne wêrek û xwurt bin û hemû qonaxên dermankirinê bi awayekî rêk û pêk pêkbînin."