Jinên koçer dest bi amadekariya çûyîna zozanan kirin

Koçerên ku bi demsalan re cihê xwe diguherînin û ajalên xwe xwedî dikin, tevî zehmetiyên ku dibînin jî kêfxweş in. Jinên koçer ên ku bi dawîbûna zivistanê re tên zozanan, tevî kêmderfetiyan jî hem ajalên xwe xwedî dikin hem jî bi zarokên xwe re eleqedar dibin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha – Li Kurdistanê bi hezaran koçerên ku bi xwedîkirina ajalan dabara xwe dikin, îsal jî bi dawîbûna meha zivistanê re, ji bo derketina zozanan dest bi amadekariyan kirin. Jinên koçer bi avakirina konan ji xwe re pergalek çêdikin, tevî hemû zoriyan jî dev ji karê xwe bernadin. 
Ji zozanên Erziromê tên Rihayê 
Ji ber ku di mehên zivistanê de li Erzirom û Tekmanê pileya hewayê dikeve bin sifrê, koçber berê xwe didin Rihayê. Ji wan koçeran Ala Acar, got ku her sal zivistanê 6 mehan berf dibare. Ala ajar diyar dike ku ji ber hewaya herêma Rihayê germ e her zivistan tên Başûr û wiha got: “Min xwe dîtiye nedîtiye koçeriyê dikim. Em her dem rêwî ne. Zivistanê em li vir in, havînê jî em derdikevin zozanan. Ji ber ku li Erziromê zêde berf dibare, ji bo ajalan xwarin çêre tune ye. Ji bo ji birçîna nemirin em tên cihên germ. Em her sal tên Rihayê. Li vir hem şînahî heye hem jî ji ber hewaya germ ji bo me baş e.”
“Ji bo şînahiyê em ji zozanan tên cihên bi çêre” 
Ala Acar diyar dike ku aliyên pir zor ên koçeriya ku bi salan e dikin hene lê tevî wê jî dest jê bernadin û wiha didomîne: “Em 6 mehan carekê derdikevin rêwîtiyê. Em bi ajalên xwe didin pêşiya xwe, eşyayên xwe li ser pişta hespan dikin û berê xwe didin riyan. Dema ku em tên çêrgehan, kon û axurên xwe saz dikin. Em ji vir jî hez dikin lê zozan ji bo me cuda ne. Em her dem dua dikin ku demek zû havîn were û em vegerin zozanên xwe. Koçerî karekî xweş e lê aliyên wê yên zor jî hene. Tu her dem dixebitî divê tu li gorî şert û mercan ji bo ajalên xwe bifikirî. Pergala te ya jiyanê ya daîmî tune ye, jiyana di konan de di warê paqijiyê de pirsgirêk e. Bi salan e em li vir in. Cereyana vir tune ye. Em bi panelên rojê cereyê bi dest dixin.”
“Ji ber ku em ji koçeriyê hez dikin, em tehemulî zoriyên wê dikin” 
Xanim Acar a ku ji Melazgira Mûşê hatiye jî diyar dike ku ew berhemên ku li çêrgehan ji ajalên xwe bi dest dixin, debara xwe dikin. Acar dibêje ku ew li konên ku wekî malan raxistine dijîn, li cihên ku dimînin ji xwe re tenûr û metebexê jî çêkiriye. Di dewama axaftina xwe de wiha dibêje:
“Em li vira nanê xwe li tenûrê didin, çaya xwe çêdikin û taştiya xwe dixwin. Zarokên me jî hene. Em wan ajalan xwedî dikin hem jî bi zarokên xwe re eleqedar dibin. Em ê dî hînî vê jiyanê bûne. Her kes dixwaze koçeriyê bike lê divê mirov zorî û zehmetiyên wê bigre ber çavan. Ji bo me bûye wekî pîşe. Ji bo ku em jê hez dikin em tehemulî zoriyên wê dikin. Serê sibehê em radibin bi ajalên xwe re mijûl dibin, şîrê wan dioşin. Êvaran jî em diçin serdana hev û ji xwe re sohbet dikin.” 
“Ji bo çûyîna zozanan me dest bi amadekariyan kir” 
Xanim Acar diyar dike ku bi hatina biharê re koçer dest bi amadekariya çûyîna zozanan dikin û têkildarî amadekariyan wiha dibêje; “Dawiya biharê em eşyayên xwe berhev dikin, konên xwe digrin, li çêrgehan vedişêrin û dikevin rê. Em hemû eşyayên xwe nabin, ên ji me re pêwîst in bi xwe re dibin. Li zozanan jî bi heman awayî em konên xwe saz dikin û ajalên xwe xwedî dikin. Em jî bi vê rêwîtiyê debara jiyana xwe dikin.”