“Jinên rojnamevan dengê hemû jinên Efganistanê ne”

Du rojnamevanên Efganistanê Semsame Sîrt û Wehîde Feyîzî zehmetiyên weke jin di xebatên rojnamevaniyê de dikêşin nirxandin û gotin: “Ji ber ku jinên rojnamevan dengê hemû jinên Efganistanê ne, pasîfkirina wan li ser jinan pir bandor dike. Ji ber wê jî pir bi dijwarî bi ser me de tên. Heya çend sal beriya niha, nakokiyên weke tehdîd, çewisandin, sînordarkirina pêwendiyan û tacîza li hemberî jinên rojnamevan çêdibûn, lê niha jinên rojnamevan tên hedefgirtin û kuştin.”

 
SEMÎRA SELAWATÎ
Navenda Nûçeyan - Şer û pevçun li Efganistanê her roj canê bi dehan însanan digire, herî zêde jî jin taybetî jî jinên rojnameger zêdetir ru bi ru yê şer û şidetê dibin. Hişmendiya mêrê serdest û deshilatdar berdewam ji hêza jinan tirsiyaye, ji bo ji holê rakirina jinên pêşengên civakê serî li her rêbazê dane û bi rêbazên hovane wana qetil kirine. Efganistan jî yek ji wan welatane ku jin li ser axa xwe bê ewlehiya can dijîn. Tayîbet jinên rojnamevan ji bo teyîsandina cînayetên di vî welatî de çêdibin berdewam di nav têkoşînê de ne, lê mixabin teqînên berdewam ku canê rojnamevanan dike hedef her roj jiyana jinên rojnamevan bi xeteriyên cidî re ru bi ru dihêle. Tehdîd û xeteriyên şer û teqînan ji bo teslîmgirtina jinan û tefandina deng û hêzên wan e. Li gel wê jî jinên bi cesaret hene ku ji bo gihiştina armancên xwe û dengê jinên Efganistanê û hemû civakê bigihîne derveyî welat canê xwe danîne holê û bi ferdekarî di meyîdana têkoşînê de hewil didin ku bûyeran bidin teyîsandin. Dibe ku heta niha di vî welatî de çend rojnamevanên jin hatibin hedefgirtin û kuştin, heta qismek ji wana jî derketine derveyî welat, lê jinên ku naxwazin bi tu şêwazekê dest ji ax û welatê xweyê dayikê berdin û meyîdanê ji bo kujeran vala bihêlin hene. 
Ji bo em hîn zêdetir ji nêz ve zoriyên jinên rojnamevan ên Eftanistanê bidin dîtin me xwe gihand du jinên rojnamevanên Efganistanê yên bi navê Semsame Sîrt û Wehîde Feyîzî û di derbarê karê wan de nêrîn girt. Li ser mijarên weke jinên rojnamevan di çî rewşê de ne, bûyerên heyî bandorek çawan li ser karê rojnamevanan dike û ji hemû beşên civakê zêdetir hedefgirtina jinan bi van her du rojnamevanan re nîqaş kir. 
“Li Efganistanê ewlehiya canê rojnamevanan nîne”
Rojnamevana Dengê Emerîka ya li Efganistanê dixebite Semsame Sîrt li ser rewşa rojnamevanên Efganistanê dibêje ku ji ber zoriyên derdikeve pêşiya wan gelek ji rojnamevan koçî derveyî welat kirine û wisan dewam dike: “Bi giştî rewş ji bo xebatên rojnamevaniyê li Efganistanê pir zehmete. Zêdebûna şidetê, terorên ku rojnamevan, xebatkarên çapemeniyê û çalakvanên medenî dike armanc bûye sedem ku gelek tirs çêbibe. Ji her demê zêdetir tirsa heyî bûye sedema pasîfbûn û ji welat derketinê. Piraniya rojnamevanan ji bajarên derdorê dişînin navendê, ev jî dibe sedem ku agahiya rojnamegeran ji giştî welat çênabe û asta agahîgirtinê dadixe. Rojnamevan ne tenê ji bo xwe di heman demê de ji ber rewşa malbata xwe jî ditirsin. Gelek ji wan ji ber rewşa heyî bê hêvî bûne û dest ji kar berdane, heta hejmarek ji wana jî welat terikandine. Rojnamevan ji ber erka xwe ya belavkirina zanyariyan tên tehdîdkirin. Çiqas asta fesadî û nakokiyan zêdebe û rojnamevan di nava wê aloziyê de erkê xwe pêkbînin zêdetir tên tehdîdkirin. Efganistan yek ji welatên fesadên diniyayê ye. Di navê de mafê jin, zarok û mêran tê binpêkirin û mirov bê sedem tên kuştin. Saziyên hikumetê ji derveyî erkê xwe bi her tiştî re mijulin. Gurupên terorîstên weke Talîban, DAIŞ û El-Qayîde di vî welatî de dixebitin. Dema ku rojnamevan hewil didin li ser cînayetên gurupên terorîstî, kêmkarî, fesadî û binpêkirina zagonan ji aliyê hikumetê ve agahî bidin pir bi asayî tên tehdîdkirin.”
Semsame girêdayî hedefgirtina rojnamevanan li Efganistanê ev agahî da: “Di navbera salên 2001 heya 2020’an 95 rojnamevan hatine kuştin ku 16 ji wan jin in. Di nava hejimara 8134 rojnamevan û karmendên mediyayê de hezar û 377’ê jin in.” 
“Rojnamevanên mêr bi qasî jinan bi baldarî li ser pirsgirêkan nasekinin”
Samsame diyar kir ku li welatek weke Efganistanê cudahiya rêgezî, di aliyê zayendî de jin dana xebitandin, binpêkirina mafê jinan û zarokan û cînayetên gurupên terorîstî mijarên ku jinên rojnamevan lê baldarin û rapor dikin û got: “Ez bawerim mêrek rojnamevan nikare weke jinekê li ser van mijaran heman baldariyê nîşan bide û li gel zehmetiyên heyî jî fedekariyê nîşan bide. Weke mînak di Efganistanê de piranî jinên rojnamevanbûn karîn di mijarên testên bekartê ku binpêkirinek eşkere ya mafê jinane raporan bidin. Her wisan jinên rojnamevan ku mîsogeriya mafê jinan û mafê mirov di pêvajoya nîqaş bi Talibanî re dişopînin û pir mijarên din ku di vir da derfetê gotina wan nîne hene. Aliyek dinê jî sedema muhafezekarî, kevneşopî û newekheviya rêgezî di civaka Efganistanê de bi awayek cuda li jinên rojnamevan dinêrin û hewil didin wan ji holê rakin. Xebata jinan tayîbetî jî jinên rojnamevan bûye sedem ku nakokiyên cuda bitayîbet di zemînên pirsgirêkên mafê mirov de werin nasîn û pêre meşxul bibin hatin kirin. Jin çiqasî bi hêz û azadbe, civak jî ewqasî nêzî azadiyê dibe. Gurupên kevneşop ên radîkalên mezhebî peyîwira xwe winda kirine. Jinên rojnamevan weke mêran tenê ji aliyê gurupên terorîstî ve nayên tehdîdkirin, di heman demê de radîkalên mezhebî, muhafezekar ên ku mêran pêşde dibînin hemû ji bo jinan weke xeterî tên zanîn û jinan dikin hedef.” 
“Di nava şeş mehan de 300 jinên rojnamevan dev ji kar berdan”
Semame Sîrt di bersiva pirsa armaca terorîstan ji kuştina jinên rojnamevan çiye de dibêje: “Peyama wan vekiriye belavkirina tirs û wehşetê ye. Ji jinan re dibêjin di malên xwe de bimînin. Dibêjin karê ku hun dikin ger dewam bike dê bersiva wê mirin be. Ji ber ku jinên rojnamevan dengê hemû jinên Efganistanê ne, pasîfkirina wan li ser jinan pir bandor dike. Di nava şeş mehên dawî yên sala 2020’an de 300 rojnamevanên jin ji ber tehdîdên ewlehiyê dest ji karê xwe berdan û gelek ji wan ji welat derketin. Nebûna ewlehiya can, neşopandina dosyayên qetil û şidetê li dijî rojnamevanan û cezanekirina tewanbaran yek ji sedemên bingehîn ên vê rewşê ne. Her wisan hevpeyîmana Emerîka bi Talîbanan re bê ku garantiya mafê jinan û jinên rojnamevan bidin sebebek xwe yê dine.” 
“Jinên rojnamevan tên hedefgirtin û kuştin”     
Samsame di dawîyê de ku hem hestên hêviyê û hem jî bêhêvîtî di wê de dihate dîtin got: “Biratî jî ez nizanim çî peyamê bidim, berê min bi caran gotiye, li gel her şert û mercan divê em di welatê xwe de bimînin û koç nekin. Dibe karê xwe dewam bikin û bibin dengê jin û zarokên ku mafê wan tê binpêkirin, îşkence li wan tên kirin û kes nayê li hewara wan. Heya çend sal beriya niha, nakokiyên weke tehdîd, çewisandin û sînordarkirina pêwendiyan û tacîza li hemberî jinên rojnamevan çêdibûn, lê niha jinên rojnamevan tên kuştin. Ji ber wê jî birastî jî ez nizanim çî peyam bidim, tenê dikarîm bêjim rica dikim bihêzbin.”
“Ji sala 2013’an ve sed rojnamevan hatine kuştin”
Berpirsa cendera komîteya parastina rojnamevanên Efganistanê, rewşa rojnamevanan û teyîbetî jî rojnamevanên jin wiha tîne ziman: “Di Efganistanê de rewşa rojnamevanan pir zêde baş nîne, ji ber rewşa aloz ya di welat de heye gelek rojnamevan koçî derveyî welat kirine û hêviyên wan ên karkirinê kêmbûye. Li gorî amarên heyî ji meha adarê û şûnde 300 rojnamevanên jin dest ji kar berdane û ez bawerim ku ev jimar heya niha zêdetir jî bûye. Di şeş mehên despêka salê de hezar rojnamevanên mêr jî dest ji karê xwe berdane. Bêguman ew qetlên ku tên pilankirin li ser kar û xebatê rojnamevanan jî bandor kiriye. Ji 1377 rojnamevanên jin û 6 hezar 757 rojnamevanên mêr ji sala 2013 heya niha sed rojnamevan di teqîn û bombadumanan de hatine kuştin ku 12 yê wan jinin. Çima rojnamevan ewqas di teqînan de dibin armanc, ji ber nîqaşa xebatên salane li holê ye û ditirsin xirabiyên wan bên dîtin, her kes ji vîye ditirse ku piştî guhertina pergalê û wan nîqaşan rewşa rojnamevanan û rewşa agahîdanîna pêwendiyan dê çawan bibe. Ji bo rewşa heyî û guherînên çêdibin ji derve re neyê teyîsandin bi teqînên berdewam û armanckirina rojnamevanan tirs û wehşetê çêdikin. Bi vî awayî dixwazin rojnamevanan bandor bikin ji bo agahî neçe derve.”
“Jinên bihêz dibin tirsa dilê deshilatê”
Wehîde bilêv kir ku deshilata heyî her dem ji hêza jinan ditirse û wiha dewam kir: “Deshilat her tim ji hêza jinan ditirse, ji ber wê jî ji hemû beşên civakê zêdetir li hemberî jinan şidetê bikartîne. Ticarî azadiyek temam a jinan tunebûye, her tim di kêlekan de mane. Efganistan êdî ne weke bîst sal berê ye, jinan karîn bi têkoşînê bigihîjin hinek mafan û dengê xwe bilind bikin û mafê xwe bixwazin. Deshilat dixwazin carekdin dengê jinan bifetisînin û vîna wan teslîm bigire, desturê nadin jin li ser lingê xwe bisekinin û bibin îrade, loma ji jinan pir ditirsin, ji ber jin hêza guhertinê ye. Berdana kar û meyîdan valakirin bi mîsogerî me vedigerîne çend sal berê û encamek vê ya baş ji bo jinan û tayîbetî jî rojnamegeran nîne. Me di Efganistanê de gelek zehmetî kişandine û gelek qurbanî dane heta gihiştine vê pêvajoyê loma divê em têbikoşin û li ber xwe bidin. Dengê xwe bi rêya ragihandinê bigihînin hemû cîhanê heta em bikarin rewşa heyî di Efganistanê de bidin guhertin û şahidiyê ji reşwek baştir a di welatê xwe de bikin. Teslîmbûn layêqî tu kesî tayîbetî jî layêqê jinan nîne, ji xwe kes teslîmyetê nepejirîne, heya bikarin guhertina ku em dixwazin çêbikin em neçarin li ber xwe bidin û ev pêvajo bi mîsogerî bi pêşengiya jinan dê bi ser bikeve.”