Jiyana berê bi keda destên jinan xweştir û watedar dibû

Jiyana berê her tim ji ya niha xweştir bû ji ber ku tê de hezkirin, wekhevî û ewlehî hebû. Dayika Zeyneb a sadsalî ye wiha vedibêje ku jinan di jiyana xwe de gelek ked û westandin didîtin lê bi alîkarî û îsrar ew astengî derbas dikirin loma jî jiyana berê bi keda destên jinan watedar bû.

 
ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- jiyana berê bi wekhevî û hezkirinek di nava civakê de dihat jiyîn, ji ber ku tu ezezî di navbera civaka berê de tunebû lewma hemû weke malbatekê bi hev re jiyana xwe didomandin. Jinên berê jiyana xwe di gundan de derbas dikirin, ji tunebûnê hebûn ji derdorê xwe re diafirandin ta ku zarok bên tîmarkirin. Jin bi keda destên xwe wê demê jiyan dixemilandin û hezkirinek di nav civakê de diçand. Jin her tim bi çandinî û xwezayê re mijûl dibû loma bi rengek xwezayî ew civak dihat birêvebirin. Di serdemên berê de berhemên jinan cur bi cur hebûn ji xweza derman, xwarin û amûrên jiyanî derdixistin. Heya serdemê ku em tê de niha dijîn û bi taybet li gundan hîn hewldanên jinan hene ku wê jiyanê biparêzin. Li gundewarên kantona Efrînê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev yek dihat jiyîn, jinên Efrînê jiyana gundan bi rengên xwe parastin. Sembola yek ji bo hemû û hemû ji bo yekî li gundên Efrînê mirov dikarî bidîtiya. 
Dayika Zeyneb Xelîl Faris ku temenê wê zêdetirî sad salan e, heya ku beriya ji Efrînê koçber bibin li gundan jiyana xwe didomand, Zeyneb ji gundê Maemila yê navçeya Mabetaya Efrînê ye û dayika 8 zarokan e. Dayika Zeyneb bi me re behsa jiyana berê û bi çi rengî dihat jiyîn, kir.
"Barê jiyanê li ser milên min girantir bû"
Jiyana berê ku dihat jiyîn bi hezkirin bû û gelek watedar bû. Dayika Zeyneb wiha qala jiyana berê yên li gundan dike: "Jiyana berê ji niha xweştir bû ji ber wê demê mirov bi keda destên xwe jiyan diafirand. Di demên berê de hemû kar li ser milên jinan bû û ew jin xwedî li wê barê derdiketin. Pir derfetên jiyanê wê demê tunebû loma xwedîkirina zarokan jî ne hêsan bû. Min di jiyana xwe de gelek ked da heya ku min zarokên xwe xwedî kirin, piştî ku min ken li ser lêvên zarokên xwe ditît westandina xwe ji bîr dikir. 8 zarokên min hene, du ji jî jiyana xwe ji dest dane û hevjînê min jî di temena xwe yê 28 salî de jiyana xwe ji dest da, wê demê barê jiyanê û malê li ser min girantir bû."
"Ji bo xwedîkirina zarokan gelek zehmetî kişand"
Zeyneb di berdewmiya axaftina xwe de wiha got: "Ji bo ku ez karibim zarokên xwe xwedî bikim, min li kêleka karên malê karên erdan û çandiniyê jî dikir. Di dema berê de rihek di nav civakê de dihat jiyîn, miletê gund yekdest bûn, di nav cîran û malbatan de ruhê alîkariyê dihat dîtin. Me erzaqên xwe û pêdiviyên malê bi hev re çêdikirin. Em êvarê li hev diciviyan û bi hev re me rojên xwe derbas dikirin bi vegotina çîrok û stranan. Niha piştî teknolojî bi pêş ketiye mirov ji hev dûr ketine û mîna jiyana berê najîn. Min nan û xwarinê êvarê amade dikir da ku seherê zû biçim nav zeviyan. Min hemû zarokên xwe bi mal û malbet kirin, heya niha qet hîs nekir ku sad sal ji jiyana min çûye."
"Jiyana berê ji ya niha xweştir bû"
Berhemên berê ji bo tendirustiya mirov bi sûd bûn. Dayika Zeyneb behsa berhemên berê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Min ji lawirên mala xwe pir sûd didîtin. Min zarokên xwe li pişta xwe dikir nan û karê xwe bi hev re dikir. Min hiriya paz bi destên xwe çêdikir û jê sûd digirt yek ji sûdên hiriya ku min dikir doşek ew bû ku ji bo tendirustiya mirov gelekî baş e her wiha karê dirûtina cilan jî wê demê min dikir û sê xalîçe ji hiriyê amade kir. Dema ku hevjînê min jiyana xwe ji dest da ez biçûk bûm ruxmî biçûkbûna temenê xwe, min bi tenê serê xwe zarok xwedî kirin. Jiyana berê bi ewle bû ji ber ku wekhevî û hezkirin di nava me û civakê de hebû."