Jinên li kampên Minbicê dijîn: Em ê li ber xwe bidin

Jinên koçber ên li kampên Minbicê yên ji ber êrişan zêdetir bi zehmetiyên jiyanî re rû bi rû dimînin diyar kirin ku ew ê li dijî her êrîşeke nû ya dewleta Tirk ku armanca wê dagirkirina herêmê û koçberkirina wan e têbikoşin.

SÎBÎLİYA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Jinên koçber ên li kampên bajarê Minbicê di nava şert û mercên zehmet de dijîn. Ji ber berdewamiya êrîşên Tirkiyê, jiyana li jinan a li kampên Minbicê zehmettir dibe. Jinên li kampan dijî destnîşan dikin ku ewê li dijî her cûre êrişan di nav berxwedanê de bin.

Peyama berxwedanê

Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji destê çeteyên DAIŞ’ê, ev bajar bû cihê koçberên ji hemû deveran. Emşa El-Hemîd El-Hesen a berî 6 salan ji bajarê Dêr Hafir koçber bûye wiha got: “Tevî ku bajarê Dêr Hafir hatiye rizgarkirin jî, lê şert û mercên zehmet ên jiyanê rê nade ku em vegerin, lewma ez û keça xwe li vir di kampê de man, ji ber ku kesekî me tune. Em di her warî de gelek êşan dikişînin, nemaze di demsala zivistanê de. Pêdivî ye ku hemî konên me werin guhertin û ji bo ku em karibin li ber sermaya zivistanê li ber xwe bidin em hewceyî gelek pêdiviyan in.”

Emşa El-Hemîd El-Hesen destnîşan dike ku ewê li dijî her êrişan li ber xwe bidin.

‘Mafê me heye ku em bi aramî bijîn’

Zehra El-Mele ya ji bajarê Meskena koçber bûye da zanîn ku şert û mercên bajêrê Meskena nebaş e, bê av, ne elektrîk, ne jî tiştekî ku teşwîqê vegerê bike û wiha pê de çû: “Ji bo rizgarkirina jiyana xwe me berê xwe da bajarê Minbicê û tevî kêmbûna xizmetguzariyê ji aliyê rêxistinên mirovî ve, ewlekariya ku em her tim lê digeriyan me li bajarê Minbicê dît. Em gefên Tirkiyê red dikin, ji ber ku mafê me ye em di nav aramî û ewlehiyê de bijîn.”

‘Em li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk in’

Hena Casim a berî 6 salan ji bajarê Dêr Hafir koçber bûye anî ziman ku ew ji ber şerê ku li wir qewimî koçber bûn û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Me bi çavên xwe şahidiya mirinê kir û bêyî ku tiştekî bi xwe re bînin koçber bûn û heta ku em gihiştin Minbicê bi mehan bê stargeh man. Em hatin bajarê Minbicê da ku em ewlehiya ku em jê hatine mehrûmkirin bibînin. Tevî şert û mercên zehmet ên jiyanê û êrîş û gefên li ser herêmê û kêmbûna alîkariyê ji aliyên rêxistinên mirovî ve jî, em li vir di nava aramiyê de dijîn û tişta ku em lê digeriyan jî ev bû. Em ji şer ditirsin, ji ber ku şer bê rehm e, lewma em êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin. Eger êrîşek li ser herêmê pêk hat, em ê li ber xwe bidin û em li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. Em careke din koçberiyê naxwazin û em ê li kampê bimînin.”

Salha Remedan a ji bajarê Meskena koçber bûye eşkere kir ku ji ber zilma DAIŞ’ê ew ji bajarê xwe koçberî Eyn Îsayê bûn û piştî wê berê xwe dan  bajarê Minbicê û wiha got: “Em şer red dikin û naxwazin di heman şert û mercên wêranî û koçberiyê de bijîn, ev şer êşa me û gelên herêmê, heta yên li malên xwe dijîn jî zêdetir dike.”