Jinên Tûnisê bi hêvî û evîna jiyanê li dijî penceşêra pêsîrê bi ser dikevin

Tûnis, piştî ku lêkolînên zanistî zêdebûna penceşêrê pêsîrê nîşan dan ji destpêka sala 2021’ê û vir ve, plana xwe ya çaremîn ji bo şerê bi penceşêrê re ku dê heya 2030’an bidome da destpêkirin. Li gorî amûrên fermî, sala borî 3,500 bûyerên penceşêra pêsîrê hatine tomarkirin û tê texmînkirin ku heya sala 2030’yan hejmar dê bibe 5900.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Bi lêkolînên zanistî zêdebûna penceşêra pêsîrê diyar bû, ji ber vê yekê di destpêka sala 2021’ê û vir ve, plana xwe ya çaremîn ji bo şerê bi penceşêrê re ku dê heya 2030’an bidome da destpêkirin. Li gorî amûrên fermî, rêjeya jinên ku li Tûnisê bi penceşêra pêsîrê ketine, bijîjkan hejmarek tirsnak hesibandin ku penceşêra pêsîrê salane du qat zêde dibe. Li gorî van amûran rêjeya jinên pêketî gihîştiye nêzî 58, bi rêjeya ji sedî 30 ji hemî penceşêrên ku bandorê li wan dikin. Jixwe sala borî 3,500 bûyerên penceşêra pêsîrê hatine tomarkirin û tê texmînkirin ku heya sala 2030’yan hejmar dê bibe 5900.
Pispor û bijîjk dibînin ku rêjeya zêde ya pêketiyan vedigere kampanyayên hişmendiyê yên qels ên der barê nexweşiyê de û awayê tesbîtkirina wê ya zû, nebûna peydakirina karmendên bijîjkî yên ji bo gihîştina deverên dûr ji bajarên mezin û piştgiriya jinên ku nikarin barê gihîştina navendên pispor hilgirin.
Ajansa me ji bo ronîkirina têkoşîna wan, bi jinên ku bi penceşêra pêsîrê ketine û tecrubeyên ku jiyane re hevpeyvîn pêk anî.
“Min li ber xwe da û li hemberî nexweşiyê bi ser ketim”
Şerîfa Mihemed El-Kokî, ya 42 salî ku dayika zarokek pêncsalî ye, dibêje ku du sal berê wê wermê dîtiye û wiha didomîne: "Ez jinek im ji xwe hez dikim û bedena min ji bo min pir girîng e. Ji ber vê yekê gava ku min nexweşiyê teşhîş kir, ez şok bûm û ez hema pêre ketim xefika bêhêvîtiyê. Hema ew mabû min xwe nêzî mirinê dît ger ku baweriya min bi min û malbata min tunebûya. Ji ber vê yekê min jiyana cuda di xeyala xwe de xêz kir û li ser bingeha wê jiyam.”
Şerîfa El-Kokî destnîşan kir ku ew tevî westandin, êş û bandorên derûnî, bi piştgiriya malbata xwe li ber xwe dide û wiha got: "Îro, piştî ku min qonaxa xetera giran derbas kir, ez nêzî başbûnê me. Min li hemberî nexweşiyê li ber xwe da û bi ser ketim. Ez êdî bi birîna her perçeyek li ser bedena xwe xemgîn nabim. Ya herî girîng zindîbûn e. Ez bawer dikim ku tenê hişmendî û moralê bilind dikare her cure nexweşiyê têk bibe".
“Tenduristiya xwe paşguh nekin”
Şerîfa El-Kokî şîret li jinên ku bi nexweşiya penceşêra pêsîrê ketine kir û da zanîn ku tesbîtkirina zûtirîn gava yekem e ji bo derbaskirina nexweşiyê û got: “Ez li hemû jinan şîret dikim ku ji bo tesbîtkirina zû muayeneyên periyodîk bikin ku ew nîvê dermankirinê ye û nîvê duyemîn jî biryardarî û hêza baweriya derbaskirina nexweşiyê ye. Tenduristiya xwe paşguh nekin."
Tecrubeya Nayla Salmi ya 56 salî, ji ya beriya xwe ne cuda ye lê wê tu carî texmîn nedikir ku ew ê bi penceşêrê bikeve. Ew li ser têkoşîna xwe ya bi penceşêrê re wiha dibêje: "Jiyana min normal bû, min tu êş û nîşane nedîtin lê rojekê ez sibehê şiyar bûm û min hîs kir ku di pêsîra min a çepê de girêkek biçûk heye, min ji malbata xwe re ji kesekî re negot û min der barê hebûna girêka di pêsîrê de li ser Youtubê dest bi lêgerînê kir û min çîrokên mîna rewşa xwe xwendin. Piştî dîtina gelek tecrubeyên jinan, gumanên min çêbûn û min fam kir ku ez bi penceşêrê ketime. Di wir de hestên tirsê min dorpêç kirin û heta min bêhna mirinê girt. Ez li ser çarenûsa malbata xwe û jiyana wan a li dû xwe hûrûkûr fikirîm.”
“Ji bilî girêka ku di pêsîra min de çêbû, min tu nîşane û êşek din hîs nekir”
Nayla Salmi diyar kir ku vê tirsê du hefte bi wê re dirêj kir û wê jiyana xwe wekî ku tiştek tunebe berdewam kiriye û axaftina xwe wiha domand: "Min bi xwezayî li malbat û mala xwe mêze kir lê hema ku şev dihat û min serê xwe datanî ser balîfê, fikar û dubendiyan dest pê dikir û ji ber fikra zêde xew ji çavên min direviya. Bi taybetî ji hêla derûnî ve ez westiyayî bûm lê digel vê yekê jî min ji bilî wê girêka ku di pêsîra min de çêbûbû, tu nîşaneyek din nedît û êşek din hîs nekir."
“Min di dawî de guh da daxwaza keça xwe”
Nayla Salmi bi hestek mezin dibêje: "Ez ji dîtina bijîşk ditirsiyam û min tercîh kir ku ez bi van hestên ku min re bûn bijîm. Ez şaş mam ka gelo penceşêra min heye yan ne lê tişta ku nayê aqil û fikra mirov tê serê mirov. Keça min dît ku ez bi berdewamî li nîşaneyên penceşêra pêsîrê, reçeteyên gelêrî û dermanên xwezayî yên ku tên şopandin digerim wê fam kir û dît ku girêkek di pêsîra min de heye, wê israr kir ku ez ji bo piştrast bibim serdana bijîşkek bikim. Min gelek dudilî jiya û min di destpêkê de red kir lê di dawiyê de radest bûm, çûm cem bijîjkek giştî. Bijîjkê ji min re got ku gumanên wê hene ev girêk penceşêr be, ji ber vê yekê wê ji min xwest ku ez fîlmê pêsîrê bikşînim ji bo ku encam diyar bibe. Piştî ku encam xuya bû, wê ez şandim pisporê nexweşiyên jinan û pêsîrê û pispor diyar kir ku divê emeliyatek ji bo jêkirina girêkê bike."
Nayla Salmi dema piştî wê dema diçe malê, pir ditirse ka ew ê çawa ji malbata xwe re bibêje ew bi penceşêra pêsîrê ketiye û dê pêsîra wê were jêkirin. Li ser wê demê wiha got: "Dema ku min ji malbata xwe re qala nexweşiya xwe kir, matmayî man û her kesê dest bi girînê kir. Piştî rojekê emeliyat bûm, piştî rakirina girê û şandina wê ji bo patalojiyê, bijîşk got ez mecbûr im 15 rojan li bendê bim heta ku encamek derkeve ka ew girêk xirab e yan baş e."
“Penceşêr min nakuje, divê ez wê têk bibim”
Nayla Salmi diyar dike ku 15 roj pir hêdî derbas bûne û wiha dirêjî da zaxaftina xwe: "Piştî ku ew dem derbas bû, roja wê hat. Doktor ji min re got ku ez di qonaxa sêyemîn a penceşêrê de me û pêwîst e pêsîr were jêkirin ji bo ku li beşên din ên bedena min belav nebe. Di wir de min hêza xwe berhev kir û got: “Penceşêr min nakuje divê ez wê têk bibim. Nêrîna min a li ser jiyanê hat guhertin û hemû tirsa min şikest.” Piştî mehek ji emeliyatê, Nayla Salmi dest bi tedawiya kemotarapî kir û ji bo 6 mehan her mehê du caran hat dermankirin.
“Dê tenê kesên ku di vê qonaxê re derbas bûne min fam bikin û gotinên min hîs bikin”
Nayla Salmi der barê tecrubeya xwe ya dermanan de, wiha dibêje: "Piştî ku min qutiya sêyemîn vexwar, porê min roj bi roj dest bi weşandinê kir heya ku ew bi tevahî weşiya her çend min dermankirin bi coş qebûl dikir jî lê dema ku min di neynikê de li xwe mêze dikir ez têk diçûm. Her ku hejmara qutiyên dermanan zêde dibû, nîşaneyên vereşîn, dilxelandin, nexweşî, êşa dev, çermê zuwa, germahiya zêde, bêhntengiya di laş de, zuwabûn, êşa qirikê, windabûna bêhnê, tevliheviyên çêjê û pirsgirêkên daqurtandinê derdiketin. Ez çiqas hest û nîşaneyên ku bi nexweşên penceşêrê re di dema derman de diyar bikim, ez ê nikaribim wan ragihînim ji ber ku ew hestek nayê vegotin e û dê tenê ew kesên ku di vê qonaxê re derbas bûne fam bikin û gotinên min hîs bikin.”
“Piştî şeş mehên dermankirinê, ez ketim qonaxa radyoterapiyê, bijîşk rojane sê rûniştin ji min re diyar kirin ku hucreyên penceşêrê hilweşînin. Her danişîn ji 10 deqîqeyan zêdetir nebû lê ew mîna 10 salan derbas dibû û piştî ku min derman qedand ez ketim terapiya hormonal ku ev heb in ez 10 sal in rojane dixwim.”
“Tercubeya min a nexweşiyê hişt ku ez ji nivîsandine bawer bikim”
Helbestvana Tûnisê Fatima Ben Fadila der barê tecrubeya xwe ya penceşêrê de dibêje ku helbesta wê ji êşa wê çêbûye û wiha got: "Tecrubeya min a bi nexweşiyê re hişt ku ez bawer bikim nivîsandin dermanek rastîn e û ew xebat dibe alîkar ku mirov bi her tiştî, bi jiyanê ve were girêdan û bidomîne. Tê bîra min, dema ku min di sala 2017’an de derman digirt, min hemû hêz û hewla xwe winda kir xwe bêhêvî hîs kir û hema dest jê berda. Ez li maseya xebatê digeriyam û min dixwest wergera berhevoka helbesta xwe ya ku min beriya nexweşiya xwe dest pê kiribû biqedînim. Ew ne mumkun bû lê sibehekê min hêza xwe berhev kir û li ber kompîtora xwe rûniştim. Ez bi tîpan ve asê mam û bêhêvî bûm, wisa bû ku hesta bêhêvîtiyê ez dadiqurtandim."
Fatima Ben Fadila jî der barê tiştê ku ew ji tecrubeya nexweşiya xwe fêr bûye de wiha dibêje: "Tecrubeya min a dijwar a bi penceşêrê re kir ku cîhanek din a ji westandina rojane, tekoşîna domdar û girêdana bi jiyanê ve ez pê nizanibûm bibînim.” 
Helbestvana Tûnisê jinan teşwîq kir ku ji bo tesbîtkirina zû ya penceşîra pêsîrê ceribandinên pêwîst bikin û bal kişand ser girîngiya guhertina nêrîna neyînî ya jinên ku piştî emeliyatê beşek ji pêsîrên wan tê jêkirin.
“Ger zû were tesbîtkirin ji sedî 90’ê nexweşan dikarin werin dermankirin”
Çavdêra Bernameya Kontrolkirina Penceşêrê ya Neteweyî ya di beşa Lênihêrîna Tenduristî ya Bingehîn a Wezareta Tenduristiyê de Somaya Al-Mansoori got: "Baş e ku di van pênc salên dawî de rêjeya bilind a lêpirsînên penceşêra pêsîran hatiye destnîşankirin. Beşdarbûn hişmendiya jinên li Tûnisê ji bo parastina tenduristiya xwe nîşan dide yên ku di demên berê de ji vedîtina zû ditirsiya. Jinên Tûnisî bawer kirin ku ger zû were tesbîtkirin ji sedî 90’ê bûyerên pêketiyan dikarin werin dermankirin.”
Piştgiriya derûnî dermankirinek rast û pêwîst e
Pispora derûniyê Aya Ben Ali li jinan şîret kir ku zû lêpirsîn bikin û ji nexweşî û encamên wê netirsin û teqez kir ku bi taybetî ji jinên dermankirina nû red dikin re piştgiriya derûnî dermankirinek rast e. Pêwîst e ku stres û depresyona jin dijîn biçûk neyê dîtin ji ber ku bandorê li derûniya wan dike.
Aya Ben Ali nirxand ku nexweşî ne tenê deformasyonên bedenî ji bo kesên ku mecbûr bûn wan ji holê rakin dihêle, di heman demê de nexweşiyên psîkolojîk jî dihêle ku divê di navbera pispor û malbatê de bixebitin û birînan ji holê rakin û giraniya êşê sivik bikin. Xurtkirina kampanyayên hişmendiyê der barê girîngiya tenduristiya giyanî de ji bo jinên pêketî girîng e ku ew zû êşê derbas bikin.
“Medyaya Tûnisê girîngî nade vê mijarê”
Rojnamevan Reem Bin Xelîfe li ser rola medyayê di bilindkirina hişmendiyê de, dibêje ku hişmendî faktoreke girîng e di şerê li dijî penceşêrê û hînkirina jinan der barê hewcedariya vekolîna zû, tespîtkirina nîşaneyên wê dema ku vegirtî ye. Bi dilgirani nêrînên xwe anî ziman ku medyaya Tûnisî  girîngî nade vê mijarê, ji ber ku beşa herî mezin a bernameyê ji reklambûnê re û danasîna tiştên xerîdar wekî beşek ji pêşbaziya misogerkirina temaşevanan tê veqetandin.
Wê teqez kir ku pirsgirêka penceşêra pêsîrê tenê di medyayê de bi çîrokên ku êşên di korîdorên nexweşxaneyan de vedibêjin, di hin caran de bûyerên pêketinê di qonaxên xwe yên paşîn de vedibêje, ji ber vê yekê dixuyê ku mirin neçar e û wiha didomîne: "Rastiya mijarê ev e ku çapemenî û medyaya tenduristî li welatên Ereban di dema krîza koronayê de qels derketiye. Nûçeyên derewîn ku li ser penceşêra pêsîrê derbas dibin, nemaze ji bo kesên ku nikarin bikevin înternetê belav bûne, li şûna ku medyaya girseyî agahiyê bide hejmara wan ne hindik e. 
Reem Bin Xelîfe di dawiya axaftina xwe de ji rojnamevanan xwest ku rola xwe ya pêşeng bilind bikin û bi taybetî Tûnis di van salên dawî de ji ber rewşên heyî, hişmendiyê di nava gel de zêdetir bikin.