Jinên Lubnanê di navendên stargehan de di nava şert û mercên zehmet de dijîn

Jinên li Başûra Lubnanê ku neçar mane ji cih û warên xwe bibin, jiyana wan di navendên stargehan de di rewşeke gelekî zehmet de derbas dibe û bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin.

FADYA CUMA

Beyrûd- Jinên ku herî zêde zirar ji şerên heyî dibînin tên paşguhkirin û ji ber misogerkirina debara xwe jî neçar dinînin di karên cuda de bixebitin.

Ji destpêkirina şer heta niha jinên Lubnanî neçar man bi malbatên xwe re ji cih û warên xwe bibin, di navendên stargehan de di rewşên gelek nebaş de dijîn û mafên wan tên binpêkirin. Jinên Lubnanê nikarin debara xwe bikin û di stargehan de hewil didin bi gelek malbatan re bijîn. Ji ber nakokiyên di hundirê stargehan de pirsgirêkên heyî kûrtir dibe.

‘Em nikarin kirêya malan bidin’

Yek ji jinên koçbera ji bajarê Êtron ya sînorî Fatma Hisên Ebas, der barê şert û mercên xwe yên dijîn de wiha got: "Ez niha bi xwîşk û birayê xwe yên nexweş re li yek ji refên dibistanan ku veguherandin navendên stargehan dijîm. Dema em ji malên xwe derketin, me nizanîbû em biçin kudere, piştî ku rê ji me re hate girtin me berê da vir. Ji ber em bi mûçeyek malnişîn debara xwe dikin û em nikarin kirêya malan bidin.”

‘Di navendên stargehan de jiyana xwe ya taybet nîne’

Fatma Hisên Ebas, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em nikarin navendên stargehan weke mal bikarbînin. Jiyana me ya taybet nîne. Tuwaletên me hevpar e. Dibistan li vê derê du beş in, beşek kesên ji cih û warên xwe bûne û beşa din xwendekar ders dibînin. Jiyana di refeke dibistanê de gelek zehmet e û jiyana me her roj ber bi xirabiyê ve diçe. Di demên destpêkê de alîkarî ji me re dihat û niha alîkarî nayê dayîn û ev yek jî êşên me zêdetir dike.”

Fatma Hisên Ebas, da zanîn rojane gelek pirsgirêkan dijîn û hêvî dikin ku ev êşên dijîn bi dawî bibe û vegere mala xwe û wiha bi dawî kir: "Em gelekî westiyan, tişta em li vê derê jiyan dikin weke hepse.”

‘Em hemû ji nexweşiyan re vekirî ne’

Jina koçber a bi navê Zemzem Seîd Necîba ya ji bajarokê Beyt Lîf û dayîka 5 zarokana jî wiha axivî: “Zarokên min xwendina xwe berdewam nekirin, karê hevjînê min jî piştî şer sekinî. Me mal û milkên xwe windakir. Hemû dayikan ji sedeme nexwendina zarokên xwe xemgîn dibe.” Zemzem Seîd Necîba, der barê rewşa xwe ya tenduristî de wiha got: "Em hemû ji nexweşiyan re vekirî ne, ji ber em jin û mêr eynê hemam bikar tînin, Her wiha em êvarî cilên xwe di yek makîneyê de dişon û tu taybetmendiyek me nemaye.”

Zemzem Seîd Necîba, der barê alîkariya rêxistinên mirovî de jî wiha axivî: "Gelek qisûr heye, em xwe bi xwe xwe birêve dibin. Jin û zarokên keç ên li vir ji ber rewşa heyî rastî gelek nexweşiyên derûnî û fîzîkî tên. Dema kesek nexweş dikeve dermankirin qet ne baş e, di rewşên lezgîn û awarte de jî divê em bi xwe herin nexweşxaneyan û dermanên xwe bi xwe bikirin. Ev yek jî barê me girantir dike.”

Zemzem Seîd Necîba, destnîşan kir ku pêwîstiya jinên di navendên stargehan de bi alîkariyan heye û wiha got: "Kesên dikare debara xwe bikin, ji navendê derketin û berê xwe dan malên kirê. Gelek malbat hene ku tehemûlê rewşa li vir derê nekirin.”

‘Bi Koçberiyê re barê me girantir bû’

Koçbera ji bajarokê Naqûra Rîma El-Cemel jî got, "Ez bi hevjîn û zarokên xwe re hatim navenda stargehan. Me nekarî kirêya malan bidin. Bi Koçberiyê re barê me girantir bû û tişta dighêje me jî em hewil didin debara xwe pêkbînin. Em berê di malek de diman, lê êdî em nikaribûn kirêya mala bidin û em hatin navenda stargehê. Em li cihekî ku jiyan lê nîne dijîn. Alîkarî nayê dayîn û alîkariya kêm ku carna tê dayîn jî ji bo 40 malbatan tê belavkirin.”

Rîma El-Cemel, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi hatina demsala havînê re rewş hîn zêdetir xirabtir dibe û wiha got: “Em neçarin her roj xwarin çêbikin, lê ji ber ku cih nîne xwarinên zêde xira dibin. Zarokên me wekî ku di hepsê de dijîn. Her tişt zehmet e, divê em li ser zarokên xwe hişyar bin û rewşa madî ya zehmet derbas bikin.”

‘Ez nikarim dermanên xwe bikirîm’

Koçbera bi navê Zeyneb Ebas a ji bajarokê Êtrûn jî wiha got: "Em piştî şer vir ve  li navendên stargehan dijîn. Ev demek dirêje ez nexweşê Cron me, ev nexweşiyek mîdeye û divê ez hertim dermanan bikarbînim. Lê ji ber rewşa aborî ez dikarim dermanên xwe bikarbînim û dibe ku rewşa min hîn zêdetir xirabtir bibe.”