Jinên penaberên Minbicê li hember zoriyên jiyanê di nava tevgerê de ne

Jinên penaberên li kampên girêdayî bajarê Minbicê dimînin li hemberî zoriyên jiyanê têdikoşin û li gorî derfetên xwe berpirsiyariya dabînkirina derbara malbata xwe digirin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Jinên koçber ên li kampên ser bi bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin di bin konê ne ji germa havînê û ne jî ji sermeya zivistanê parastî de hewil didin bi zoriyên jiyanê te têdikoşin. Ji ber ku rêxistinên mirovî li Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê bi taybetî nekarîne erkên xwe bi cih bînin, koçber di mercên zehmet de dijîn. Li kampa El-Şerqî ya bajarê Minbicê ku dikeve gundê Resm El- Exder welatiyên ji gunderwarên Rojhilatê Helebê deverên weke Mesekna û Dêr El-Hafer hatine lê bi cîh bûne di mercên dijwar de dijîn.

"Beriya şer jiyana me aram bû"

Dayika 5 zarokan Naîma Ebdulrezaq a 50 salî got ku ew ji bajarê Meskene koçber bûye bi derketina rojê re çend qumaş û cilên zarokan bi konê xwe ve didaleqîne û yê mayî jî li erdê belav dike, li kesên ku diçin û tên temaşe dike dibe ku kesek perçeyek jê bikire û zarokên wê bi bihayê wê kêfxweş bibin û wiha qala zoriyên jiyana xwe kir: "Em ji Reqayê koçberî Tebqayî bûn û piştî ku bajarê Minbicê hate rizgerkirin em koçberî wê derê bûn. Beriya şer me jiyaneke bi îstkirar dijiya weke îro me guh ne dida aliyê debarê. Em di nava çandiniyê de dixebitîn lê piştî ku şer ber bi me ve hat xema me ya herî mezin bû debara jiyanê. Em li kampên koçberan li benda piştevaniya mirovî ne. Keçek min bi nexweşiya derûniye, ev jî rewşa min xerabtir dike. Şertên jiyanê hişt ku ez bestekekê biçûk vekim ji bo ku bikarim debara zarokên xwe bikim. Ev çar salin ez kar dikim. Dema ku rewşa me ya aborî pir xirab dibe ez neçar dimînim besteka xwe bisekinînim, paşê dîsa dest bi karê besteka xwe dikim dema ku nirxê kelûpelan bi  min re hebe, yan jî ez ji yek nasê xwe deyîn dixwazim. Hilgirtina berpisyariya malbatê li ser milê min tenê zehmete. Em di gelek zehmetiyan re derbasbûn. Ji ber ku bihayê girtina nan bi me re tune bû em gelek caran birçî man. Alîkarriya rêxistinên mirovî têra piştgiriyê nake. Ji bo cejinê zarokên min ji cilên nû bê par mane. Bi nêzîbûna cejinê re zarokên min dixwazin cilên nû bikirin lê reşwa aborî rê nade me tişta ku emê ji bo cil û bergên cejinê xeric bikin niha ji bo pêdiviyên jiyanê tên xerickirin."

"Jinên kampên Minbicê ji bo peydakirina debarê rojane di nav tevgerê de ne"

Dayika 8 zarokan Zohur Receb a 35 salî jî  got ku ew ji bajarê Meskenê koçber bûye û beriya koçberkiriyê jî cotkar bû û wiha domand: "Di sala 2017'an de dema ku em koçber bûm min ev bestek vekir. Pêdivîbû sedema yekem a hişt ez bestekê vekim xirabbûna rewşa tenduristiya hevjînê min û nexweşiya wî ya dîskê bû. Kurên min jî naçin dibistanê, ji ber ku ew jî li bajêr dixebitin da ku debarek peyda bikin. Destpêkê ji bo vekirina vê bestekê min deyîn kiriye. Ji bilî firotina cureyên biharatan tiştekdinê nikarim bikim. Derbarê karê jinên kampê de jî piraniya jinên kampên ji bo debara malbata xwe kar dikin. Hin ji wan bestekan vedikin, hin ji wan çandiniyê dikin, hin ji wan di kargehê bajêr de dixebitin û hin ji wan jî paqijiya nava kampê dikin. Hemû jin ji bo peydakirina debara rojane tim di nava liv û tevgerê de ne. Ji bo ku bikarin bijîn neçar dimînin bixebitin. Em li hember şert û mercên jiyanê li ber xwe didin. Min û hevjînê xwe berê bi hev re di çandiniyê de kar dikir. Hîna kêliyên ku mala me ji aliyê balafiran ve hat bombekirin li ber çavê mine. Em ji bajarê xwe derketin û me xatir ji bîranînên xwe yên  ku dinav xirabiyên  şer de mabûn xwest. Sala 2017' an di dema şerê Sûriyê de em çûn bajarê Minbicê û di kampan de bicîh bûn.”