Jinên koçber ên li kampên Idlibê ji bo zivistanê daran berhev dikin
Bihayê zêde yê malzemeyên germkirinê îsal bû sedem ku gelek jinên koçber li Idlibê bifikirin ka mirov çawa di sermaya zivistanê de di nav şert û mercên jiyanê yên dijwar de li ber xwe bide. Çareseriya tekane li ber destên wan ew bû ku kar bikin û bermahiyên daran kom bikin. Ji bo xwe û zarokên xwe ji sermaya zivistanê biparêzin li zevî, daristan û erdên nêz daran berhev dikin.
SUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Koçberên Idlibê bi zehmetiyên jiyanê re rû bi rû dimînin bi taybetî di demsala zivistanê de ji ber bihabûna malzemeyên germkirinê. Her wiha jin li hemberî van şert û mercan li ber xwe didin têkildarî vê mijarê jina bi navê Marwa Al-Baraka ya 35 salî, her roj ji demjimêrên serê sibehê ve diçe nava erdên cîran, da ku daran kom bike û wan li quncikê konê xwe bi cih bike.
Marwa Al-Baraka ku ji gundewarê başûrê Idlibê koçber bûbû û bi pênc zarokên xwe re li hundirê kampên sînorî yên Qahê bi cih bûbûn, diyar kir ku ew bi rewşên dijwar re rû bi rû ye, piştî ku hevjînê wê zêdetirî şeş sal berê hatiye girtin tu kes tune ye ku debara malê bike û wiha pêl dide gotinên xwe: "Tu kes li rewşa me nanihêre, tu alîkariyên sabit tune ne û pir caran ez û zarokên xwe di van kampên kevn û hilweşiyayî de bi sermayê re rû bi rû dimînin."
Her wiha Marwa Al-Baraka bal dikşîne ku ew der barê çawaniya dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên rojane de nizane çi bike, nikare malzemeyên germkirinê jî misoger bike, ji ber ku ew ne xwedî kar an pîşeyek e ku bikaribe van baran bigre ser milên xwe.
Rewşa Merwa Al-Baraka ji ya jinên koçberbûyî yên ku li kampên Idlibê dijîn ne cudatir e. Bi hezaran jinên koçber di şert û mercên jiyanê û zehmetiyên zivistanê de dijîn û bi hemû dijwariyên jiyanê re rûbirû dimînin.
Aliya Selîm a 40 salî du kurên wê hene yek bi navê Ahmed 12 salî ye û yê din Cemal 14 salî ye, li kampê dijîn. Ew her roj derdikevin derve da ku tiştên wek plastic û daran bînin karibin ji bo germkirinê sûd ji wan bigrin.
“Bihayê her tiştî zêde bûye”
Aliya Selîm dibêje ku vê rewşa wiha malxirab her sal e bi demsala zivistanê re dubare dibe û wiha domand: "Beriya ku zivistan were ez daran kom dikim êdî hêza min a kirînê nemaye ji ber vê min dest bi berhevkirinê kir.”
Aliya Selîm, jineke koçber e û ji bajarê Kafranbelê ye, diyar kir ku buhayê tonek dar îsal bûye 165 dolar û lîtreyek mazot 7 lîreyên Tirkiyeyê ye, di heman demê de buhayê tonek pîrîn gihîştiye 150 dolar û kelûpelên fistiqan gihîştiye 175 dolarî. Her wiha bihayê sobeyan jî pir zêde ye, bi 200 dolarê Emerîkî ye. Ev rewş di vê dema ku malbatên koçber nikarin mehane 100 dolarê emerîkî peyda bikin heye.
"Al-Bîrîn" madeyeke ku ji bermahiyên zeytûnan tê çêkirin e piştî ku tê tepisandin, ji bo ku rûnê zeytûnê jê derxin, wekî yek ji navgînên sereke yên germkirinê tê bikaranîn, ji ber kêmbûna sotemeniyê û bihayên wê yên zêde.
Tiştên ku ji bo şewatê berhev dikin tenê têra meha yekemîn a zivistanê dikin
Li aliyê din Aliya Selîm hewl dide ku tûrikên wê bi herdu kurên xwe re anîne li ser hev rêz bike û dibêje: " Xwedê alîkariya me, koçber û belengazan kir, rewşa me di zivistanê de wisa dibû ku em ji sermayê hişk dibûn. Her sal em bi sermaya zivistanê û bi bêderfetiyan re rû bi rû dimînin. A ku em ji daran berhev dikin ji bo meha yekem a zivistanê têrê nake û şewata ji çop û madeyên plastîk ên ku ji bo germkirinê jî xirab in, bêhn û dûmana bi zirar derdikeve û nexweşiyê çêdike."
Gelê Idlibê, yê niştecih û koçber, van salên dawî xwe spart mazot û madeya "Al-Bîrîn" wekî amûrên germkirinê lê îsal zêdebûnek berbiçav di van û materyalên din de çêbûye, nemaze bi daketina nirxê lîreyê Tirkiyeyê li hemberî dolarê Amerîkayê û zêdebûna daxwaza madeyên germkirinê.
“Divê alîkarî ji bo jinên li kampên bêserûber dijîn werin kirin”
Pispora civakî Faten El-Siwêd teqez kir ku pêdivî heye alîkariya jinên li kampên bêserûber dijîn were kirin, bi taybetî malbatên ku tu kesên wan tune ne. Ji ber ku ew di kampan de bêkes in û bi hewceyî piştgiriya darayî û manewî ne.
Koçberên li Idlibê her sal rastî xeterên zivistanê, serma û bahozê tên û tîma Koordînatorên Bersiva Sûriyeyê, di destpêka Cotmehê de piştrast kir ku nêzî 452 kombûnên bêserûber ên koçberan hewceyî pêdiviyên bingehîn ên jiyanê ne.
Tîmê got ku hejmara wargehan di van demên paşîn ên koçberiyê de zêde bûye û gihîştiye 1489 kampên ku tê de nêzî 1.5 milyon koçber dijîn. Tîmê bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî û herêmî kir ku hewcedariyên zivistanê ji koçberan re peyda bikin.