Jinên Xezayê li dijî penceşêrê têdikoşin

Jinên Xezayê yên ku penceşêra pêsîrê bi awayek serkeftî derbas kirin dan diyarkirin ku wan di destpêka danaşîna dermanê Kimyewî de rewşek nexweş jiyane lê bi demê re karibûne li hemberî vê nexweşiyê şer bikin û bi serkeftî derbas bikin.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Li gorî dîtinên destpêkê yên ku li jinan dinêrin, difikirin ku ew gelek saxlem in û tûşî tu nexweşiyan nabin, ji ber hêza wan û saxlembûna derûniya wan li ser rûyê wana xuya dike lê dema ku mirov dest bi bihîstina çîrokên wan dike dibîne ku ew şervanên hêzdar in ku bi penceşêrê re şerek dijwar kirine û di dawiyê de ev nexweşî bi awayek serkeftî derbas kirine.
Ajansa me jî xwest xwe bigihîjîne van jinan da ku serpêhatiyên wan û qonaxên ku tê de derbas bûne ji nêz ve bişopînin.
“Min bi singek vekirî mijar qebûl kir”
Sabren El-Necara ya 43 salî dide diyarkirin ku cara yekem di sala 1994’an de nexweşiya penceşêrê pê re peyda çêbûye û nexweşî gihîştiye hestiyên rohn û da zanîn ku wê demê ew hê 13 salî bû, wê nedizanî penceşêr çi ye û dê çawa were dermankirin. Dayik û bavê wê piştgiriya wê kirin û di dema rêwîtiya wê ya ji bo dermankirinê li Misirê pê re bûn.
Sabren El-Necar piştî mirina bavê xwe pir bêriya bavê xwe dike û dibêje: “Rola bavê min di jiyana min de pir mezin bû ji ber ku wî qet bi min nedida hîskirin ku ez nexweş im, berevajî endamên din ên malbatê. Zanîna min a vê dawiyê li ser penceşêra pêsîrê bi rastî tesaduf bû, dema ku min hin ceribandinên rûtîn dikirin da ku pê ewle bibim, bijîşk ji min re got ku heya pênc kêliyên din li nexweşxaneyê bimîne. Ew kêlî ji bo min dirêj bûn, dema ku bişîjk dereng ma, min fam kir ku pirsgirêkek heye. Belkî ji wî re zehmet bû ku bêje tu bi nexweşiya penceşêra pêsîrê ketî lê belê min bi  rewşa xwe qebûl kir, ji ber vê yekê ez xemgîn nebûm. Min hema pirs kar ka ez ê kengê werim dermankirin ji bo ku ev nexweşî bi dawî bibe.” 
Sabren El-Necar ji ber rewşa tenduristiya xwe ya taybet dermanê kîmyewî bi kar neanî, tenê terapiya hormonal kir lê wê ji ber kêmbûna dermanan û derengiya destûra dermankirinê li derveyî welat, mîna nexweşên din ên penceşêrê li Xezayê gelek êş kişandin. Wê rola Komeleya “Alîkarî û Hêvî” di sala 2018’an de nas kir da ku bi nexweşan re danûstandinê bike û di dema belavbûna nexweşiya koronayê de li Xezayê dermanan ji wan re bişîne malên wan.
Bi hezaran nexweşên Filistînê neçar dimînin ku biçin nexweşxaneyên Misir, Qudis û Şerîaya Rojava, bi riya derbasgeha Beyt Hanûn (Erez) an jî derbasgeha Refahê. Piştî ku wan ji hêla Wezareta Tenduristiyê ya Derveyî Welat a Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Ramallahê ve serlêdanek bijîşkî girtin û li ser bingeha wê di navbera rayedarên têkildar de lihevkirinek çêkirin.
“Piştî çand seansan, porê min dest bi weşandinê kir”
Dîtina rewşa Nadiya El-Şaer ya 50 salî ne tesaduf bû, bi xwe dibêje piştî peydabûna çend nîşaneyên ku hebûna penceşêra pêsîrê nîşan dan, wekî guhertina reng, şeklê wê û xwînrijandinê, vê yekê xem li gel  wê zêde kir ku biçe nexweşxaneya herî nêzîk û anî ziman ku piştî bijîşkan encam dîtin, gotin ku ew ne penceşêr e û teqez kirin ku ew tenê enfeksiyonek e, wê bi dermanan derbas bibe û dibe ku pêdivî bi emeliyatê hebe. Da zanîn ku derman û emeliyat armancê pêk naynin, berevajî rewşa wê her ku diçe xirabtir dibe, vê yekê jî hişt ew dîsa ceribandinek din bike û pêşkêşî bişîjkan bike. Piştî çend mehan bişîjkan gotin ku ew bi penceşêra pêsîrê ketiye û di qonaxa sêyemîn de ye divê tavilê emeliyat bibe da ku were rakirin. Bi bîr xist ku xeletiyên bijîjkî ji hêla teşhîsê û ji hêla pêkanîna emeliyatê ve bêkêr e û wê dixe nav rewşek xirab. Wê qebûl nekir ku ew nexweş e û nikaribû têbigihîşta ku divê ji bo destpêkirina seansên kîmyewî xwe amade bike û wiha got: “Seansên kîmyewî qonaxên herî dijwar ên nexweşiyê ne piştî çend seansan, porê min dest bi weşandinê kir û taybetmendiyên rûyê min mezin xuya kirin. Vê yekê ez xistim rewşek tengav, min nikaribû zarokên xwe bibînim an bi wan re biaxivim. Tecrîda min demek dirêj berdewam kir, ez li benda mirinê bûm, ji ber vê yekê min tercîh kir ku bi tenê bim jixwe bavê min jî ji pençeşêrê miribû.”
Lê belê malbata Nadiya El-Şaer israr kir ku wê ji rewşa trajîk a wê li ser xwe ferz kiriye derxe, ji ber vê yekê hevjînê wê û heft zarokên wê li tenişta wê bûn heya ku ew îqna kirin wê tedawiya xwe ji derveyî welat biqedîne. Ji ber ku nexweşxaneyên li Xezayê nikaribûn wê bihewînin. Wê anî ziman ku nebûna derman û destûrên dermankirinê ew e ku piraniya nexweşên penceşêrê pê diêşin li Xezayê, nemaze ji ber ku Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê her dem nikare tiştên pêwîst peyda bike, ji ber vê yekê nexweş neçar dibin ku bi xwe bikirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê piştrast kir ku nêzî ji sedî 50-60 ji nexweşên penceşêrê pêwîstiya  dermankirina wan li derveyê Xezayê ye, dermanên kimyewî li Xezayê nayên peydakirin.
Piştî ku Nadiya El-Şaer dermankirina xwe qedand îro li pêşberî nexweşan disekine da ku çîroka xwe bi wêrekî bêje ka çawa tiştên herî dijwar derbas kiriye û da ku ji kesên din re bibe alîkar. Ew beşdarî piraniya bûyerên ku ji hêla saziyan ve tên lidarxistin di meha pembe ya Cotmehê yan rojên din de dibe û bawer dike ku her tiştê wê der barê nexweşiya xwe de difikirî tenê xeyalek e û jiyan hêjayî têkoşînê ye da ku dîsa bi malbat û hezkiriyên xwe re jiyana baş berdewam bike.
“Seansên kîmyewî (kemoterapiyê) di vê nexweşiyê de mijara herî dijwar e”
Merwa El-Xalidî ya 28 salî ne li bendê bû ku wê bi nexweşiya penceşêrê bikeve. Ew bi bebika xwe gelek kêfxweş bû lê bi nexweşiyê kêfa wê xirab bû. Li ser wê demê wiha got: “Hin girêkên ku ez pê hesiyam hişt ku ez guman bikim û biçim nexweşxaneyê. Ez difikirîm gelo ez bi pençeşêra pêsîrê ketime yan na? Lê tişta ku ez li ser difikirîm ew bû ku ez ê çawa ji malbata xwe re bêjim ez bi penceşêrê ketime û kî dê bebika min xwedî bike heta tedawiya min bi dawî bibe. Malbata min ev mijar qebûl kir û piştgirî da min, biryar dan ku erka lênêrîna zarokê bigrin ser milên xwe, bi taybetî xaltîkên min yek kêliyê jî dev ji zaroka min bernedan. Seansên kîmyewî mijara herî dijwar bû. Dema ku ez bi ser ketim, ez gelek kêfxweş bûm ku ji rewşa tirsê xilas bûm û min ji xwe baweriya xwe ji nû ve bi dest xist. Min ji nû ve dest bi jiyanê kir li zaroka xwe û malbata xwe vegeriyam û min xwest wê rûpela reş û nexweş di jiyana xwe de bigrim.” 
Li gorî rapora Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, daneyên Nexweşên Penceşêrê li Xezayê rêjeya jinên ku bi penceşêrê ketine li Xezayê gihîştiye ji sedî 54, ji wan ji sedî 32.8 bi penceşêra pêsîrê ketine, ji sedî 11.7 bi penceşêra kolonê û ji sedî 7.5 bi penceşêra mêjiyê hestî û rêjeya jinên bi penceşêra xidaya lîmfomayê ketine jî ji sedî 6.8 e.