Li Idlibê jinên karker bi tacizê re rû bi rû ne

Jinên ku li Idliba dagirkerî li kampan dijîn di çûnhatina cihê kar de ji ber tunebûna seyareyên veguhestina giştî, dema ku li wesayîdên taybet siwar dibin ji aliyê ajokaran ve rastî tacîzê tên.

HEDÎL EL-OMER

Idlib - Karkerên jin ên ku ji cihên xwe bûne li bakurê Sûriyeyê bi cih bûne, bi taybetî li kampên dûr di xwegihandina cihê kar de rastî gelek zehmetiyan tên. Ji ber tunebûna seyareyên veguhestina giştî, jin neçar dimînin berê xwe bidin seyareyên taybet, ev yek jî rê jî wan bê parastin dihêle.

Hediya Nûr El-Dîn a 29 salî ji cihê xwe bûye û di kampa Hernebûş de dijî difikire ku her roj wê çawa biçe cihê karê xwe yê li firoşgeheke li Idlibê ku ji sibehê heta şevê dixebite. Ji ber di çûnhatinê de seyareyên veguhestina giştî nîn in piranî dereng diçe cihê karê xwe. Her car ji bo ajokarek wê bigihîjîne cihek nêzî cihê wê yê kar neçar dimîne li ser rê li bendê bimîne. Hediya Nûr El-Dîn diyar kir ku her dem ajokarên ku wê digihîjînin dixwazin pê re biaxivin, der barê tiştên ku jiyane de agahî bigrin, pirsa hejmarat elefona wê dikin û her dem rastî tacîzan tê.  

Rastî tacîzê hat

Hesnaa El-Zerzûr a 31 salî li kampa Qah li bakurê Idlibê li malek li bajarê El-Dana kar dike da zanîn ku ji bo di dema xwe de bigihîje cihê xwe yê kar ji aliyê ajokarên xwedi wesayîdên taybet ve çend caran rastî tacîzê hatiye û got: “Gelek caran ajokar dixwazin ez li kêleka wan rûnim û nedihiştin ez li dawî rûnim, min ev yek red dikir û siwar nedibûm. Carna ji neçarî siwar dibûm ji bo dereng nemînin. Ez rastî tecîzên ku neçar bibim ji seyareyê derbikevim hatim. Carekê baran dihat û riya kampê tijî herî bû, ajokarekî ez girtim, hewl da min tacîz bike, ji qîrîna min tirsiya û wesayîdê rawestand.” Hesnaa El-Zerzûr destnîşan kir ku zewiciye  dayika 3 zarokan e û hevjînê wê beriya 6 salan di girtîgehên hikûmeta Şamê de winda bûye û neçar e ji bo mala xwe û zarokên xwe bixebite.

‘Zoriya herî mezin xwegihandin e’

Sumeye El-Kêrwan a 36 salî li kampa Dêr Hesan a bakurê Idlibê li bajarê Sermeda di atolyeyeke dirûtinê de kar dike. Ew jî diyar dike ku di kampeke gelek xirab de dijî û di riya ku diçe kampê de kêm seyare derbas dibin, zehmetiya ku di karê xwe de dikşîne dibe sedem ku di demê de negihîje cihê karê xwe.

Sumeye El-Kêrwan destnîşan kir ku li kampan seyareyên giştî tên îhmalkirin, ev yek bandorê li bêkariyê dike û zehmetiyan çêdike ku jinên karker nikaribin xwe bigihîjînin cihê kar.