“Jiyana li gundan xweza, ked û dilnizmiya mirovan di nava xwe de dihewîne”

Fatime Nezîr der barê jiyana xwe ya li gundan û rewşa çandiniya li gund de got: “Ji dema ku min çavên xwe li dinê vekiriye ve ez li gundan dijîm û rojekê jî nefikirîme biçim li bajaran bijîm. Ji ber ku gund xweza, ked û mirov hevpar in û di nava ahengekê de hev temam dikin. Gundê me pir xweş e, jiyana me hêsan û dilnizm e. Li gundan jiyan weke fêkiyên salê yên gihîştî ye her diçe bitam û bedew dibe. Di gundê me de hemû jin çandiniyê dikin û di pîvanên wê de pispor in. Bi xwe du bexçeyên min hene dema ez yekî diçînim, axa yê din rehet dikim ev jî yek ji rêbazên qîmetdayina axê ye.”

 
ROJ HOZAN
Qamişlo- Tevî sermaya zivistanê û kêmbûna baranê her jin bi derfetên biçûk alternatîfa jiyanê dafirîne. Li ser rûyê erdnîgariyê bihuşta jinan bi rengê jiyana şîn xemiliye û keda wan her zindîbûnê bi xwe re tîne. Fatime Nezîr a temen 50 salî li gundê Girqefik ê girêdayî bajarê Dêrikê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Fatime li kêleka mala xwe ji xwe re goşeyek veqetandiye û tê de hemû cureyên çandiniyê diçîne. Bi berbanga sibehê re berê xwe dide nava baxçeyê xwe û bi baldarî şînahiyên xwe av dide, paqij dike û diçine. Fatime hemû pêwîstiyên ji bo jiyanê bi destê xwe bi cih tîne û bi mehan serdana bazarê nake. Bi her çar demsalan re şînahiyan li gorî wê dema salê diçîne. Girêdana wê bi axê re hemdem e û bi vê westandinê re tama keda xwe qezenc dike. Têkildarî kar û jiyana xwe û projeyên wê yên çandiniyê Fatime Nezîr ji me re axivî.
"Civakbûn esasê jiyana rast e"
Fatime despêkê behsa xweşiya jiyana li gundan kir û wiha got: “J dema ku min çavên xwe li dinê vekiriye ve ez li gundan dijîm û rojekê ez nefikirîme biçim li bajaran bijîm, ji ber ku li gund xweza, ked û mirov bi hev re hevpar in. Rojane mirov difikirin pêşerojekê ji xwe re ava bikin lê ez bawer im bi kedê re pêşeroja mirov bi xwe diyar dibe. Gundê me pir xweş e, jiyana me hêsan û dilnizm e û di hemû rewşan de em li kêleka hev in. Ger mirov li cihekî bijî û dostên mirov tune bin wê demê jiyana mirov bêwate ye ji ber ku civakbûn esasê jiyana rast e û xweşiyê dide can û dilê mirov. Mirovên li gundan dijîn xwedî canek bi tendurist in ji ber ku hemû xwarin û vexwarina wan xwezayî ye û wisa xweza jî ji me hez dike. Em hînî rehetiyê nebûne, xwezaya bedena me, kedê dide ber me. Em naxwazin ku rojekê zarokên me bibêjin dayikên me dûrî rastî û cewherê jiyanê ketine. Niha jî ger em rastiyê bêjin bajar mezin in û jiyan li wan bi pêş ketiye lê dema em li mirovên bajaran mêze dikin ew westandin, qerebalix û nerehetî di çavên wan de xuya dike. Di encamê de her mirov baş dizane kîjan jiyan jê re xweş e. Em bi xwe gundî ne ji ked û hewaya gundê xwe hez dikin û nikarin jê dûr bikevin.”
"Li gundan em hewce nabin biçin bazarê"
Fatime karê xwe yê rojane yê li gund dike anî ziman û wiha domand: “Di gundê me de hemû jin çandiniyê dikin û di pîvanên wê de pispor in. Min jî li kêleka mala xwe bexçe çandiye û tê de hemû cureyên şînahiyan tên dîtin. Her wiha bîrên me yên avê jî hene. Sibehê zû despêkê berê xwe didim nav bexçe av didim derdora wî paqij dikim û paşê pezê ku didoşim dişînim çolê û vedigerim hazirtiyên malê bi cih tînim. Çandinî xwestek û baldarî jê re pêwîst e bi rengekî her tu kedê bidî erdê ew erd jî sûd li te vedigerîne. Niha em dizanin rewşa aboriyê nebaş e pêdivî pir buha ne û mirov nikarin debara jiyana xwe bikin. Mirovên gundan hinekî barê vê krîzê sivik dikin ji ber ku her ji gundan hemû pêwîstî derbasî bazarê dibin. Li gundan em li xwe naheyîrin hemû şênî, goşt, şîr û erzaqên me ji malê ne û hewcedar nabin her ji bazarê bikirin. Ez bi xwe bi mehan naçim bazarê û tu carî ji derve tiştekî nakirim hemû pêwîstiyên min li ber destên min in. Tama jiyanê li gundan weke fêkiyên salê yên gihiştî ye.”
"Rêbazên çandiniyê"
Fatime bal kişand ser rêbazên çandiniyê di her çar demên salê de û wiha pêde çû: “Her sal li gorî her demê ez şînahiyê diçînim. Bi xwe du bexçeyên min hene dema ez yekî diçînim, axa yê din rehet dikim ev jî yek ji rêbazên qîmetdayîna ji axê re ye ku xwe rehet bike. Di demsala havînê de ez hemû cureyên şînahiyê weke, bacanên sor, bacanên reş, îsot, bamî, meloxî, şebeş, kundir û gelek şînahiyên ku li ber xwarinê re tên xwarin diçînim. Di demsala zivistanê de jî ez şînahiyên weke pîvaz, sîr, silik, xas, fûl û bexdenûsê diçînim. Helbet di biharê de em piranî gihayên weke peybûn, bincar, xişxaş û gelek gihayên ku dibin dermanê nexweşiyan diçînin lê di payîzê de em berhemên havînê berhev dikin û erzaqên ji bo zivistanê amade dikin. Di zivistanê de şînahî zû bi zû nagihîjin, ji ber sermaya zêde qeşa dikeve û ev dihêle ku hin caran ên tedbîra xwe nagirin şînahiyên wan hişk bibin. Helbet jinên afirîner her alternatîfa wan heye, di zivistanê de bi çêkirina malên plastîk ji çadiran ez şînahiyên xwe diparêzim. Dema tava rojê ber bi nîvro ve biçe ez çadirê ji ser wan hiltînim da ku tava rojê û hawayê bistînin û ber êvarê ji bo qeşa lê nede ez dinixumînim bi vê rêbazê mirov dikare çandiyeke baş û serkeftî bi dest bixe. Di havînê de çandinî hêsan e tenê avdan û paqijkirina derdora şînahî pêwîst dike wekî din ava zêde jî nebaş e, tama berhemên wê sar dike. Lê îsal baran nebarî, erd zuha ne û pêwîst e em zêdetir lê baldar bin. Rêbazên çandiniyê ez ji zaroktiya xwe ve dizanim ji dayik û bavê xwe hîn bûme wisa niha hevjînê min jî bi min re alîkar e. Hevjînê min piranî bi xwedîkirina sewalan ve mijûl dibe lê ger alîkariya kolana erdê carna pêwîst bibe ew dike wisa em hevsengiya jiyanê bi hev re diqedînin. Bi qasî hezkirina min ji erdê re wisa ez dema li xweşikbûna bexçeyê xwe mêze dikim hemû westandina xwe ji bîr dikim.”
"Heya niha jî çanda şevbihurkê li gundê me zindî ye"
Fatime bal kişand ser civatên gundan û wiha bi dawî kir: “Berê li gundan şevbihurk hebûn her çend mal her roj li gel cîranek xwe şeva xwe diqedandin. Di havînê de piranî şevbihurkên me li derve ne berêvaran em gihayê hewşa xwe hûnik dikin û wisa civata xwe heya derengiya şevê didomînin. Di zivistanê de şevbihurkên me li hewirdora sobeyê ne wisa em sermaya zivistanê bi civatên germ derbas dikin û şevên dirêj diborînin. Dibe ku wekî berê ev civat nemane ji ber êdî ev nifşên niha girîngiyê nadin guhdariya li mezinan û têne bi telefonên xwe re mijûl dibin lê heya niha em vê çanda pîroz di nava xwe de zindî dihêlin. Hêviya min ew e ku mirov di aramiyê de bijîn.”