Jinên ji gundê Um El-Kêf ên rastî êrişan tê: Divê ku dewleta tirk were cezakirin

Fatima Hisên a ji gundê Um El-Kêf dijî, ji ber dijwariya êrîşan neçar ma pezê xwe bifroşe û li gundê Til Nesrî yê Aşûriyan di odeyek de bi cih bibe, xwest dewleta tirk a dagirker ji ber êrîş û sûcên ku dijî wan kiriye were cezakirin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Çîrokên koçberiyê dirêj in, her kêliyek ji jiyana wan a xerîbiyê dibe helbest û çîrokek. Dewleta tirk a dagirker piştî êrîşa 9'ê Cotmeha 2019'an dest pê kir, gelek gundên navçeya Til Temirê jî ketin bin dagirkeriyê û gelek ji wan jî di xeta agir de ne. Şêniyên resen ên vê axê li ku derê dibin êşa dagirkeran dikşînin, li hundirê herêmên dagirkirî yan jî li gundên di xeta agir de bin. Gundê Um El-Kêf yek ji wan gundên herî ku ruxmî topbaranên dijwar û êrîşên hewayî sivîlên wê li ber xwe dane ye. Her malbatek li wir dimîne û ber xwe dide, hêja ye ku mirov çîrok û serpêhatiyên wan binivîsîne. Ji zarokên biçûk, heya kesên temenê wan mezin û astengdar her wiha jinên ducanî û şivan her kes li wir bi awayekî cuda li ber xwe dide. Fatima Hisên a ku ji ber dijwariya topbaranan, berî çend rojan neçar ma ku ji gund derkeve û were gundê Til Nesrî yê ku başûrî navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi yek km. dikeve lê bi cih bibe. Fatima Hisên ji me re behsa rêwîtiya xwe di rojên serweriya çeteyên Artêşa Azad li ser gundê wan heya dewleta tirk a dagirker anî ziman.

"Êrîşa 2014'an YPG'ê gundê me ji çeteyên Artêşa Azad rizgar kirin"

Fatima Hisên di destpêka axaftina xwe de behsa êrîşên ku di sala 2014'an de gundê wan rastî wê hat û wiha got: "Ji roja ku me xwe dîtiye û em di xweşiyê de ne, aliyê çandiniyê û xwedîkirina lawiran heya cotkariyê. Di sala 2014'an de çeteyên Artêşa Azad ketin gundên me û hemû gund talan kirin, ev yek li aliyekî li aliyê din jî depoyên genim hemû dizîn û birin. Me nikaribû nêzî wan bubûna, me nizanibû ji ku derê hatine û ji kîjan welatî ne. Ji nişkêve bi ser me de girtin, xelkê gund êrîşî wan kirin lê çeteyan gule barandin û sivîl neçar man ku vekişin û wan jî dest bi talan û diziya xwe kirin. Ji tirsa ku min bigrin, min rûyê wan mêze nedikir û ez ji wan dûr ketim. Min zarokên xwe rakirin û ji gund koç bûm, ev koçberiya me ya yekê bû. Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê gund rizgar kirin, em vegeriyan. Êdî piştî wê em netirsiyan û herêma me aram bû. Paşê me dest bi karên çandiniyê kir û em vegeriyan jiyana xwe ya normal."

Rojane rastî topbaranê tên

Fatima Hisên bal kişand ser êrîşa dewleta tirk a dagirker û wiha got: "Destpêkê gundê me topbaran nedikirin lê piştre bi dijwarî ew topbaran kirin. Pezê min hebû, ez û wan li gund diman. Lê ji ber topbaranan êdî tevgera me kêm bû, min nikaribû bi rehetî pez bibim çolê da ku biçêrin. Mirov nizane ku wê top li ku derê bikeve, vê dawiyê ez neçar mam ku pezê xwe bifroşim û hinekî ji gund dûr bikevim. Aramî tune ye, em çi bikin û li ku derê bin top bi ser me de tên. Ez pez dibim çolê top tên, em li malên xwe bin top tên êdî em nizanin ku çawa bikin ji derdê dagirkeran. Qiraxa çemê Xabûr, bûbû strageha me û lawiran. Jin û bapîr ji ber topan birîndar dibûn, lawir jî heman tişt çêlek û pez ji topan nediflitîn."

"Di odeyekê de 12 kes nav de kesên zewicî jî hene dijîn"

Fatima Hisên got ku ew tiştekî ji bilî vegera mala xwe naxwaze û wiha domand: "Ez tiştekî naxwazim, tenê em li ser axa xwe û di mala xwe bin. Em bi aramî di mala xwe de bijîn û ji dil bi zarokên xwe re bikenin, ev tiştên biçûk in lê em pê razî ne. Ji ber koçberî tu carî nabe dermanê êşa dûrketina ji gund. Niha em di odeyekê li gundê Til Nesrî dimînin û di vê odeyê de 12 kes dijîn nav de jin û zarok û kesên zewicî jî hene. Di zivistanê de ode bi nivînan tijî dibe, cihê sobê jî namîne."

"Daxwaza me ew e ku dewleta tirk were cezakirin"

Fatima Hisên bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Çi gunehê zarokan heye ku destê wan jê bibin û di nexweşxaneyan de bimînin. Pir girîng e û em dixwazin dewleta tirk li ser sûcên li dijî me pêk aniye were cezakirin û hesaban bide. Gunehê van zarokan çi ye ku wiha bijîn? Daxwaza me jî ew e ku dewleta tirk dûrî me bikeve, em di halê xwe de û ew di halê xwe de bin. Tu têkiliya Tirkiyeyê bi me tune ye divê ku destwerdana herêmên me jî neke. Axa me pir giran e ji me re. 25 sal in ez û hevjînê xwe dixebitin da ku maleke xwe ya baş çêbikin. 25 sal in hevjînê min palehiyê dike û hê jî me mala xwe temam nekiribû lê bi saniyeyê di encama topbaranê de mala min ked û westîna me pê re dîtibû hilweşiya. Çima ewqas hovîtî û bê wijdanî? Dîsa jî ew mal bila bibe qurbanî ji axa me re, ji ber ku axa me hêja ye. Dewleta tirk a dagirker çiqasî hilweşîne, em ê ava bikin û vegerin li ser axa xwe bijîn."