Jinên Minbicê zivistanê bi êzingan pêdiviyên xwe bi cih tînin

Li gundan êzing ji bo zivistanê pêdiviyên bingehîn in. Germahiya wan ji ya neftê paqijtir û bi tendirustir e loma jî gelek kes di demsala payîzê de giya û darên hişk berhev dikin û pê debara xwe dikin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Xelkê gundewarên bajarê Minbicê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zêdetir êzingan bi kar tînin wek alternatîfek ji mazotê re.

Yek ji taybetmendiya çanda jinên ku li gundewaran dijîn û xwe ji sermaya zivistanê pê diparêzin êzing in. Krîza sotemeniyê, wisa ye ku gelek kes nikarin bikirin ji ber wê xwe dispêrin xwezayê û darên hişkbûyî berhev dikin. Çi ji pembû, çi jî ji giyayên kunciyan gelek kes zivistanê pêdiviya xwe ya agir bi wan bi cih tînin.

Bi berhevkirina giyayên kuncî pembû û daran pêdiviya agir ji bo zivistanê bi cih tînin

Fitêm El-Mustefa ya 40 salî ku ji gund Um El-Cirn e diyar kir ku di mehên dawî yên payîzê de ew dest bi komkirina daran ji zeviyên çandiniyê dikin û wiha pê de çû: “Bi taybetî jin piştî ku pez li ser pelên çinîna ku hatine berhevkirin diçêrînin, ango di navbera Cotmeh û Mijdarê de ku demsala havînê diqede, dest bi komkirina daran dikin. Em di jiyana xwe ya rojane de ne girêdayî sotemeniyê ne lê em êzingan bi kar tînin, çi ji bo xwarinê û çi ji bo germkirinê be, bi vî awayî em zêde girîngiyê nadin qeyranên sotemeniyê.”

Fitêm El-Mustefa da zanîn ku li gundan li ber her malekê daran ji agirvêxistinê hene û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Li gundan alternatîfên me hene. Xelkê gund ji bo parastina jîngehê tevkariyê dikin. Em xelkê gundan dev ji tiştekî bernadin ji ber ku her tişt bi kêrî yekî tê, pembû bi kêrî xwediyê zeviyan tê, sewal pelan dixwe, darên agir jî ji bo ku zivistanê jê sûd bigrin tê berhevkirin. Ji ber ku her tişt ji xwezayê peyda dibe û ev yek dihêle ku em bi gundan ve girêdayî bin.”