Kampanya jinên Filistînê ya Parastin Mafe li ser turên civakî despêkir

Di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê ya Navenda Ragihandina Civakî ya Filistînê de kampanyaya "Parastin maf e" hat destpêkirin.

Xeza -  Di çarçoveya çalakiya Roja Jinên Cîhanî de Navenda Raghandina Civakî ya xezayê bi beşdariya ciwanan û bi pişgrtiya UN Women kampanya bi navê "Parastin Maf e" da dest pêkirin. Rêveberiya projeyê ya Navenda Raghandina Civakî ya Xezayê Xilûd El - Sewalme got  ku  ji cotmeha sala borî ve wan  kampnayayek bi navê " Parastim maf e " bi piştgirtiya UN Woman di çarçoveya “Bernameye Sawasiya 3” de dane despêkirin.

 “Armaca vê xebata me perwerdekirina civakê ye”

Xilûd El - Sewalme da zanîn ku armanca wan perwerdekirina jinane û wiha lê zêde kir: "Armanca xebatên me ya serke  pêwîstiya perwedekirina civakê ye ji bo daxwaza pejrandin û bicihanîna yasaya parastina malbatê ji tundûtûjiyê li filistînê ye.” Xilûd da zanîn ku kampanya wan a di çarçoveya projeya Seferberiya Medya û Civakê de  ya ji bo Pêşxistina Gihîştina Jinan a Dadmendî û Ewlehiyê li Zîvala Gazayê û wiha domand: "Ji bo pîrozkirina jinên Filistînî û daxwaza başkirina şert û mercên wan emê çalakiyên xwe yên di meha Adarê de li her qadê bidomînin"

“Em bi haşataga ‘Dema Guhertinê ye’ tevlî kampanyê bûn”

Koordînatora Raghandina Navendê Besma El-Kurdî jî got ku îro di çarçoveya çalakiyên Roja Jinên Cîhanî de wan  di riya haşataga "Parastin Maf e " dest bi kampanya xwe ya yekemîn a parêzvaniya dîjîtal kirine û wiha berdewam kir: "Ji bo bilindkirina hişmendiya civakê li ser  mafê jinan û pêwîstiya parastina wan bi pejirandina qanûna parastina malbatê ji şîdestê ye.” Her wiha Besma da zanîn ku ew bi haşataga "Dema Guhertinê ye" beşdarî kampanyeya neteweyî ya ji bo Roja Jinên Cîhanê dibin û ewê çalakiyên xwe yên di meha Adarê de ji bo pîrozkirina jinên Filistînî û daxwaza başkirina şert û mercên wan di her qadê de bidomînin û wiha berdewam kir: "Ev çend  salin rêxistina civaka sivîl ji bo biderxistina qanaûna parastina malbatê ji tundiyê têdikoşe."

  “52 xalên qanûna parastina malbatê hene”

Rojnameger Ensam Al-Qattai ku  ew jî yek ji beşdarên kampanayayê ye got ku ev çend salin rêxistina civaka sivîl ji bo derxistina qnaûna parastina malbatê ji tundiyê têdikoşe û wiha pêde çû: "Ev qanûn ji bo vejandina kesên destdirêjî lê hatine kirin û entegerkirina mexdûran kar dike. Em behsa 52 xalên qanûna parastina malbatê dikin ku armanca wan parastine. Her wiha piştî bûyerên tundî û kuştina jin û zarokan me dît bi lezgîn divê em vê qanûnê bidin derxistin."