‘Jinên li gundewarên Tûnisê gelek zehmetiyan dikşînin’

Çalakvanên jin ên Tûnisî bal kişandin rewşa jinên li gundewarên Tûnisê û anîn ziman ku ji ber bêkarî û xizaniyê jin bi tundiya aborî re rûbirû tên.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis - Di salên dawî de her diçe zehmetiyên jinên li Tûnisî zêdetir dibin. Tundiya li dijî wan zêde bûye, rêjeya xizantî û bêkarî di nav refên wan de bilind bû, lê devera hundirîn bi taybetî li gundewaran vê êşê bi awayekî du qatî tê jiyan kirin.

Ji bo ku em pirsgirêkên vê beşa girîng a jinên Tûnisî bibînin divê em li aliyên wan ên cuda, ji ber cudabûna erdnîgarî, adet û kevneşopiyê belav bûne jî di ber çavan re derbas bikin. Di dema pêkhatina konferansa 15’demîn a yekitiya neteweyî ya jinên Tûnisî de ku du rojên borî de hat lidarxistin, ajansa me hevdîtin bi federasyonên saziyan re pêk anî.

Derfeta xistina bazarê lawaz e

Cîgira dozgeriya herêmî ya Yekitiya Niştimanî ya Jinên Tûnisî a parêzgeha Cendûbe Leyla El Lemoşî got: “Rewşa jinan li parêzgehê ji rewşa jinên li deverên din ne cudatir e lê pirsgirêkên aborî û civakî bêhtir mezin in. Her wiha xizmetguzariya tenduristiyê di hemû waran de paş ve diçe.” Leyla El Lemoşî diyar kir ku derfetên xistina bazarê li Cendûbe lawaz in, dema ji bajar derdikevin û ber bi deverên gundewar ên di nava mercên dijwar de diçin zehmetî, zêdetir dibin.

Leyla El-Lemoşî got: "Em ne tenê li ser dozên jinan kar dikin, li ser malbatê giştî kar dikin. Beriya vê me navendek karê berberiyê û hunerên xweşikkirinê ji bo perwerdekirina keçikan li Mûtemediyê Frnanayê vekir û dê li aliyên din jî were belavkirin. Em li ser çarçovekirina jinan di çalakiya cotkariyê de dixebitin.”

Êşa bêkariyê

Nivîskar Delal Şîhawî jî got: “Jin piştî şoreşê ji bêkariyê ku ji ber rewşên aborî zêde bûye, êşê dikşînin, bi taybetî rêjeyek girîng ji xebatkarên jin bêkar mane. Ew êşê ji tundiya aborî dikşînin. Her wiha 6 navendên perwerdekirina li ser karên dirûtin, berberî û şêraniyê hene, li her navendê 70 perwerdekar hene, di her dewreyekê de 200 jin derdiçin û her yek ji wan di warê ku perwerde dîtiye de kar dike."

Tundî her diçe zêde dibe

Cîgira Yekitiya Niştimanî ya Jinên Tûnisî ya parêzgeha El Qesrên Fatme El Zehra Molahî jî got: "Pirsgirêka jinan li Qesrên weke ya jinên peytextê û aliyên din e lê hinek cudabûn li aliyê me hene, em êşê ji bêkarî û tunebûna derfetên kar, xizanî û buhabûnê dikşînin."

Fatme El Zehra Molahî der barê rola yekitiyê li deverê de got: "Baweriya me bi xurtbûna aboriya jinan heye, serxwebûna aborî ji jinan re misogeriya herî bi hêz e ji bo ku bijîn û zarokan xwedî bikin, parastina rûmeta xwe bikin. Ji ber wê perwerdekirin li gorî taybetmendiyan hat dayîn li hemberî wê mûçeyê ji bo peydakirinê digrin. Bi riya vê perwerdeyê dikare ji bo vekirina projeyên biçûk deyn bike da ku serxwebûna xwe ya madî pêk bîne. Ji sedî 80 jin li nav zeviyan dixebitin, rastî gelek zehmetiyan tên û hinek ji wan hê 9 saliya xwe temam nekirine, di nava zeviyan de dixebitin, hinek ji wan jî kar dikin û hevserên wan diçin li qehwexaneyan rûdinên di ser de jî ew mûçeya xwe didin wan.”

Fatme El Zehra Molahî piştrast kir ku pêwîst e qanûna hejmar 58 were aktîfkirin, ji ber tundiya li dijî jinan zêde bûye, ev jî bi neyînî bandorê li ser zarokan dike.

‘Pêwîst e materyalên perwerdeyê yên bi wêne ku rolê didin jin û mêr werin guhertin’

Li ser girîngiya zêdebûna hejmara navendên stargehê Fatme El Zehra Molahî teqez kir ku ji ber hejmara jinên rastî tundiya hevserên xwe hatine zêde ye stargeh girîng in û da zanîn ku zihiniyeta baviksalarî li wê herêmê serdest e û got: "Aktîfkirina qanûnê tenê nikare encamê bîne divê li ser were xebitandin û mejî were guhertin. Bi taybetî li ser saziyên perwerdeyê, tevî ku pêwîstiya guhertina materyal û pirtûkên li ser zilamê ku dema ji kar vedigere û rojnameyê dixwîne û jina ku vedigere û dikeve metbexê heye jî ev yek nayê kirin.”