Jinên Sûdanê: Bi şerê ku didome jiyana me xirabtir dibe

Şerê li Sûdanê ket sala xwe ya duyemîn û ji bo rawestandina şer tiştek nayê kirin. Bi şer re gelek binpêkirin li dijî jinan çêbûn, şer bi xwe re bi taybetî bûyerên destdirêjiyê û zewaca bi darê zorê anî.

MEYSA EL-QADÎ

Sûdan- Gelê Sûdanê ev nêzî du sal e di nava şerê ku navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de didome de dijîn. Ev şer yek ji mezintirîn krîzên mirovî yên li cîhanê ye her wiha hejmara kesên ku koçber bûne ji 8 milyonî zêdetir bûye.

Rojnamevan û nivîskara femînîst Melaz Îsam ku piştî nakokiyên leşkerî li Xartûmê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de koçberî bajarekî din bûye diyar kir ku bandora bûyerên 15’ê Nîsanê bûye sedem ku karê wê raweste û ji herêma xwe koç bike û got: "Destpêkirina jiyana nû li herêmeke din ne hêsan e."

‘Jinên li kampan bi tundiya fizîkî û destdirêjiyê re rû bi rû ne’

Melaz Îsam diyar kir ku bandora şer hê jî berdewam dike û duqatî bûye lê bandor herî zêde jî li ser jinan kiriye, Melaz Îsam destnîşan kir ku gelek jin niha li dewletên cîran di kampan de ne û wiha berdewam kir: "Jinên li kampan bi tundiya fizîkî û destdirêjiyê re rû bi rû dimînin. Nikarin pêdiviyên jiyanî yên sereke peyda bikin, hinek jin hene nikarin ji herêmên şer, ji Xartûm Darfûr û Cizîrê derkevin û jiyana wan û zarokên wan di xeteriyê de ye. Bi zêdebûna rêjeya tundiya li dijî wan di demên şer de barê jinan girantir dibe, derfetên piştgiriyê beriya şer kêm bûn her wiha parastina zarokan li ser milên dayikan e. Riyên koçberiyê bi xeter in, ji pêdiviyên sereke bêpar dimînin."

‘Li Cihê ku koçber diçin pirsgirêka xanî û bêkariyê heye’

Rojnameger pêşkêşvana televîzyonê û çalakvana mafên mirovan Mehasin Ehmed piştî bûyerên 15’ê Nîsanê koçberî bajarekî din bûye, dibêje ku rewşa bajarê berê xwe daye jî zehmet e, di dîtina kar û xanî de zehmetiyan dikşîne ji ber buha zêde ne û got: “Hinek kes li kampan di nava şertên zehmet de dijîn, hinek kamp hene ji bicihbûnê re nabin lê weke din rê tune ye."

‘Piştî şer tu cihekî bi ewle nema’

Mehasin Ehmed piştî ji Darfûrê ji ber şerê sala 2003’yan koçber bû, li paytexta Xartûm dima, niha jî careke din neçar ma koçber bibe lê vê carê ji welat koçber bû. Mehasin got: "Me şer di sala 2003’yan de li Darfûrê dît lê me tu carî texmîn nedikir şer li Xartûmê çêbibe. Ez çûm Xartûmê ji bo xwendina xwe temam bikim û derfetek kar bibînim, di ewlehî û aramiyê de bijîm lê piştî şerê 15’ê Nîsanê cihekî bi ewle nema."

‘Jin û zarok li nexweşxaneyan bi saetan di rêzê de dimînin’

Mehasin Ehmed di dawiyê de der barê binpêkirinên li dijî jinan de jî got: "Dema ez li Xartûmê bûm min êş û azarên ku jinan kişandin dît. Ez çûm nexweşxaneya jidayikbûnê, min gelek jinên ducanî û zarok dîtin li bende dora xwe bûn li nexweşxaneyê. Min ferq kir ku xebatkarên tenduristiyê tune ne û piraniya xizmetan rawestiyane."

Mehasin Ehmed Der barê tunebûna zagonan û zêdebûna binpêkirinan de jî diyar kir ku jin rastî gelek binpêkirinên cuda tên û tu zagonên ji bo rawestandina wan tune ne. Zagona 1325 aktîf nîn e, loma jin nikarin di civînan de nêrîna xwe bînin ziman.