Jinên Tûnisê: YPJ mînakek serkeftî ya berxwedana jinan e

Damezrandina hêza Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nav û dengê xwe li cîhanê belav kir û bû sembola hemû jinên bindest û êdî hemû jinên cîhanê ji bo parastînê YPJ’ê ji bo xwe weke mînak dibînin.

ZUHÛR El-MEŞRIQÎ

Tûnis- Tecrubeya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di sala 2013’an de hat damezirandin, li herêmê bi giştî yekane ye weke hêzeke parastina leşkerî tê nasîn û herî zêde li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kiriye. Şervanên jin li Rojava di qada leşkerî de bûn pêşeng û serkeftina jinan bala her kesê kişand. Nav û dengê wan li hemû cîhanê belav bû û êdî hemû jin ji bo parastinê YPJ’ê ji bo xwe dikin mînak.

“Jin di şikandina sînoran de bi ser ketin”

Seroka Komeleya Hun a Jinan a Tûnisê Îman El-Şerefî, der barê ezmûna avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxand kir û got: “Ev ezmûn yek ji wan modelên ku li Tûnisê dikare were çêkirin e. Mînaka zindî û serkeftî ya ku berxwedana jinan di qada leşkerî de û serkeftina wan a di wê erkê de vedibêje ye. Nav û dengê Yekîneyên Parastina Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di van salên dawî bi taybetî di şerê li dijî terorê û DAIŞ’ê de de belav bûye. Ev hêz beşdarî hemleyên herî mezin ên weke ‘Xezeba Firatê’ bûn. Bi hezaran jinên Êzidî yên di destên çeteyên DAIŞ'ê de esîr bûn, rizgar kirin. YPJ hêza sereke ya parastina ewlehiya civakê û parastina jinan e. Ji bo rûbirûbûna agirê şer û rêxistinên tundrew li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerên tund meşandin.”

Îman El-Şerefî hêviya xwe ya avakirina yekîneyên wiha li Tûnisê bilêv kir û da zanîn ku nemaze ji ber ku leşkeriya jinan ji dema serxwebûnê ve heye û ne encama van salên dawî ye û got: “Fikra leşkeriya jinan bi leşkerî li Tûnisê vedigere salên 1980’yî yên sedsala borî. Beriya ku bibe pêşnûmeqanûn di bin parlamentoya Tûnisê de hatine lêkolînkirin. Yekem gavên qanûnî di sala 1994'an de dest pê kirin û nîqaşên li paş perdeyê li ser vê projeyê heta sala 1999’an de berî ku di dawiya 2002'an de bi fermî were ragihandin, li parlamentoyê berdewam kirin. Damezrandina Yekîneyên Parastina Jin destkeftiyeke ku dîrok wê ji xwe re bike mînak. Jinên ku ji bo parastina xaka xwe çek hilgirtine, ne nêrîna civakên paşverû ya paşketî û ne jî ew nêrîna biçûk li ser jinan xema wan e, ew di şikandina bendan de bi ser ketin.”

“YPJ nûnertiya wêneyê azadîxwaziya jinên Kurd dike”

Seroka Komeleya Femînîst a Sawt Hawa Cenet Kadaşî diyar kir ku Yekîneyên Parastina Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serkeftinên jinan di rêvebirina yekîneyeke leşkerî de li herêmên şer ên germ nîşan dane û ezmûna Yekîneyên Parastina Jin li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê weke pêşeng û bêhempa bi nav kir. Her wiha wê pabendbûna wan di eniyên herî pêş ên parastinê de di gelek şerên rizgariyê de, weke rizgarkirina jinên Êzidî ji destên çeteyên DAIŞ’ê, nirxand û got: “Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li wê herêmê di nava şerekî mezin ê siyasî û kaoseke ewlekarî de derket. Ji bo piştrastkirina asta hêza jinan ji bo birêvebirina qeyranan û parastina ax û rûmetê tevî gefên rêxistinan û hemû astengiyên ku rastî wan hat li ber xwe dane. Ezmûna Yekîneyên Parastina Jin ji bo welatên herêmê û Bakurê Afrîkayê giştî bike da ku asta hêza jinan di birêvebirina qeyranên ewlehiyê de û hêza wan a hilgirtina çekan û şerkirina bê tirs, bi wêrekî, sebir û hêviyê nîşan dide. Ev hêz tenê nûnertiya wêneyê pêşverû û azadîxwaz ê jinên Kurd dikin. Mixabin em di medyayê de dosyaya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) nabînin. Divê em behsa vê ezmûna awarte û bêhempa bikin.”

“YPJ ji bo tevahî jinên cîhanê bû hêvî”

Çalakvana femînîst Basma El-Sûsî, ezmûna Yekîneyên Parastina Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke ezmûneke ku divê bê şopandin, nirxand û got: “YPJ weke dersa jinan a li hemberî berxwedan û israrkirina ji bo parastina xakê û welat e. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû pêkhateyên etnîkî û olî serkeftina xwe di vê ezmûna dijwar û awarte de îsbat kirin. Hilkişîna çiyayan di ronahiya  rewşa xirab a siyasî, ewlekarî û tecrubeya têkoşîna li dijî rêxistinên terorîst nahêle rengê jinbûna wan winda bibe. Kurd bi dehan sal in bi wêrekiya xwe û parastina jinan tên naskirin, bi prensîba wekheviya tam a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pejirandin û bicihanîn bawer in. Tecrubeya Yekîneyên Parastina Jin ku ji aliyê civaka sivîl a pêşketî ya li Tûnisê ve nayê zanîn, tiştekî ku divê li ser were sekinandin, hînkirin û belavkirin e da ku ji jinên me yên li Tûnisê re bibin mînak û fam bikin jin bi hemû jinbûn, çand û serhişkiya xwe ji bo welatekî azad tên çi wateyê. Yekîneyên Parastina Jin weke şoreşa rewşenbîrî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyaye, şoreşeke ku bi tevlibûna jinan di parastina leşkerî ya rasteqîn de hatiye temsîlkirin e. Yekîneyên Parastina Jin ezmûneke bêhempa ye ku hêviyek da me, em wek jin dikarin ji bo azadiya xwe û ji bo mafên xwe yên jiyana bi rûmet di nav welatekî cuda yê demokratîk de şer bikin.”