Jinên Sûrê li dijî tacîzê rabûn serhildanê

Li Sûrê, du mêrên ku hefteyek e jinan tacîz dikin ji aliyê şêniyên taxê ve hatin teşhîrkirin. Jinên ku diyar dikin ew li taxên xwe, di ewlehiyê de nîn in, xwestin ji bûyerên tacîzê re çareseriyek were dîtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed– Li Sûra ku piştî qedexeya derketina derve, fuhûş, tiryak û tacîz gelekî zêde bûye, gel ji tiştên diqewimin bi fikar e. Jin diyar dikin ew êvarê ji ber tacîzên ku li taxên Alîpaşa û Îskenderpaşa yên girêdayî navçeyê tên jiyîn nikarin derbikevin derve û ji bo bûyerên ku diqewimin banga rawestandinê kirin. Jinan bal kişandin ku di nava wê hefteya dawî de du tacîzkar hatine girtin û teşhîrkirin.
Jinan bi darên di destên xwe tacîzkar teşhîr kirin
Li gorî agahiyên ku ji gelê taxê hatin girtin, sê roj berê jineke ciwan li taxa Îskenderpaşa ji aliyê mêrekî 40 salî ve hat tacîzkirin. Jina ciwan ku li dijî tacîza li derdora saet 21:00 de hat jiyîn, çû qehwexaneyeke nêzî xwe û alîkarî xwest. Piştî wê, welatiyên ku derketin kolanê tacîzkar girtin. Dema ku bûyer bi kamerayên telefonan hat kişandin, jinên ku bûyer bihîstin bi darên di destên xwe de tacîzkar teşhîr kirin. Hat hînbûn ku li heman taxê bûyerek wiha berê jî hatiye jiyîn, jinan bi heman awayî kiryar teşhîr kirine û ew radestî polîsan kirine.
"Em li taxên xwe, xwe ewle hîs nakin" 
Ayfer Çelîk a nişteciha taxê ye, em pê re li ser bûyerê axivîn, bertek nîşan da û wiha got: “Ciwanan zilamek girtibûn û lê dixistin, me nizanibû ji ber çi rewşê ye. Dûre em hîn bûn ku zilamê lêdanê dixwe jinek tacîz kiriye û me dest bi bertekê kir. Dema ku tax tarî dibe em li kolana xwe, xwe ewle hîs nakin û em nikarin derkevin derve. Ciwanên me yên ku li derveyî Sûre dixebitin dema tên malên xwe, li pişt xwe dinêrin. Êdî sebra me nemaye.”
Şêniyên taxê çareseriyek mayînde dixwazin
Jineke din a ciwan a li taxê dijî diyar kir ku ew li ber deriyê xwe jî tên tacîzkirin û da zanîn ku ev mirovên tacîzkar ji derveyî navçeyê tên. Jina ciwan eşkere kir ku ew ji tiştên qewimîne pir aciz bûne û got ku tacîzkarên radestî polîsan tên kirin, roja din tên berdan. Jina ciwan mînaka bûyerek tacîzê da û got ku tacîzkarê ku hatibû girtin ji jinên bertek nîşanî wî dan re gotiye; "Polîs dê îro min bigre, sibê berde. Gava ku ez derkevim, ez ê dîsa werim û te tacîz bikim.”