Jinên Kobanê: Dewleta Tirk avê wekî çek bi kar tîne

Dewleta tirk ava Çemê Firatê kêm dike û li dijî gelên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wekî çek bi kar tîne. Jinên Kobanê diyar kirin ku ev rewş zirarê dide wan û bang li raya giştî ya cîhanê kirin, bi helwestên tund pêşî li dewleta tirk were girtin.

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê–Li gorî protokola ku di navbera Şam û Enqereyê de di sala 1987’an de hat îmzekirin; Tirkiye heta hevpeyman bi dawî bibe di saniyeyê de 500 metrekup avê bide Sûriyeyê. Dewleta tirk ji sala 2017’an ve heta niha ava ku çemê Firatê li ser Sûriyeyê kêm kriye û vê yekê wekî çek li dijî gelên herêmê bi kar tîne. Dewleta tirk bi êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, ji bo gelên herêmê bide koçberkirin nedayîna avê wekî çekê bi kar tîne. Di 27’ê Çileya 2021’ê de destpêkê ava çemê Firatê kêm kir dûre jî bi tevahî birî. Ji serê Nîsana sala 2022’yan ve jî ava çemê Firatê ku ji jor ve tê ji ber ku daket 4,5 sê bendavên ku li ser çem hatibûn çêkirin jî bi bandor kir.

Dewleta tirk li gorî peymanê tevnegeriya û bi polîtîkaya şerê taybet a li dijî gelên herêmê nahêle ava çemê Firatê biçe Bakur Rojhilatê Sûriyeyê. Têkildarî mijarê Hevsereoka Muduriyeta Avê ya Kantona Kobanê Xalîse Haj Abdulqadir ji ajansa me re axivê

‘Em bi zor û zehmetiyê ava vexwarinê bi dest dixin’

Xalîse Haj Abdulqadir diyar kir ku kêmbûna ava çemê Firatê bandorê li ser gelek warên jiyanê dike û wiha axivî: “Dagirkeriya tirk, ji bo îradeya şêniyên bakur rojhilatê Sûriyeyê qels bike û wan koçber bike serî li her rê û rêbazê dide. Di çarçoveya êrîşên ji bo dagirkirinê de, avê dibire, operasyonên leşkerî û siyasî didomîne. Ji ber ku asta ava çem kêm bûye, em bi zorê ava vexwarinê peyda dikin. Çend meh berê ji bo em pêdiviya ava bajar hinek bi cih bînin, pompeyên avê rojê 10 saet bênavber dixebitîn lê ji ber kêmbûna asta avê, ji bo bajar daket 5 saetan, ji bo gundan jî daket 7 saetan.”

‘Dewleta tirk hiqûqa navneteweyî binpê dike’

Xalîse Haj Abdulqadir bi bîr xist ku 3 sal in hewldanên dagirkeriya dewleta tirk didomin û got “Dewleta tirk bi awayê vekirî hiqûqa navneteweyî binpê dike. Bi balafirên şer êrîş dike, hewl dide pêdiviyên bingehîn ên jiyanî tune bike.” Xalîse Haj Abdulqadir bal kişand ku hemû cîhan li dijî êrîşên dewleta tirk bêdeng maye û wiha domand: “Ji ber birandina avê jiyan pir zehmet bûye. Mirov ji ber kêmasiya av û cereyanê pir zehmetiyan dikşînin. Dewleta tirk a dagirker hewl dide şoreşa me tesfiye bike lê dê bi ser nekeve. Çawa ku di planên xwe yên berê de tek çûbe dê di van planan de jî bi ser nekeve. Em ê destûr nedin Armanca dewleta tirk ew e ku gelên ku wekhevî û demokrasiyê dixwazin tune bike.”

‘Dibe sedema kêmbûna çandiniyê’

Ji gundê Kablik ê rojavayê bajarê Kobanê Emîne Şêxo jî zehmetiyên ku ji ber kêmbaûna asta avê dikşînin wiha vegot: “Li Kobanê asta avê pir ket. Dewleta tirk avê li ser me dibire. Çandinî ji bo me debar e, bi vê yekê hewl dide me koçber bike. Piraniya şêniyên bakur rojhilatê Sûriyeyê çandiniyê dikin û ji ber kêmbûna avê çandinî nebaş e. Ev yek dibe sedema kêmbûna genim, ceh, zebze û fêkiyan. Ger av zêde bûya dê bi çandiniyê rewşa aborî jî baş bûya. Ava bîran jî kêm bûye û têr nake.”

‘Divê cîhan helwestek cidî li dijî Tirkiyeyê bigre’

Jina bi navê Mekiye Şêx Dimir jî got ku ji ber Tirkiye ji êrîşên li dijî herêm Rojava encama ku dixwaze nagire, li dijî Kurdan serî li rêbazên cuda dide û bal kişand ku ji ber kêmbûna ava Firatê nexweşiyên belav zêde bûne. Mekiye Şêx Dimir wiha got: “Li ser çandinî û avhewayê bandorên xirab çêdike. Divê hemû welatên cîhanê bi çavekî mirovî li rewşa gelên li bakur rojhilatê Sûriyeyê binêrin û civaka navneteweyî dawî li binpêkirinên Tirkiyeyê bîne. Em dixwazin li gorî peymanên navneteweyî para xwe ya ji çemê Firatê bigrin.”