Jinên ji Tebqayê bal kişandin ser tundiya nav malê

Jinên Tebqa bal kişandin ser tundiya nav malê û gotin; “Li beramberî tundiyê gelek caran jin neçarî bêdengiyê dibin.”

MALAK EL-MIHEMED

Tebqa – Jin bi sedemên cûda piştî hevberdanê rastî cihêkariyê tê. Berdevka Mala Jin ya Tebqayê Kawthar Al-Ahmad û endama komîteya li hevhatinê Zahra Al- Mastat bal kişand li ser jinên ku di nava malê de rastî tundîtûjiyê tên.

Berdevka mala jinê ya Tebqa Kawthar Al-Ahmad îfade kir ku di di meha dawî de 58 bûyeren hevbedanê hebûn û der barê sedemên hevberdana jinan de wih got: “Pirzewacî, zewacên temen biçûk, xiyanet, tundî û em bûne şahidê gelek diyardeyan. Zewacên di temenê biçûk de û tundîtûjiya zayendî di nava sedemên herî bingehîn ên hevberdanê de cihê xwe digrin.”

Mêr di pêvajoya hevberdanê de zoriyan derdixin

Endama komîteya li hevhatinê Zahra Al- Mastat destnîşan kir ku gelek jinên zewicî ji aliyê hevjînên xwe ve biçûk tên xistin û rastî tundîtûjiyê tên. Jin jî gelek deman neçar dimînin ku li beramberî tundûtiya ku li ser  tê pêkanîn bêdeng bibe û wiha got: “Ev rewşa bêdeng mayînê, bandorek neyênî li jiyana jinan dike. Jinên ku hemû barê malê girtine ser milê xwe, rastî tacîza mêr û zextên hişmendiya mêrsalarî tên.”

Zahra Al- Mastat diyar kir ku mêr di pêvajoya heberdanê de gelek zoriyan ji jinan re derdixin û bi bir xist ku bi taybet ji bo velayeta zarokan bigrin bê bextiyên ku rûmeta jinan dişkînin dikin.

Zahra Al- Mastat da zanîn ku weke mala Jinê ya Tebqa hewil didin jinê û têkoşîna wê ya li dijî tundîyê hîn bi hêztir bikin û got: “Divê em jin û civakê li dijî hişmendiya mêrsalarî hîn zêdetir perwerde bikin û em di nava  têkoşînek bi hêz debin.”