Jinên koçber ên Idlibê di şertên zehmet de dijîn

Jinên Idlibê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de dijîn di rewşên aborî û civakî yên pir zehmet de kar dikin.

HEDÎL EL-OMER

Idlib - Ji ber rewşa aborî û jiyanî ya xirab li Idlibê, jinên xwedî malbat ji bo debara jiyana xwe gelek karên malan dikin, li zarok û kal pîran dinêrin. Ji ber belengaziya zêde, tunebûna derfetên kar û kêmbûna destheqê wan gelek ji wan nexweş in.

Meryem Tahir, penaberek di kampên bajarokê Atmê bakurî Idlibê de dijî, karê mala doktoreke jinan dike li  dê û bavê doktorê ên temenê wan mezine dinêre û xizmeta wan dike.

Bi xizmeta du extiyaran debara xwe dike

Meryem dibêje ku wê ev kar bi riya torên dîjîtal dîtiye, karekî baş e ji ber nêzîkbûna cihê kar û dikare bi pereyên qezenc dike gelek pêdiviyên 3 zarokên xwe bi cih bîne. Meryem diyar dike ku hevjînê wê destpêka salê ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest daye.

Meryem dibêje ku karê wê ji bendewariya alîkariyên rêxistinên mirovî yên ku pêdiviyên wan ên herî kêm jî bi cih nedianîn baştir e.

Tevî zextên malbatê jî nezewicî dest ji zarokên xwe berneda

Emîra Osman, xizmeta gelek malan dike karên paqijiyê û amadekirina zexîreyên malan û gelek karên din dike. Ew rastî zextên malbata xwe hat ji bo ku careke din bizewice û zarokên xwe bihêle lê wê biryar da li ser piyan bisekine û bi xwa pêdiviyên xwe û zarokên xwe bi cih bîne.

Di dawiya sala 2019’an de hevjînê wê bi êrîşeke ezmanî li Miaart El Numaan jiyana xwe ji dest daye, bi tenê li hemberî hemû zehmetiyên jiyanê maye. Karê wê li gorî daxwazên xelkê ye, 4 rojan di hefteyê de kar dike da ku tiştekî ji tu kesê nexwaze ne ji malbata xwe û ne jî ji malbata bavê zarokên wê.

Karê jinên Idlibê yên penaber nexwenda gelekî dijwar e, tevî ku sîgortaya wan a tendirustî û civakî jî nîn e neçar in bixebitin.

Di nava zeviyan de dixebite

Sebah El Gezala, ji gundê Babîle penaberî kampên Selqînê bûye, ji ber dijwariya karê wê di çandiniyê de bi saetên dirêj û pereyên kêm êşa pişta xwe dikşîne.

Ew her roj ber bi baxçeyan ve diçe bi komeke jinan re zêdetirî 8 saetan karê çandiniyê dike, axê diqulibînin, giyayên bi zirar jêdikin û berheman kom dikin.

Aliya El- Qerin, ji gundê El Cibîn li gundewarê bakurî parêzgeha Hemayê  penaberî kampên Kefir Texarîm bakurî Idlibê bûye. Ew derenceyan paqij dike da ku debara jiyana malbata xwe 5 zarok û hevjînê xwe yê ku bi nexweşiya şekir e bike.

‘Ji ber koçberî, şer û mirina mêran gelek jin di mercên zehmet de dixebitin’

Derûnînas Zehra Mikinsawî, dibêje ku sedemên demografîk weke koçberkirin, penaberiya şer, ne aramî û mirina mêran gelek bandorê li ser jinan kiriye. Ji bo debarê gelek jin di karên karên dijwar de dixebitin ku dem û kedekî mezin ji dixwazin tevî berpirsyariya wan jinan ên li malên wan jî ev hemû bandorê li ser tendirustiya jinan dike.

Zehra bang li hemû aliyên pêwendîdar çi sazî çi jî rêxistinên civaka sivîl bin kir ku piştgiriya jinên kedkar ên xwedî malbat bikin û ji bo rewşa wan a jiyanî û pîşeyî  tiştek bikin, derfetên kar peyda bikin da ku jin bikaribin xwe îsbat bikin û di cihê li gorî jêhatibûn û behremendiyên xwe de bixebitin.